“Ên ku dilên wan bi agirê azadî û rizgariyê gûr/geş bûyî ji giştî gelê me yê Êdîzî re!”
Ez gelê me yê Êzdî ku bi mirinê, bawerî û çanda xwe diparêzin, berxwedanî û serî rakirina wan a li hemberî zilmê silav dikim. Silavên xwe yên germ û hezkirina xwe ya mezin dişînim ji wan şebab û jinên Êzdîxanê re ku wana cardin li Çiyayê Şengalê agirê berxwedaniyê pêxistin û ala şerê rûmetê bilind kirin. Silav dikim ew jin û şebabên ku têkoşîna azadiyê li Şengalê dimeşînin.
Agirê berxwedaniyê, mizgîniya jiyana azad e. Heyanî berxwedanî pêş nekeve, azadî û rizgarbûna însan jî pêşnakeve. Civakên çandî û olî ji dîrokê heyanî roja me ya îro timî rastî êrîşên cesedî û siyasetên helandinê yên sultayan û dewletan hatine. Dewlet û sulta, hebûna civakên çandî û olî her tim ji bona xwe wekî xeterî dîtine û xwestine wan ji holê rabikin. Ji ber ku civakên çandî û olî, qet zulm û dexta sultayan, siyaset û exlaqa dewletan qebûl nekirin û nakin jî. Her tim li hember sulta û dewletan berxwedanî kirin û xwestin çanda xwe azad bijîn.
Di nava Rojhilata Navîn de bi taybet jî li Kurdistanê, herî zêde gelê me yê Êzdî û Elewî, ev êş û elema sultayan jiyan kirin. Bi taybetî Sultaya Îslam, dijminiyekî dijwar li hember çand û dînê Kurdan da meşandin. Bi dext û zulmê, xwest çand û ola Kurdan bihelîne û tune bike. Gelek karesatên dijwar li ser civaka Kurdan bi taybet jî li ser gelê me yê Êzdî pêk anî. Di dîroka mirovatiyê de karesatên wiha tu carî nayên jibîrkirin.
Li hember van êrîşên Sultaya Îslamê, qismeke mezin a Kurdan berxwedaniyeke bêhempa kirin û ruxmê karesatan dîsa jî di çand û ola xwe de israr kirin. Ruxmê ku pir hatine tepisandin, gelek zulm û karesat jiyan kirin, dîsa jî gelê me yê Êzdî û Elewî dest ji ola xwe û çanda xwe bernedan. Berxwedaniya çandî û olî di van xakan de bûye çand. Heta niha jî vê çandê xwe parast û ji niha şûnde jî wê hebûna xwe bidomîne.
Di nava van civakên ku rastî êrîşên cesedî û çandî dihên de, êş û elema herî mezin jin dibîne. Jin mamosteyê jiyana çandî ye. Zarokên ku pêşeroja civakê didine diyarkirin, ji dayîkên xwe fêrî çand û ola civakê dibin. Ji ber vê sulta û dewlet, dema ku dixwazin civakeke çandî yan jî olî ji holê rabikin, herî zêde êrîşê jinan û qîçan dikin. Her cure tecawûzan li ser jinan pêk tînin. Li hember van tecawûzan, jin bêparastin û bêrêxistin e. Di civakekê de heke parastin û rêxistinbûna jinê nîn be, ew civak jixwe mirî ye. Ji ber ku parastina civakan tenê bi rêxistinbûna jinê re dikare pêk were. Di berxwedaniya xwe ya 40 salan de civaka Kurd ev rastî pir baş dît. Kengî jina Kurd xwe rêxistin kir û hêza xwe ya sîyasî û leşkerî ava kir, wê demê civaka Kurd jî karî li hember êrîşên dijminê xwe berxwe bide û nêzî azadiya xwe bibe.
