Em bi bonêya salvegera şahadeta mamê tifaqa yêkîtiya me Zekî Şengalî bi tekoşîna rûhê egîda bi bîr tînîn û rêka Mam Zekî ji bo berxwedanê û peşêngtiyê vekîrî de em soza armancê wî gihandina serkeftînê nû dîkin. Dîsa salvegera duwazdemîn ya komkujiya Til Ezêr û Sîba Şêx Xidir û her wiha pêncemîn salvegera komkujiya Koço’yê de em tevahî şehîdên fermanê bibîrtînin. Di şexsê şehîdên her sê komkujiyan de em tevahî şehîdên fermanê û herweha tevahî şehîdê maratona azadiyê bi rêz û bi minet bibîrtînin û bi rihê tolhildana hemû ferman û qirkirinan soza xwe ya bilindkirina têkoşînê û bûyîna bersiva tevahî fermanan didin.
Çardehê tebaxa 2007 komkujiya sîba û tilezêr bû, sê tebaxê fermana 2014 pek hat. Herweha 15’ê tebaxa heman salê de komkujiya koço ne tîştek tesadûfe. Fermanê li ser me pêk hatî raserî roj û vejîna gelê kurdîstanê pêk anîn planekî bi hişekî dîrokî hatî kirine. Jî bo 15’ê tebaxê di dîroka gela de xwedî wateyekî lî hember dagirkerî nû vejîna azadiyê ye. Dîsa heman roja de êrîş li ser Mam Zekî pêk hat. Bi vê êrîşê dijmin xwest ruhê me ê nû vejînbunê bi çikêne. Bi êrîşê li ser Mam Zekî xwestin nirxê me yê di tekoşîna dijî fermanêde çêbuyî û di şexsê Mam Zekî de buyî sitûna azadiya civaka me bişkînin û bi çewisînin. Plangerî bi van hesaba hatibû kirin. Lê tekoşîna YBŞ YJŞ û sekna gele me ê berxwedêr ev plan û xeyalê dijmina şikand û tekoşîna xwe mezintir kir. Di vê tekoşîn û berxwedanê de îro YBŞ û YJŞ ne tenê hêzek parastina şengalê, di heman deme de hêzek di çareserî û îstîqrara iraqê de jî xwedî rol û mîsyonek serekeye. Di roja îro de YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzidxan di tekoşîna li dijî DAÎŞ de disa parastina hevbeş û tifaqa gelê iraqê de hêzek dîyarker û serekeye. Li ser tifaq û demokrasiya heremê de temînatek girîng e. Mam Zekî tovê avakirina hêza parastinê bi ked, tifaqî û biratiya gela ve avakir û di vê oxirê de xwe kir cangoriyê van nirxê azadiyê. Di sala yekemîn a şehadeta wî da wekî dijmina dixwest me paşde gav ne avêt. Me di înşa kirina xeyalê mamê xwe de gavên tifaqî û parastinê ê pir girîng avêtin. Di her rojê tekoşîn û berxwedaniyê de em ê xwestekê Mam Zekî li ser vê axê misogerbikin. Di xweseriya demokratik avakirinde, YBŞ û YJŞ mezinkirin û kirina hêzekî serkeftînê de her dilopek xwîna şehîdên me wê bibe hêz û sonda me a tekoşîn û serxistinê.
Di roja vejînê a 15’ê Tebaxê de em di şexsê egîdê êzîdxanê Mam Zekî Şengalî de tevahî şehîda bi bîrtînin. Soza şopandina rêka wa didin. Ala wa bi xwîna xwe bilind kirî bi ruhê wa efirandî em ê parastinekî serkeftî bi gihênîn encam.
Fermandariya YBŞ û YJŞ
14-08-2019