Cumartesi, Nisan 19, 2025

‘Emê Ti Carî Xiyaneta PDK’ê Ji Bîr Nekin’

Date:

 

Şervana YBŞ-YJŞ’ê Havîn Şengal bal kişande ser tiştên pêş êrîşa DAIŞ’ê û piştî êrîşê jiyayî û got; “Li dijî hêzên dagirker, ger mirin jî têde hebe divê hemû kes di oxira parastina xak û baweriya xwe de şer bike.” 

Şervana YBŞ-YJŞ’ê Havîn Şengal ku şahidî ji bûyerên piştî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya di 3’ê Tebaxa 2014’an de li dijî Şengalê pêk hatin û bûyerên pêş êrîşê re kirî, tiştên jiyayî û sedemên ku wisa kirî ew tevlî nav refên YJŞ’ê bûye,  nirxand.

Havîn Şengal got; “Li dijî hêzên dagirker ger berdêla wê mirin jî be, divê hemû kes di oxira parastina xak û baweriya de  şer bike.” Têkildarî sedema tevlîbûna nav refên YJŞ’ê jî Havîn Şengal wiha axivî; “Me di fermana 3’ê Tebaxa 2014’ê de hemû tiştê xwe winda kir. Çeteyên hov ên DAIŞ’ê xaka me dagirkirin û malên me talan kirin. Bê ku bêzin jin, zarok piraniya gelê me qetilkirin û bi sedan jî dîl girtin. Jinên me yên ciwan li bazaran hatin firotin. Dema DAIŞ ketî di Mûsilê de, me hemûyan dizanî wê demek nêz de êrîşê Şengalê bike. Ji bo vê ciwanên me xwestin bi derfetên di destê xwe de li pêşiya vê bibin asteng. Lê pêşmergeyên PDK’ê li pêşiya vê bûn asteng, gotin ‘netirsin, ji malên xwe dernekevin, emê li dijî hemû êrîşan we biparêzin’. Bi şêweyekî bi gelê Êzidî dan bawerkirin. Lê di rastiyê de PDK’ê em ji zûde firotibûn bes agahiya me nebû. Weke gelê Êzidî ma kî ji me wê bikare vê xiyanetê ji bîr bike. Heya em saxbin emê vê ti carî ji bîr nekin.”

 

‘Bi hincet nîşandana PKK’ê êrîşê cihên şervanên YBŞ-YJŞ’ê azad kirine dikin’

Havîn Şengal diyar kir ku dema çeteyên DAIŞ’ê ketin di gundên Şengalê de, Êzidiyên ku destê wan de çek hebûn, heya fîşeka dawî jî şer kirin û axaftina xwe wiha dewam kir; “Lê vêna têra nedikir. Ji ber di destê wan de qasî dihat xwestin cebilxane nebû. Vê carê ji pêşmergeyan çek xwestin, lê pêşmerge li cihê çek bide wan, dest danî ser çekên di destê gel de jî. Li ber çavên me 3 ciwanên Êzidî li wir qetilkirin. Vê bûyerê li ser min bandorek mezin çêkir. Niha jî dema ez vê dibêjim, hîna jî weke duh tê berçavê min. Pêşmergeyên PDK’ê li cihê rizgarkirina zarok û îxtiyaran, yekem ew bi xwe ketin nav tirsa revê de. Em hiştin dinava destên dijmin de. Niha jî tên PKK’ê weke hincet didin nîşankirin, êrîşê cihên ku şervanên YBŞ-YJŞ’ê kirine. Herî dawî jî xwestin bi bûyera Xanesorê îradeya gel bişkênin. Lê bi ser neketin. Êdî Êzidî ne yên berê ne. Niha li pişt wan îradeyek bi hêz a YBŞ û YJŞ’ê heye.”

 

‘Azadkirina Şengalê yekane bi tevlîbûna nav revên YBŞ û YJŞ’ê pêkane’

 

 

Havîn Şengal got ku niha yekane hêza parastina Êzidxanê YBŞ-YJŞ ye û her roja diçe hîn bihêztir dibe û wiha got; “Em êdî ji ti hêzê natirsin. Em weke YBŞ-YJŞ hêza me ya bersivdana hemû hêzên çi ji erdê û hewayî be, amade ne. Ji ber ku em hêz û îradeya xwe ji felsefeya Rêber Apo ku tevahî temenê xwe daye azadiyê, digirin.  Em soza ku emê rojekê hesaba van komkujî û fermanan bi pirsin û tola wan helînin didin.”

 

‘Werin em bi hev re vê xaka pîroz azad bikin’

Havîn Şengal di dawiya axaftina xwe de got; “Di dema Fermanê de di serî de malbata min û gelek Êzidiyan çare di çûna Ewrûpa de dîtin. Banga min ji bo tevahî gelê Êzidî, bersiva herî mezin ji bo dijmin, li ser xaka xwe, mil bi mil bilindkirina tekoşînê ye. Divê êdî ev Ferman û komkujî nebin qedera me. Werin em hemû bi hev re vê xaka pîroz ji destên qirêj azad bikin.”

 

 

Loading

Share post:

Popular

JI BO BÎRANÎNA MAM ZEKÎ

https://youtu.be/Y3bfDVpE0aU

JI BO ÇAPEMENI Û RAYA GIŞTî

  Wek tê zanîn hemû gel û tevger xwedî rojên...