Di bingeha hemû pirsgirêkên civakê de koletiya jinê heye. Pirsgirêkên siyasî, îktisadî û parastinê hemû bi koletiya jinê re eleqedar têne jiyankirin. Ji ber vê yekê ji bona çareserkirina pirsgirîkên civakî, icbare ku korbûna li ser rastiya jinê heyî bêye şikandin. Korbûneke mezin di derbara heqîqeta jinê de tê jiyankirin. Ji bo şikandina vê korbûnê, pêwîst dike ku însan hewldanên mezin ên rewşenbîrî pêş bixe û serdestiya mêr birûxîne. Ji ber ku zilamê hukumran naxwaze rastiya jinê bêye zanîn. Heta ji bona rastiya jinê veşêre, derbarê jinê de gelek derew pêşxistî ye. Mêrê hukumran, aqlê jinê îqnayê 4 derewên mezin kirî ye û bi van derewên bi zordarî, tecawuz, heqaret û dextan, bi jinê daye bawerkirin;
Derewa yekemîn ev e; jin koleya malê ye. Ew qas koleya mêrê xwe yan jî babê xwe ye ku nikare bê musada wan tiştekî bike. Jin ew qasî hatiye piçûkxistin ku êdî ew jî li gorî mêr xwe pir ‘kêm’ dibîne. Aqlê mêr ji aqlê xwe mezintir dibîne.
Derewa duyemîn; jin tenê kêrî zarok anînê tê. Karê wê çêkirina zarokan e.
Derewa sêyemîn; hebûna jinê tenê ji bona xizmeta mêran e. Karên herî zehmet bi jinê têne kirin. Ji ya wî, jin tenê ji bona xizmeta mêr hatiye avakirin. Ev fikra xwe bi jinê jî daye qebûlkirin. Ji ber vî jin ji sibê heyanî şev li ber destê mêr weke koleyekê dixebite. Barê zarokan, karê malê, rêvebirina malbatê hemû li ser pişta jinê ye.
Derewa çaremîn; jin milk e. Di bin navê jin namûs e, jinê dikine milkê mêr, milkê bab û milkê malbatê. Ji ber ku jin weke milk têye qebûlkirin, êdî weke însan nayê dîtin û ji ber ku milk e, pir rihet dikare bêye firotin.
Bi kurtasî Malbat, weke dewleteke piçûk a mêr hatiye avakirin. Mêr, weke endamê dewletê yê di nava malbatê de ye. Zulim û dexta ku dewlet li ser civakê dimeşîne, mêr jî li ser jinê dimeşîne. Hukumranê malbatê mêr e. Jin di malbatê de weke kole û girtiyê mêr e. Malbat, bi vê rastiya xwe, ji bona jinê tenê hejarî, koletî, êşê tîne. Ev rewşa jinê ya ku di malbatê de heye, dihêle ku civak jî hejarî, koletî û êşê jiyan bike. Ji ber ku civak li ser rola jinê ava dibe; Zarokên ku pêşeroja civakê ne, jin mezin dike. Zarok, civakîbunê ji dayikên xwe fêrî dibin. Exlaq, çand û zimanê civakê jin nîşanê zarokan dike. Ji ber vê heke jin koletiyê, hejariyê û êşê jiyan bike, tişta ku vê zarok fêrî bibin jî koletî, hejarî û êş e. Jin çi jiyan bike, ew ê zarokên xwe jî li gorî wê mezin bike.
Ez, weke kes vê koletî û hejariya jinê qebûl nakim. Koletiya jinê ya ku bi destê mêr hatiye avakirin, em ê bi destê jinê li holê rabikin. Jiyana herî birûmet û xweşik jiyana ku bi jina azad re têye jiyankirin e. Tebîeta jinê pir dişibe xwezayê; jin zayînê û jiyanê pir baş nas dike. Bi sedema xebat û tevgera xwe di tebîetê de û jiyana civakî de çi diqewime, çi dibe, herî baş jin fêm dike. Ev yek jî jinê dike zana û hozana civakê. Ji ber vê civakîbûn li dora jina dayik pêk tê. Bi kurtasî jin temsîla herî mezin a civakê ye.
Ji vê sedemê çavkaniya pirsgirêkên jinê û civakê yek e. Tehakuma, sulta ya li ser civakê, piştî tehakuma mêr a li ser jinê pêşdikeve. Têkiliya kole û efendî destpêkê di navbera mêr û jin de têye avakirin û piştre li ser hemû têkiliyên civakî hatiye ferzkirin. Ji ber wê asta koletiya jinê, asta koletiya civakê dide diyarkirin. Ji lewra heta çareseriya jinê, azadî û wekheviya wê nebe, tu pirsgirêka civakê ji binî ve çareser nabe û azadiya civakê jî pêk nayê.
