Cumartesi, Nisan 19, 2025

JI BO ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ

Date:

 

Di 21’ê Adarê de seat 12’ê şevê, ji aliyên çeteyên DAIŞ’ê ve li hemberî mevziyên me yên li gundê Hayal’ê û Skîniyê êrîşekî mezin hat destpêkirin. Bi bersivdayîna hêzên me yê li hemberî êrîşên çeteyên li gundê Tewra yê kû li başûrê-rojavayê gundê Skîniyê û Hayalê dimîne, heta seatê nîvro pevçunên dijwar hat jiyîn. Li hemberî êrîşên çeteyan, di çalakîyên ji aliyê hêzên me ve hatiye kirin de yê kû hatiye zelalkirin, 11 çete hat kuştin, lê hijmara kuştî û birîndarên wan zêdetir ê û bi lêdana hawana gelek mevzîyên kû çete xwe bicîh kiribun hat îmha kirin. Di pevçûnan de 4 trampelên çeta û balafirê keşfê ya Diron hat îmha kirin. Di encama tundbuyîna pêvçunan, ji gerîllayên HPG, yên ku ji bo mudahale  kirinê hatibun qadê, Rustem Cudî heya mermîya xwe ya dawiye bi qehremantî şer kir û şehîd ket. Di encama çalakiyên ji aliyê hêzên me hatiye pêşxistin ve, çeteyên kû êrîşên wan hat şikandin, mecbur man xwe paş de bikşînin.

FERMANDATRİYA YBŞ/YJŞ

22.03.2017

 

 

Loading

Share post:

Popular

JI BO BÎRANÎNA MAM ZEKÎ

https://youtu.be/Y3bfDVpE0aU

JI BO ÇAPEMENI Û RAYA GIŞTî

  Wek tê zanîn hemû gel û tevger xwedî rojên...