Fermandariyên YBŞ/YJŞ’ê bilançoya salekê ya Şengalê b i daxuyaniyekê parve kir.
Di dîroka 3’ê Tebaxa 2014’an êrişa ku çeteyên DAIŞ’ê anî ser gelê me bi hezaran mirovên me hatin qetil kirn. Bi hezaran kes jî dîl ketin destê çeteyan. Jin û zarokên êzidiyan ên dîl hatin girtin weki kole bi kar anî û li bazaran hatin firotin. Di nava sê salên derbazbûyî de êrîşên û qetliamên çeteyên DAIŞ’ê li ser gelê me ne sekînin û berdewam kirin. Di nava sê salên de me jî hêza rêxistinkirin û parastinên YBŞ û YJŞ’ê ava kir. Di bin nasnameya YBŞ û YJŞ’ê de hem ji bo hesabê fermanê pirsin û axa Şengalê rizgar bikin berxwedaniyek bê hempa da meşandin. Ji bo rizgarkirina Êzidxanê zarokên gelê me yên heri hêja û leheng bê ku metirsî jiyan bikin canê xwe feda kirin. Bi keda gelê me û berxwedaniya şervanên YBŞ û YJŞ’ê yên qehreman beşeke mezin axa Şengalê hate rizgar kirin.
‘2016 bû sala berxwedaniyek mezin û serkeftinê ’
Bi hezaran gelê Şengalê di encama berxwedaniya Çiyayê Şengalê û baweriya xwe ya bi hêza xwe ya cewherî vegeriyan ser axa xwe. Pêngava Tolhildana Jinên Êzidî di sedsala 21’an ji dijminê herî bê wicdan û wehş çeteyan hesap kirinê hate destpêkirin û ev pêngava me heya tevahî axa Şengalê were rizgar kirin wê berdewam bike. Bi vî rihê ku em tekoşîn dikin em ê wekî civakekî azad bikevin dika dîrok û em bi vê baweriyê dikevin sala 2017’an a ku me ber bi azadiyê dibe. Sala 2016’an bû salekî bi berxwedanek bê hempa meşand û bû salekî serkeftin ê. Di sala 2016’an de berxwedanî û şerê ku me meşandi bî daxuyaniyekê me bilançoya wê parve dikin.
Di çalakî û hemleyên me yên 2016’an de 34 hevalên me bi qehremanî şer kirin û şehîd ketin. Her hevalekî me bi bawerî û biryardariyek mezin ser dijmin de çûn, imzeya xwe avêtin di dîroka Êzidxanê û destanê qehremane nivîsandin. Herêmên ku me rizgar kirine û encamên operasyonên hêzên em pêk anî de bi giştî 148 mirovên me hatin rizgar kirin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Di van şeran de 255 çete hatin kuştin, 160 cenazeyên çeteyan ketin destê me. Her wiha di şeran de jimarek zêde çete birîndar bûn. Sedan êrişên ku ji aliyên çeteyan hatin berterefkirin û bi berxwedaniyek mezin hatin şikandin. Pêngav û çalakiyên hatin kirin de gelek malzeme û wesayit ketin destê me û beşek mezin jî hatin bê bandor kirin. Beşek ji cebixana hatiye girtin eve:
21 lib B7 gelekî roket û heşoyê wê,
87 lib Kleş, gelekî cercor û gûleyên wê
23 lib BKC, gelekî mermî û zincir
17 lib êlekên întiharê
5 lib Karnas
15 lib M16
8 demance (li gel cercorên wan)
2 lib Zagros çeka suikastê
8 lib fûze
2 lib Hammer
16 lib qaidên Katuşê û li gel 3 roketa
4 lib hawanên 240 mm û 12 roket
2 lib hewaênê 60 mm û 48 roket
1 lib dûrbîna teleskopê
2 lib dûrbînê rojê
2 cihaên bêtêl, 1 kamere, 3 lib cihazên Hitra yên destan, 3 telefon gelek bombeyên destan, mayın, mermî, raxt, çanta hatin desteser kirin. Her wiha çeteyên hatin kuştin li ser wan belgeyên girêdayî AKP’ê derketin û ev belge di destê me de ne.
1 lib kamyon, 1 traktor, 1 taksi, 1 kamyon û 1 lib kepçe ketin destê me; 2 lib kepçe hatin bêbandor kirin û 1 kepçe ji hat darbe kirin.
Disan 4 wesayîtên bombebar kirî, 2 lib Hammer û 1 lib panzerek zîrxî hatin bê bandor kirin. 2 lib Hammer hatin derbe kirin, di encama mayînên ku hatine danîn jî 2 wesayitên zirxî hatin bê bandor kirin. 5 lib doşkayên 12.5 û doşkayek 14.5 hatin bê bandor kirin.