Koletiya jinê mirov nikare bi çi cureyên koletiyê re muqayese bike. Maneya jinbûnê, mirova herî zêde di zor û zehmetiyê de ye. Ji ber vê pêdivî pê heye ku şoreşeke jinê pêk were. Çawa ku koletiya jinê koletiya herî kûr e, divê şoreşa jinê jî bibe şoreşa herî kûr a wekhevî û azadiyê. Eger şoreşeke jinê ya bi kok, ango di jiyan û zîhniyeta mêr de guhertin çênebin, rizgariya jinê mumkîn nîne. Her wiha rizgariya civakê jî mimkun nabe.
Hevaleke me ya jin a Êzîdî bi navê Bêrîvan hebû, li Cîzirê şehîd ket. Şehîda yekemîn a Cîzirê bû. Tekoşîna Bêrîvanê hişt ku piştî şahadeta wê Cizîr rabe serhildanê û bibe warê serhildanan. Berîvan jî berê qîçeke kole bû, nedizanî bipeyive û bikene. Lê piştre bû jineke têkoşînvan, jineke bêtirs, jineke azad û pêşeng… Bi peyv û fikrên xwe bi sedan Cizîrî tesîr kir û rakire serhildanan, mudahereyan.
Ez niha tiştên ku jinên Êzdî jiyan dikin dibînim, pir xemgîn dibim. Destana Edûlê û Derwêş di rastiya wan jinan de xwe dubare dike. Ruxmî ku ev heft sal e ez hişyarî ji bo Şengal’ê dikim, ji ber tedbîr nehate girtin tişten qêwimîn we dît. Di karesata ku hate jiyankirin de ne tenê Jin û qîçên Êzdî hatin qetilkirin û tecawizkirin. Ya rastî em hemû hatin qêtilkirin û tecawizkirin. Pewîst dikir ku dinya bihata xirakirin. Fermandarek qenc hebûya, tekîliyên Barzanî û Daîşê derxistibûna holê, ew tişt nedihatin jîyankirin. Barzanî di nameya ku ji min re nivîsandî de dibêje; li Şengalê pêşmergeyên me bedelên herî giran dane û bi şahadeta sedan pêşmergeyen me Şengal rizgar bûye. Jê re bibêjin; 9 hezar pêşmerge li Şengalê bûn, lê Êzdî perîşan kirin. Peşmerge reviyan û Êzdî hatin qetilkirin. Gelê me yê Êzdî pir bi nirx e. Pewîst e parastina xwe ya cewherî bi xwe bike. Em nikarin wana di însafa pêşmergeyan de behêlin. Bila bi avakirina kantona Şengalê re, Êzdiyan cardin paş de vegerînin li ser xakên wan û xebatên rizgarkirina Şengalê bidine destpêkirin. Ji bo vê pêwîstiya hêza parastineke xurt heye. Pêwîst e DAİŞ li kê derê be, li wir bê derxistin. Êdî destûr ji îxanetê re nayê dayîn, dem dema yekbûnê ye. Êzdîtî koka ejdadê Kurd e. Ya em ê gelê Êzdî biparêzin û şerefa xwe heyî bikin yan jî wê Kurdinî tune bibe.
