Cumartesi, Nisan 19, 2025

JI BO ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ

Date:

Em serkeftîna bi dawîkirina DAÎŞ’ê di serîde lî afrînerê ruhê vê berxwedanîyê, lehengê ku dilop dilop xwîna xwe dane ber azadîyê û bi xwîna xwe xeyale me kirin pêşeroja azad, li tevahî cangorîyê azadiyê  li gele kûrdistanê û êzidî, lî sûrîye têvahî rojhilata navîn û cîhane, tevahî  dayîk û malbatê şehîda û berxwedêrên di vê têkoşînêde gazîbune, lî tevahî gelê azadîxwaz,  li tevahî  jînê berxwedêr, bi teybet li  YPJ û QSD  pîrozdikin.

Bi dawîkirina daîş di dîrokêde rupelekî nû jî bo gelê azadîxwaz vekir ev mîladekî nüye. Ev pêngava rizgariyê bi bedelê giranbuha pêk hat. Ev keraseta bi navê DAÎŞ’ê pêk hat planekî qirêj û şerekî bi wekalet bu. Bi planekî dagirkerî erîşekî hovana li ser gelê rojhilata navîn û kêm netewa dan dest pêkirin. Di kêlîyê ku herkes bê hêvî bu û dihat gotin ‘kobanê ket wê bikeve’. Lê belê ev êrîş li Kobanê hat sekinandin, lî Şengal hat valaderxistin li Minbiç û Reqqa starta bi dawikirinê hat destpêkirin. Îro jî ev güruh bi hemleya bahoza firatê ket nav sorgihe dîrokêde. Di kêliyê ku teknîka serdemê li hember vê dagirkeriyê bê çare ma lê zarokên vê axê bi bawerî ,vîn, û fedakariyekî pir mezîn xwe kirin mertalê azadiyê. Bun tirejê siberoja hêviya azadiyê û rastiya berxwedana ku; encama wê zafere nîşanî herkesî da. Ev ked û berxwedaniya pîroz serdemekî nû bi xwera avakir û bu nirxê  hevpar ê tevahî gelan.

Di van êrişê dagirkerde wek şengal me jî  fermanekî mezîn jiyankir li hember vê fermana bi serme da hatî hêzê YPG û YPJ sînorê welatê xwe derbaskirin û bi vekirina korîdorê, bi şerê berxwedaniyê a li hember fermanêde bun xwedî kedekî pir mezîn. Bi wesîla bi dawîkirina DAÎŞ’ê em sipasiyê xwe pêşkeş dikin. Wek zarokê gelê ezidî piştî vê fermanê me tola xwe bi YBŞ û YJŞ rexistin kir û li ser axa pîroz DAÎŞ jî holê  rakir. Dîsa li gel vê jî lî Minbiç, Reqqa û deverê din, bi YPJ û QSD mil bi mil di heman çepera de li hember DAÎŞ şerkirin jîbona me rumetekî pir mezinbu. Ev roj rojekî dîrokiye, hêzê  berxwedaniyê tiştê ku di aqil û xeyalê kesîde nebu pêk anî. Bu model û cesareta têkoşîna  azadiya gela. Bi vê re jî yekîtiyekî bê hempa lî ser vê axê avakir.

Wekî tê zanîn bi plansaziyeke dagirkerî, bi navê DAÎŞ’ê, sisiyê meha heşt xwastin fermaneke li serê gelême de bînin û koka me ya resen ji holê rakin.  Di serî de bi hezaran keç, dayîk û yên ku berxwedan û teslîmî dagirkerîyê nebun. Xwîna xwe li ser axa Şengalê ji mere kirin dîrok û bi hezara keç, dayîk însanê me ketîn destê van hovên dîrokêde, bi saya serê pakrewanên azadiyê re tenê me ev êrişa hovane neşikand di heman demê de bi rêxistinekê parastinê yê bi hêz me bersiva vê fermanê da. Di vê têkoşîna me de dîle xwe ê di destê DAÎŞ rizgarkirin bu peymana me a tol û rûmetê.  Di rizgar kirina dîlgîrtîyê destê DAİŞ’te kedek mezin a hêzên YPJ û QSD çêbu em cardin bi wesîleya vê rojêde sipasiyê xwe raberdikin.

Encama xeleka dawî ya vê berxwedaniyê a bi navê bahoza firate hatî avakirin. Jî bo gelê rojava, surî û cîhana azadîxwaz xwedî wateyek pir girînge.  Lê bi teybet jî bo  cîvaka ezidî xwedî wateyek mezîne. Ev serkeftina bi xwîna şehîda, bi ked û berxwedaniyekî bi rumet ava bu, mezîn bu û bu mîrate kî dîrokî û cîhanî. We bi ruhê kû dayî avakirin di dihatîya me da wê bibe hêz, rexistin û têkoşîna temînata  pêşeroja azadiya gelê bindest.

Li ser vî bingehî em wek hêzên YBŞ û YJŞ vê serkeftina dîrokî û keda mezîn li we, lî tevahî berxwedêra û lî gelê azadîxwaz pîroz dikin. Jî bona  YPJ u QSD di erkê dema nû de serkeftînê dixwazin.

 

FERMANDARIYA YBŞ-YJŞ

24-03-2019

 

 

 

 

 

Loading

Share post:

Popular

JI BO BÎRANÎNA MAM ZEKÎ

https://youtu.be/Y3bfDVpE0aU

JI BO ÇAPEMENI Û RAYA GIŞTî

  Wek tê zanîn hemû gel û tevger xwedî rojên...