Hevrêyê me Cîger Şengal 19.10.2017’an li gundê Tevra dema diçû wezîfeyekê pêlî mayîneke ku çeteyên DAIŞ’ê berê danîbûn kiriye û tevlî karwanê şehîdan bûye.
Heval Cîger bi eslê xwe Erebekî ji Şengalê bû û di demeke ku êrîşên DAIŞ’ê herî zêde bûn, YBŞ wek zemîna yekane ya azadî û rizgariya gelên herêmê dîtiye û tevlî nav refên YBŞ’ê bû. Di nav têkoşînê de xwe ji ti fedakartiyê dûr nexist, bû milîtanekî herî xurt ê pêvajoyên herî zor û zehmet. Bi kesayeta xwe ya dilnizm, sade di nav hevrêyên xwe ku dihat hezkirin bû mînaka hevrêtiyekê û xwedî jiyana pratîk. Di pêvajoya ku tevlî bû, bi awayekî aktîf di nav hemû pêngavan di refên herî pêş de cihê xwe girt. Heta kêliya li Tevra jiyana xwe ji dest da, bi xeta xwe ya jiyan û têkoşînê ya timî bi berdêlên mezin danî holê û mîraseke mezin ji me hevrêyên xwe re hişt.
Heval Cîger bû xwedî sekneke bi rûmet a her kêliya wê bi ked û cesareta mezin dagirtî ya ji bo têkoşîna rizgariya gelên Rohjhilata Navîn, jiyana azad û adil. Heval Cîger bû xwedî perspektîfa têkoşîneke ku rizgariya bindestan, hemû gelên herêmê û cudatiyan di nav refên YBŞ’ê de dîtibû heta kêliya xwe ya dawî jî ew qîr kir.
Em jî wek hevrêyên wî, al û mîrasa vê têkoşîna me jê dewr girt, bi hemû gel û baweriyên Rojhilata Navîn re mil bi mil di serî de Şengal heta azadî û rizgariya tevahî Rojhilata Navîn em ê hilgirin.
Li ser vî esasî em soza xwe ya girêdana bi şehîdan re dubare dikin. Di serî de malbata me ya hêja ji hemû gelê me re sersaxiyê dixwazin. Û em bang li tevayî gelên herêmê dikin ku li hember zext, zilm û dagirkeriyê di nav refên YBŞ’ê de em têkoşîna azadiyê bilind bikin.
***
Navê Kod: Ciger Şengal
Nav û Paşnav: Emin Muhammed Murad Abdullah
Cih û Dîroka ji Dayîkbûnê: 1993/Şengal
Cih û Dîroka Şehadetê: 19.10.2017/Tevra
FERMANDARIYA YBŞ
21.10.2017