Taleba Jinê ya Bibe Artêş Bi Taleba Azadiyê ve Girêdayî ye
Em ê bi nîqaşan û bi sererastkirinên nû çareseriyek ji artêşbûnê re bibînin. Em dikarin bibêjin ku asta azadiya şoreşê bi asta rêxistinbûn û çalakvaniyê ve girêdayî ye. Serkeftina şoreşekê serkeftina di rêxistin û çalakvaniyê de ye. Di şoreşê de serkeftina jinê jî serkeftina perwerdekirina wê, rêxistinbûna wê û çalakvaniya wê ye. Di vê demê de faliyeta esas, bingehîn şer e. Li gorî ku daxwaziya jinê zêde ye ku tevlî vêya bibe, rast nêzikbûna artêşbûnê pêdiviyeke ji ber xwe ye derdikeve holê. Aşkera ye ku bi tevahî rêxistinbûna jinê, bi taybetî di nav şer de rêxistinbûna wê, xwedî hin taybetiyan e. Di dîrokê û roja me de artêşbûn weke karê mêr hatiye qebûlkirin. Faliyeta leşkerî her wekî di bin destê mêr de ye. Tevlîbûna jinê ya vê sahayê hem ji aliyê exlaqî ve hem jî ji aliyê qanûnî ve hema bibêje hatiye qedexekirin. Em dikin ku vê qedexeyê rakin. Em artêşbûna jinê ya ku dîrokê qedexe kiriye û leşkerbûna jinê ya pir kêm cî didinê, zorê didin astengiyên li pêşiya wan. Li dijî ferzkirinên adet û teqelûtan, ên siyasetê û hiqûqê, hereketeke me ya refleks û hilweşandinê heye. Jixwe jin ku dixwaze di nav gerîla de cî bigire jî bi vê sedemê ye. Daxwaziya jinê ya ji bo gerîla, bi daxwaziya wê ya azadiyê ve girêdayî ye. Bi mafdarî dixwaze azadiya xwe di gerîla de pêk bîne.
Di artêşbûna gerîla de rastiya jinê çi îfade dike? Girîng e mirov zelaliyek ji viya re bîne. Ji bo vê girîng e: Ew nêzikahiya kevneşopî ya ku dibêje “Gerîla zêdetir karê mêr e.” Li ba me pir bi tesîr e. Dîsa jin jî di vê mewdûê de zêde bi îdîa nebe an jî qet nebe ji aliyê fizîkî, ruhî û siyasî ve xwe tam tevlî neke, dihêle ku weke ya duyemîn û jirêzê were destgirtin. Yanê ew xetere heye ku bibe pêvekeke artêşbûna mêr. Jin, hema bêje di bin siya mêr de hereket dike. Hin nêzikahiyên jinê hene ku bi daxwaziya wê ya azadiyê re li hev nakin; pasîf, gerîla weke amûra azadkirina nasnameya (hewiya) xwe nabîne, mêr çi bêje bi koletî an jî ji ber xwe ahengek nîşan dide. Wisa nêzik dibe ku xwe bi aliyên erênî û neyînî binirxîne û tevlî bike, hê ji viya dûr e. Di nav civakê de ciyekî çawa girtibe, di nav refan de jî wê biteyisîne, xeteriyeke wiha heye.
Ji ber vê yekê, li gerîla be, di nav faliyetên siyasal de be, rêxistinbûna jinê, artêşbûna jinê, taybetî û xweseriyên vana, bi talebên xwe derketina holê mezbût kirin girîngiyeke mezin e. Ger em viya nekin, wê azadiya jinê vala derkeve. Nêzikahiyeke wiha dibêjin: “Çawa be wê şoreş çêbibe, her kes wê heqê xwe bigire”. Hin deman Çepên Tirk jî ji me re digotin: “Em ê li Tirkiyeyê şoreşê bikin, pirsgirêka neteweyî jî wê ji ber xwe çareser bibe”. Cêribandina PKK’ê nîşanî me da ku heta em şoreşeke mezin a rizgariya neteweyî nekin ne li Tirkiyeyê şoreş çêdibe ne jî gelê Kurdistanê rizgar dibe. Ev ji bo pirsgirêka jinê jî wiha ye. Lazim e neyê gotin ku “Şoreş pêk were, wê jin ji ber xwe rizgar bibe”. Gelek şoreş viya wiha gotine, lê derketiye holê ku jin jî ji ber xwe rizgar nebûye. Her wiha, çawa di pirsgirêka neteweyî de, di pirsgirêka jinê de jî, jin bixwe, bi fikra xwe bixwe, bi rêxistina xwe, bi çalakiya xwe divê viya bi dest bixe. Gelek girîng e ku jin di vê mewdûê de hêza xwe ya cewherî derxe holê û bide peyivandin.
