Cumartesi, Nisan 19, 2025

JI BO ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ

Date:

Li ser nîzama danûstandina leşkerî doh di saet 8’de berdevkê YBŞ’ê li ser esasê hevdîtina bi fermandariya lîwaya 72’re diçu cihê hevdîtinê a bi ser vê lîwayê ve. Di esnaya ku seyara hevalan dighîjê seytera cihê hevdîtinê; ji hêla komek lîwaya 72 û foca 1’ve gulebaran li seyara berdevkê YBŞ’ê tê kirin. Dema gulebaran li hêzê me çê dibe hêzê me jî parastina xwe dikê û pêvçunekî demkî çê dibe. Di encama vê pevçûnê de; du hevalên me digihijîn şehadetê û sê hevalên me jî birîndar dibin. Her wiha li ser agahiyê me girtî windahiyê vî hêzî jî çê bûne. Di hindir pêvajoya pênc salên derbasbûyî de, li ser esasê aramiya di herêmê de çê bibe hevsengîyekî me û artêşê hebû û di vê mijarê de astekî girîng ji dan û standinê jî ava bûn. Wek YBŞ di vê mijarê de erkê ku ket ser milê me me pêk anî . Em dizanin ku ev êrîşa doh êvarî li ser hêzê me çêbûyî encamê pirovaqasyonekî pêk hatiye, ev ne nêzîkatiya artêşêye; nêzîkatiya komek provakatore ku dixwazin îstîqrara Iraqê û nirxê ku çê bûne tevlîhev bikin û xirabiyan çê bikin. Hinek kesên ku dixwazin navbera gelê Êzidî û Iraqê xirab bikin ev êrîş li dar xistin.
Em weke YBŞ ev buyera ku çebûyî bi vî awayî digrin dest, û ji bo yî ku ev komên ku dixwazin aramiya Iraqê xirab bikin negihîjin hedefa xwe erka ku dikeve ser milê me emê pêk bînin. Em dizanin ku ev ne hewldana artêşa Iaraq’ê ye, em hêvî dikin ku artêşa Iraqê jî erka ku dikeve ser milê xwe pêk bînê û van koman zelal bikê her wiha helwesta pêwîst bide nîşandan. Wek ku me di jor de jî got di encama ev êrîşa ku hatî pêk anîn de du hevalên me bi navê Rustem Hussiyan û Agir Çêlkî gihîştin şehadetê; hevalê me Rustem di dema fermanê de ji Ermenîstanê, malbata xwe hişt û xwe ji bo vê fermanê kir mertal, bi ked û fedekariyeke mezin bû tekoşerekî axa Şengalê. Piştî fermanê jî terka vê axê neda û xwe kir fedayê vê baweriyê, di vê mijarê de sînor nas ne kir.
Heval Agir Çêlkî jî; bi fedekariyekî mezin di emrekî ciwan de; di pêşxistina hêza civaka Êzidî de bû xwedî ked û tekoşînekî pir bi rûmet, di encamê bûyereke bi vî awayî de yek jî ji hevalên me yê ku giran birîndar bûyî Heval Egîde; heval Egîd di fermanê de hevalekî me yê ku piraniya malbata xwe ji dest dayî bû. Di encamê bûyereke bi vî awayî de ev şehadet û birîndarî hate jiyan kirin, ev ji bo me êşekî mezine; di serî de em ji bo malbata şehîdan û gelê Êzidî û tevahî gelê Kurdistanê sersaxiyê dixwazin û jibo hevalê xweyî birîndar û malbatên wan hêviya şîfayê dikin, ji bo ku ev şehadet di encamê bûyerek bi vî şeklî de pêk hatin, em bawerin ku bi daxuyanî û helwesta pêwîst ya ku artêşa Iraq’ê bi erênî bide nîşandan; bi saya xwîna şehîdan ev komên provoqator negihîjin armancên xwe û ev bûyer di navbera me û artêşê de bibe hevsengiyeke bi hêztir.

FERMANDARIYA YBŞ

18-03-2019

Loading

Share post:

Popular

JI BO BÎRANÎNA MAM ZEKÎ

https://youtu.be/Y3bfDVpE0aU

JI BO ÇAPEMENI Û RAYA GIŞTî

  Wek tê zanîn hemû gel û tevger xwedî rojên...