Pazar, Nisan 20, 2025

JI BO ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ

Date:

Bi keda salan û berdêlên hatine dayîn, di salvegera 5’emîn a Şoreşa Rojava de ya ku gelan derfeta jiyînê bi dest xistine û bi berxwedaneke destanî hatiye bidestxistin, em têkoşîna azadiyê ya gelan silav dikin û şehîdên xwe yên qehreman bi rêz û hurmet bibîr tînin. Di heman demê de em kesên ku ji her derên cîhanê hatin û li ser fikrên enternasyonal beşdarî Şoreşa Rojava bûn û têkoşiyan û bi qehremanî şehîd bûn jî bi rêz û minet bibîr tînin.

Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi paradîgmaya civaka Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê diparêze ya ku Rêber Apo mîmarê wê ye, dest bi jiyanê kiriye. Pêre jî jin û ciwanan pêşengiya şoreşa Rojava kirine.

Ligel ku hêzên hegemon êrîş û tehdîd kirine jî şoreş hatiye parastin û heta roja me hatiye. Şoreşa Rojava ne bi tenê ya gelê Kurd e, bûye têkoşîna azadiyê ya gelên bindest û bi kesên ku ji her çar aliyên cîhanê hatine û beşdarî şoreşê bûne jî bûye şoreşa gelên bindest.

Bandor û tevkariya Şoreşa Rojava gelekî li ser têkoşîna li Şengalê jî heye. Çawa ku li Rojava ji sala 2014’an li dijî DAIŞ’ê ya barbar ji bo rûmeta mirovayetiyê têkoşîneke dîrokî hatiye kirin, li Şengalê jî berxwedaneke mezin hatiye kirin û axa Şengalê diyarê gelê Êzidî hatiye kirin. Îlankirina Xweseriya Demokratîk a li Rojava ji bo Şengalê jî bûye îlham. Em careke din şehîdên ku ev rê ronî kirine, bi rêz û hurmet bibîr tînin. Em sozê didin ku li ser vê rêyê em ê li dû şopa Gelhat, Arîn û gelek kesan bin ên ku me navên wan nejmartine. Ligel vî tiştî em şervanên li hemû kozikan li dijî DAIŞ’ê şer dikin jî ji dil û can silav dikin.

FERMANDARIYA YBŞ

18.07.2017

Loading

Share post:

Popular

JI BO BÎRANÎNA MAM ZEKÎ

https://youtu.be/Y3bfDVpE0aU

JI BO ÇAPEMENI Û RAYA GIŞTî

  Wek tê zanîn hemû gel û tevger xwedî rojên...