Faliyetên me yên gerîla, heta xebatên me yên nav gel, destekê dide azadiya jinê. Rê li ber pêşketinên wisa vedike ku mirov nikare bi ewil re bide ber hev. Lê em hê jî nikarin bibêjin ku ev têr dike, pêşketin hatine mezbûtkirin. Mefhûm û helwestên kevn her kêlî dikarin ji nû ve derkevin. Heta çêdibe rê li ber pêşketinên neyînî yên ji ewil xerabtir jî vekin. Carna nêzikahiyên kevnar derdixin û têkiliyên wan bi mêran re, rê li ber revên herî xayînane û tasfiyekar vedikin. Nêzikahiyên ji cidiyetê dûr û pir seranser cemaeta me şêlû dikin. Yanê rexmî ku li ser navê azadiya mezin û bilind derdikevin rê, rê li ber encamên bîleks vedikin, em dîm rastî bûyerên wiha tên. Em divê diyar bikin ku heta mirov bi giştî karên xwe di asta “wê şoreş pêk were, azadî were qezenckirin” de negire dest, bi nêzikahiyên kevnare, înkarwarî û seransere bigire dest şoreş pêk nayê. Bi helwestên bûrjûwaya biçûk em xwe nexapînin, kêm nehêlin, li gorî xweseriyê rêya çareseriyê aşkera deynin holê. Viya jî ji tesaduf û niyetên kesan re terk nekin, bi avahiyeke rêxistinkirî, bi rêveberî, bi kontrol û sazîbûnî saxlem bikin wê ev bibe helwesta herî rast. Em divê vana fêm bikin û pêwîstiyên vana bi cî bînin.
Lazim e mirov nîqaşê di vê çarçoveyê de bike. Helwesta çepgirî ya sekter (hişk) a dibêje “em li dijî sûlta mêr in” meriv veneguherîne helwesta “em bi tevahî li dijî mêr in”. Dîsa mirov nekeve mefhûma pir rastgirî ya dibêje “wê bi giştî şoreş pêk were, wê çaxê heqê para me em ê bigirin”. Lazim e hemû taybetiyên bi sûltaya mêr bibîne, rexne bike û hewl bide derbas bike, dîsa xwe ji şoreşa giştî re, ji lîberalîzmê re terk neke. Hê ji niha ve bi helwesteke rojane rêya xwe ya rizgariyê ya azad ronî dike, hewldana viya datîne holê ya herî rast e.
Her wiha perwerde û rêxistinbûn bi girîngiyeke mezin e. Hele mesele bibe artêşbûn, lazim e mirov zêdetir lêhûrbûnê bike. Dema ev hincet li ber çav bên girtin, di serî de gerîla, di faliyetên cur be cur de artûşbûna jinê, rêxistinbûna wê pêşxistin; viya ji bo azadiya wê bigire bin ewlehiyê, taloqî paşerojê neke, rojane hema niha pêk anîn gelek girîng e. Hûn rojane berpirsiyar in ku çalakiya xwe ya azadiyê, di ruh, fikir, rêxistinbûn û jiyanê de pêk bînin, fêm bikin, bidin jiyankirin. Dema em fêm bikin helwdanên we dîm û zêde ne em dikarin behsa faliyeteke rizgariyê bikin. Tenê wê çaxê em dikarin bi rastî alîkariyê bidin pêkhatina nasnameya xwe, azadiya xwe, talebên xwe.
Wexta ku gel, çîn û her cure kom taleba mafê xwe dikin, bêyî ku xwe terkî însafa hinekên din bikin, zariyan jêre bikin, bi çalakiyên xwe, bi rêxistinkirina viya li bersivê bigerin, wê ya herî rast bikin. Yên taleba mafê xwe nizanibin, heta nekin bername, rêxistin nekin, derbasî çalakiyê nekin, tenê ji hinekên din re lava bikin –weke di rastiya jinê de- wê bibêje “hevserê min, mêrê min her tiştî dide, merivê û nêzên min stara min in”. Yan jî dîm dest ji xweda re vedike, dia dike, talebên xwe dibêje û rizgariyê wiha dibîne. Em ji jiyana rojane baş dizanin ku ev nêzikahî çiqas dixapîne. Ev dibêjin qey xwe bispêrin dostên baş, bi alîkariya hinekên din bimeşin wê rê bigirin. Di nav partiyê de jî, difikirin ku pişta xwe bidin mêrên bi taybetî di rêveberiyê de ne wê ji xwe re cî çêbikin. Di jinê de ev, hinek jî nêzikahiyeke dixîne, serî ditewîne ye û heta bibêjî jî zêde ye.
