Cumartesi, Nisan 19, 2025

YBŞ/YJŞ 3 zarokên ku PDK ji DAIŞ’ê re hiştibûn rizgar kirin

Date:

Di demeke ku komên çete yên girêdayî PDK’ê bi çekên ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê hatibûn dayîn êrîşî Xanesorê dikin de, hêzên YBŞ/YJŞ’ê 3 zarokên din ên PDK’ê ji hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê re hiştibûn, xilas kirin.

Li herêma Şengalê hîn jî gelek gund di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de ne û gelek zarok û jinên êzîdî hîn di destê wan de, li benda rizgarkirinê ne. Hêzên YBŞ/YJŞ’ê ku di dema fermana 73’yan a sala 2014’an dehat avakirin jî, bi vê mebestê têkoşîna xwe didomîne. Lê tam di vê demê de komên çete yên girêdayî PDK’ê êrîşî Xanesorê ku di sala 2014’an de ji aliyê YBŞ/YJŞ’ê ve hatiye rizgarkirin dikin û bi îdîaya parastinê dixwazin herêmê dagir bikin.

Li hemberî van êrîşan hêzên YBŞ/YJŞ’ê li aliyekê parastina herêmê dikin, li aliyê din jî, têkoşîna xwe ya ji bo rizgarkirina zarokên êzidî yên di destê çeteyan de didomînin.

Şervanên YBŞ’ê herî dawiyê 3 zarokên din di encama operasyonek taybet de, ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Zarokê bi navê M. dema çeteyan di 3’yê tebaxa 2014’an de êrîşî Şengalêkirin û ew birin 2 mehî bû, zarokê din ê bi navê M. yek salî û zaroka bi navê W.S. jî 14 salî bû. Yekîneya YBŞ’ê hersê zarokên ku niha yek ji wan 3 salî, yek 4 salî û yek jî 17 salî ye, rizgar kirin û anîn Xanesorê.

Şervanên YBŞ’ê têkildarî mijarê li Xanesorê li gel hersê zarokên ku ji gundê Koço ne daxuyaniyek da.

‘Erka me rizgarkirina gelê me ye’

Yek ji fermandarên YBŞ’ê Kurtay Şengalî bibîr xist ku di êrîşên 3’yê Tebaxa 2014’an de gelek zarok, jinên ciwan û dayîk ketine destê DAIŞ’ê. Kurtay Şengalî destnîşan kir ku piştî avakirina YBŞ û YŞJ’ê, têkoşîna ji bo rizgarkirina zarok, jinên ciwan û dayîkan jî destpê kiriye. Şengalî da zanîn heta niha gelek kes ji destê DAIŞ’ê hatine rizgarkirin û wiha dom kir: “Îro jî keçek ciwan û du zarok hatin rizgarkirin. Em weke Hêzên Berxwedana Şengalê heyanî yek ji gelê me yê Şengalê di destê DAIŞ’ê de hebe, weke erkekê em ê wan rizgar bikin.”

Şêx Xelef: PDK’ê em xapandin

Piştre Muciwirê Şerfedînê Şêx Xelef axivî û bibîr xist ku beriya 3’ê Tebaxa 2014’an PDK’ê ji wan re gotiye dê parastina wan bikin û wiha got: “Li gorî gotinên wan qasî 10-12 hezar pêşmerge li xaka Şengalê hebûn. Lê belê gelê me yê Êzîdî wê demê xapandin. Wê demê tifaqa wan a bi DAIŞ’ê re hebû.”

Şêx Xelef anî ziman ku ji ber vê xapandina PDK’ê gelê êzîdî di komkujiyê re hatiye derbaskirin û gelek zarok, keç û dayîk ketine destê DAIŞ’ê.

‘Birînên me xwîn jê tê’

Xelef destnîşan kir ku YBŞ’ê têkoşîna rizgarkirina van zarok û jinan dimeşîne û wiha dom kir: “Îro hûn dibînin keçeke me û du zarok ji destê DAIŞ’ê xilas bûne. Ji birînên me xwîn tê û heta roja îro xwîna wê nesekinî ye.”

‘Xwê nexin birînên me’

Şêx Xelef anî ziman ku PDK’ya ew bi tenê hiştine, îro bi hinceta ku dê PKK’ê ji herêmê derxîne, êrîşî Xanesorê dike û ev tişt anîn ziman:  “Kê PKK anî Şengalê, gelê Êzîdî? PDK’ê gelê me yê Êzîdî xist destê çeteyên hov ên DAIŞ’ê. Di dema fermanê de bi reveke bêyî ku li pişta xwe binêrin li tirimpêlên xwe siwar bûn bi lezekî 120 kîlometre reviyan. Hêzên YPG û HPG’ê hatin û bi fedekarî, bi berxwedaniyek mezin gelê me yê Êzîdî parast û koridora mirovî vekir. Gelê me ji komkûjiyek mezin xilas kirin û qasî 250- 300 hezar kes ji Çiyayê Şengalê derbasî Rojavê Kurdistanê kirin. Îro jî dibêjin ‘em ê şerê PKK’ê bikin û PKK’ê ji xaka Şengalê derxînin, îro ne PKK ye. YBŞ û Asayîşa Êzîdîxana Şengalê li vir sekini ye, li berxwe dide. Hîna xwîn ji birînên me tê, bila birînên me derman bikin, ne xwê bixinê û bi daran tev bidin.”

‘Bila gelê êzidî zanibe ka kê ew firotin’

Şêx Xelef bang li gelê êzidî jî kir û wiha dom kir: “Gelê me yê Êzîdî; hûn hemû dizanin kê mala we xirab kir, kê hûn firotin, kê hûn xistin destê DAIŞ’ê de. Îro li Çiyayê Şengalê cihê herî aram, cihê herî saxlem bajaroka Sinûnê û bajaroka Xanesor in. Bi hezaran malên Êzîdiyan li Xanesor û Sinunê nedixwestin navê pêşmergeyan bibihîsin û li ber çavên wan reş bûne. Dibêjin em hatine parastina gelê Êzîdî bikin. Ev ne rast e, nehatin parastina gelê Êzîdî bikin. Ger ku wisa buya, bila biçûna Til Qeseb, Til Binat, Sîba Şêx Xidir û Til Izêr ji destê çeteyê DAIŞ’ê rizgar kiriban. Weke gelê Êzidî destê xwe bidin hev û li ber van bisekinin û ji re bêjin ‘ji zulma we re bes e’.”

Birayê W.S.:

Birayê zaroka 17 salî W.S. ya ji destê çeteyan hatiye xilaskirin D.S. jî axivî û wiha got: “Şervanên Êzîdîxanê û bi navê Êzîdîxanê berê xwe didin dijmin û şer dikin. Zarok, xwîşk, dayîk û gelê me ji destê çeteyên DAIŞ’ê xilas dikin. Hêviya me ji Tawisê Melek heye ku bi destê wan ve were û ev rizgarkirina zarok, xwîşk û dayîkên me temam bibe.”

 

Loading

Share post:

Popular

JI BO BÎRANÎNA MAM ZEKÎ

https://youtu.be/Y3bfDVpE0aU

JI BO ÇAPEMENI Û RAYA GIŞTî

  Wek tê zanîn hemû gel û tevger xwedî rojên...