Cumartesi, Nisan 19, 2025

Şervanê Êzidî: Hêza Me Heye Ku Em Bersiva Her Cûre Êrîşan Bidin

Date:

 

Şervanê YBŞ’ê Azad Êzdîn têkildarî sedema xwe ya beşdarbûna nava refên YBŞ’ê de  axivî û got: “Civaka Êzidî her timî rû be rûyê tunebûnê hatiye û her timî jî ji însafa hinek din re hatiye hiştin. Fermana Şengalê di encama xiyanetek de çêbû. Lê êdî hêza me heye ku em bersiva her cûre êrîşên hewayî û bejahî bidin.” 
 

 

Azad Êzdîn ku şervanekî Yekîneyên Berxwedana Şengalêye (YBŞ) ji me re behsa sedema xwe ya beşdarbûna YBŞ’ê dikê û diyar dike ku,  sedema sereke ya beşdarbûna wî ya ji YBŞ’ê  re, heya roja îro nebûna pergaleke xweparastinê ya gelê Êzîdiye ku heya niha her timî rû be rûyê fermanan tê û dibêje; “Em tev jî dizanin ku beriya fermana  3’ê Tebaxa 2014’an qaşo hêzeke axa me diparast û himbêz dikir hebû û wê heya dawiyê xelkê Êzidî li dijî her êrîşê biparasta.  PDK, her timî van sozan dida me. Em jî weke gel, neçar bûn ku ji van gotinên wan bawer bikin. Ji ber min di serî de jî got, ji derveyî wan ti hêzeke me ya din nebû ku em pişta xwe bidinê.”

 

‘Ferman di encama xiyanetek de pêkhat’

Êzdîn bi berdewamî diçe rojên beriya fermanê û wiha diaxive: “Beriya fermanê rojekê pêşmergeyên PDK’ê, gotin ne tirsin ekîbên me yên hêzên taybet hene.  Gotin berbi Şengalê ve ketine rê, diviyabû me jî mîna wan pêşwazî li wan kiriban. Ji me re gotin ,hun li benda me bin, wê tiştek nebe. Lê, wer nebû,  heya Duhok û Zaxo’yê revîn û me jî di nava agir de hiştin. Ev xiyanetek bû û heya gelê xelkê Êzidî jiyan bike, wê tucarî vêya ji bîr neke û wê bawerî bi pêşmergeyên PDK’ê neyêne.”

‘Yê destê xwe çek digirt û çeka xwe hebû seferber bû’

 

Azad  Êzdîn li ser terkirina PDK’ê ya Şengalê û paşê çawa xwe û gel li dijî êrîşan parastine dike û dibêje; “Piştî ku pêşmerge ji Şengalê reviyan gel, rû be rûyê çeteyên DAIŞ’ê ma. Êdî ji vê kêliyê şûnde diviyabû ji bo vî gelî tiştek bihata kirin. Me weke ciwanan  dest bi pêngavekî kir û her kî destê wî çek digirt, yanjî çeka wî hebû bi navê parastina van axên pîroz heya dawiyê me berxweda û şer kir. Lê, çeteyên DAIŞ’ê ketin gundên Şengalê îxtiyarên me yên bêparastin, zarok û ciwanên me yek bi yek di komkujiyê re derbas kirin û bihezaran kesî jî dîl girtin.

‘Me li çiyayê Şengalê şerê man û nemanê da’

Me tam 7 rojan li berxweda û li çiyayê Şengalê şerê man û nemanê da. Di vê demê de tenê PKK bi hawara me ve hat. Ji aliyê Rojava ve hêzên YPG-YPJ’ê jî korîdor vekirin û bihezaran xelkê asê mabû û Êzidiyên rû be rûyê komkujiyêbûn di vê korîdorê re derbas kirin û di kampan de bicihkirin. Em ew ciwanên ku li çiyayê Şengalê li berxwedan jî hatin bahev û me YBŞ-YJŞ’ê ava kir. “

‘Komên Êzidî yên ser bi PDK’ê jî berxwe nedan’

Şervanê Êzidî behsa hindek komên Êzidî yên li gel PDK’ê tevdigerin jî li berxwe nedane û dibêje; “Ji ber cebxane zêde di destê me de nebû me nedikarî bikevin ew gundên ku DAIŞ dagir kiriye, me tenê parastina gelê ku xwe spartibû çiya, girt ser xwe. Ji derveyî van hêzên yekîneyên bi PDK’ê re tevdigeriyan jî hebûn. Evane komên Qasim Dirbo û Heyder Şeşobûn. Qaşo bi navê gelê Êzidî şer dikin lê, dema pêşmerge reviyan ev kom jî digotin em heya niha girêdayî PDK’ê bûn, li berxwe nedan. Tişta tenê ya ev difikirîn ne gel bû, berjewendiyên wan bixwebû.”

 

 ‘YBŞ-YJŞ’ê êrîşan pûç kir’

 

Êzdîn êrîşa ser Xanesorê jî wek pîlaneke têkçûyî dest digire û dibêje; “Di van demên dawiyê de tiştên ku PDK, nekarî serbixe, Tirkiye hewl dide pêkbîne. Şervanên YBŞ-YJŞ’ê ku yegane hêza parastina Êzîdxanêye van êrîşan vala derxist. Armanca êrîşên hewayî yên li dijî baregehên YBŞ-YJŞ’ê jî, bêparastin hiştina gelê me yê Êzidîbû. Ji ber hêzên me tevdîrên xwe yên pêwîst berê wê girtibûn, ev êrîş jî negihîştin armanca xwe.”

 

‘Hêza me heye em bersiva her cûre êrîşên hewayî û bejehahî bidin’

 

Şervanê Êzidî Azad Êzdîn dibêje ku weke şervanên Êzidî hêza wan heye ku bersiva her cûre êrîşan bidin û axaftina xwe wiha bi dawî dike: “Em weke YBŞ û YJŞ’ê dibêjin ku heya em hebin, emê nehêlin ti hêzeke dagirker bikeve axa me. Çi di bejahî re dibe, çi jî di hewayî re dibe, hêzeke me ya dikare bersiva her cûre êrîşê bide heye. Banga min ji tevahî gelê Êzidî û ciwanên wêreye ku werin, tevlî hêza yegane ya parastina Êzîdxanê YBŞ-YJŞ’ê bibin û bihev re vê axa qedîm ji dest dijminan derxînin û têkoşîna xwe jî li ser vê hîmê mezin bikin.”

 

Loading

Share post:

Popular

JI BO BÎRANÎNA MAM ZEKÎ

https://youtu.be/Y3bfDVpE0aU

JI BO ÇAPEMENI Û RAYA GIŞTî

  Wek tê zanîn hemû gel û tevger xwedî rojên...