Cumartesi, Nisan 19, 2025

JI BO ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ

Date:

Ji bo Cejnên ku bûne sembola biratî, hêvî û kêfxweşiyê, di vê erdnigariyê de heya dawiya cîhanê neyên jiyan kirin, di rojhilata navîn de ola herî kevnar ya êzîdiyatî û çand û nirxên wê ji pelên dîrokê bên rakirin, êrişên herî qirêj, tarî û hovane di vê demê de tên jiyan kirin. Di demek wiha de pîrozkirina Çarşema sor pir bi wate û girîg e. Tê xwestin Olên ku bûne bingehê biratî, xweşikbûn, edelet û bereketê ji holê bên rakirin. Li şûna wan daxwazên jiyanek ku xwe dispêre deshilatdariya reş, zalim û bê ruhim bidin ava kirin. Li ser vê bingehê cejin di nav gelê me de wek rojên parvekirin û yekitiyek bi hêz û herwiha li hember êrişên faşîzmê û dagirkeriyê wek tekoşînek hebûna xwe parastin pêwîste bê pîroz kirin.

Di hatina ola êzîdiyatî heya roja îrode,  di nûkirina zanabûyîna me ya dîrokî de rola çarşema sor xwedî cihek pir girîng e. Li hember hemû hewldanên êriş û tunekirinê, bi hezar salane ku ji aliyê gelê me ve bi coşek mezin, biryara jiyanek azad û bi ruhê berxwedan û yekîtiyê tê pîroz kirin. Em bi hêviyên ku gelê me û hemû gelên bindest jiyanek wekhev, edelet û azad ava bikin, çarşema sor ji hemû gelê xwe û rêhevalên xwe yên ku di çeperan de şer dikin pîroz dikin. Êrişên li hundir û derve ku li hember hembûn, bawerî û azadiya gelê me tên pêşxistin, em soz didin ku em ê li hember van êrîşan heya dawiyê bi gelên xwe re berxwe bidin, tekoşîn bikin. Em bang li gelê xwe dikin ji bo mezinkirina rêxistinbûn û tekoşîna xwe tevlê YBŞ’ê bibin.

Fermandariya YBŞ’ê

18.04.2017

 

                                                                                         

Loading

Share post:

Popular

JI BO BÎRANÎNA MAM ZEKÎ

https://youtu.be/Y3bfDVpE0aU

JI BO ÇAPEMENI Û RAYA GIŞTî

  Wek tê zanîn hemû gel û tevger xwedî rojên...