Cumartesi, Nisan 19, 2025

Cenazeyê Nûjiyan û Ferhat Ji Aliyê Hezaran Kes Ve Hatin Oxir Kirin

Date:

Cenazeyê Rojnamevan Nûjiyan Erhan û şervanê YBŞ’ê Ferhat Çavu ji aliyê hezaran kes ve hatin oxir kirin.

Rojnamevana Jin Nûjiyan Erhan(Tuba Akyilmaz) 3’ê adarê di berxwedaniya li hemberî çeteyên PDK/AKP`ê giran birîndar bû û roja 22`ê adarê li nexweşxaneya Heseke şehîd bû. Her wiha şervanê YBŞ’ê yê bi navê Ferhat Çuva(Neçîrvan Akbal) di encama êrîşa çeteyên DAIŞ’ê  di 23’ê adarê de şehîd ketibûn.

Bi hezaran welatiyên Kantona Cizîrê,  Endamên Çapemeniya Azad a Rojava ji bo tevlî merasîma rojnamevan Nûjiyan Erhan û Ferhat Çuva ku berê xwe dan Şengalê. Di destê wan de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên rojnamevan Nûjiyan Erhan û Ferhat Çuva, cangoriyên azadiyê, alên YBŞ û YJŞ’ hildan.

Her cihê ku karwanê wesayitan derbas bû ji aliyê gelê êzidî ve bi diruşme û tilîliyan hatin pêşwaz kirin. Cenazeyên cangoriyan bi diruşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bimire Xiyanet” pêşwazî kirin.

Karwana tirimpêla cenazayê Nûjiyan û Çûva gihişt Şengalê, ber bajarokê Xanesorê ve diçin. Wê bi beşdarbûna Endamê Çapemeniya Azad  a Şengalê, Meclîsa Avaker a Şengalê, TAJÊ, PADÊ, şervanên YBŞ û YJŞ’ê, Asayişa Êzidxanê, gelê Êzidî, welatiyên Kantona Cizirê û Endamên Çapemeniya Azad a Rojavat tevlî merasîm bûn.

Bi merasîmekî leşkerî toren destpêkir.  Piştre li ser navê Fermandariya YBŞ û YJŞ’ê Rosyar Vejîn axivî û diyar kir ku ji bo e wê heya dawî ber xwe bidin û wiha got: “Wê ne leşkerên Tirk, ne çeteyên DAIŞ û PDK’ê cihê wan axa pîroz de tûneye. Em jî Nûjiyan û Ferhat fêrî berxwedanê bûn. Nûjiyan û Ferhat ji bo me soza tolhildanê ye. Nûjiyan vejînek nû ye û jiyanek nû ye. Em bang li tevahî gelê xwe yê êzidî dikin her cihê bikin qada berxwedan û serhildanê.”

Li ser navê TAJÊ Laleşîn Malik axivî û destnîşan kir ku Nujiyan û hemberî çeteyan sekînin û çuk netewandin û got: “Ji Şengalê heya Nûseybinê gelê xwe yên bexwedêr silav dikin. Em ji malbata Şehîd Nûjiyan û şehîd Ferhat re sersaxî dixwazin. Serê gelê kurd û şervanan azad be. Heya dîrok hebe û em hebin soza me Kurdistanek azade. Ferhat heta dawiyê ser çeperên DAIŞ’ê çû û heya gûleya xwe ya dawî şer kir û şehid ket. Nûjiyan jî bi gûleya xayîn û bêbextan şehîdt ket. Em ji xayînan re dibêjin çawan Dehaq li ser vê axê bin ket, wê bi berxwedana Nûjiyan û Ferhat wê Dehaq carek din ser vê axê bin bixe. Nûjiyan bi kamera xwe dengê şervanên azadiyê û rastiya gelê xwe nîşanî cîhanê da. Em soz û peyman didin wekî rêhevalên wan xeta jina azad û Rêberê azad, em ê ser şopa Nûjiyan û Ferhatan têkoşîna xwe bilind bikin.”

Di dawiyê de Fermandariya YBŞ û YJŞ’ê Rosyar Vejîn daxuyakirin em şehîdên xwe ne bi girî bi tililiyan oxir bikin.

Cenazeyên herdû cangoriyan li ser milê rêheval û rojnamevanan bi diruşmeyên “Şehîd namirin “ Bimire Xiyanet” hatin oxir kirin.

Loading

Share post:

Popular

JI BO BÎRANÎNA MAM ZEKÎ

https://youtu.be/Y3bfDVpE0aU

JI BO ÇAPEMENI Û RAYA GIŞTî

  Wek tê zanîn hemû gel û tevger xwedî rojên...