Lazim e em ji bîr nekin ku bi viya azadî nayê bidestxistin. Em divê ji bîr nekin ku ji destpêkê ve serî tewandin hatiye esasgirtin û wê ev jî bi koletiyê bi encam bibe. Ev hemû hê bi giranî di nav refên me de tên jiyankirin. Em dixwazin pêşî li viya bigirin. Azadî bi nasnameya cewherî, bi şerê cewherî çêdibe. Meriv bibêje qey xwe bavêje hîmaya hinekên din, xwe bispêre hêza rêveberiyekê, di vê mijarê de şexsiyeta jinê bi erzanî bi kar bîne wê azad bibe, xwe xapandin e. Bi van nêzikahiyan, çiqas here wê tîpek kole ya nû, durû, xwe dixapîne, lihevdike derkeve holê.
Aşkera ye ku divê mirov heta bibêjî rastîparêz be. Di nav partiyê de û li derve, li hember her rêhevalê/î, her dostên nêz û dûr, divê em bibin kesek bi nasnameya cewherî, xwe winda nake, bawerî bi hêza xwe ya cewherî tîne. Encama tabiî ya vê nêzikahiyê artêşbûn e. Dema jin bibe artêş; pêkhatina talebên şexsî, rojevkirina nasname û azadiyê, wê hê bêtir rasteqîn be. Ji ber ku maf bi hêzê tên girtin, bi xwe spartina kesên herî nêzî xwe nabe. Hêz jî rêxistinbûnê dixwaze, divê hûn viya heta hestiyê xwe hîs bikin.
Bi vî awayî bi rastiya Serokatî ve girêdaneke erzan û seransere ez bêmane dibînim. Li şûna ku bi nasnameyeke milîtanî, bi hêza fikir û rêxistinê nêz bibin, bi niyetên pir caran tên dîtin, yên seransere, pir cure sûbjektîf, weke bi xwdayê xwe ve girêdayî bin, girêdanbûneke wiha weke terzê girêdaneke pir paşketî dinirxînim. Jinê anîne rewşeke wisa ku heta bibêjî ji viya re munasîp e. Divê mirov viya bide derbaskirin. Rêya viya jî di rêxistinbûna azad re derbas dibe. Ya herî rast ew e ku jin bi rêxistinbûnên leşkerî, siyasî, civakî, îktisadî û hwd, bi talebên xwe û rêxistinbûna xwe tevlî bibe. Fikirandin, nîqaşkirin, qirargirtin, divêtiyên vî karî ne.
Dema tu rêxistinkirî bikevî sahayên wiha wê cidiyetek bidin te. Berê mêrek ku sûltaya xwe, hêza xwe ya ji adet û teqalûdan digirt dida pêkanîn an jî saziyek xwe bi îmtiyaz didît wê hinek were sînorkirin. Meriv bikaribe pêşî li mefhûmên dibêje “ez çi bixwazim ez ê bikim, ya dilê xwe bidim ferzkirin, qanûn e, divê tu stû bitewînî” bigire û bibêje “nasnameyeke min jî heye, heqê min heye, daxwaziyên min hene” tenê dema mirov bibêje “hêza min jî heye, rêxistina min jî heye” wê pêk bê. Hemin em tevahî mafên netewî û talebên çînî bi gerîla digirin, wê jin jî rizgariya xwe hinek bi gerîla pêk bîne. Ev jî bi artêşbûna jinê çêdibe. Artêşbûna jinê parçeyek ji artêşbûna gerîla ye, di nav artêşbûnek de ye, lê xweseriya wê heye. Wê ev xweseriya wê jî di artêşbûna gerîla de ciyê xwe bibîne.
Artêşeke gerîla weke di civakê de bi tevahî di înîsiyatîfa mêran de, bi zanebûn an jî ji ber xwe di hîmaya wan de, di hakimeyeta wan de na; di artêşbûneke ku jin jî bibe xwedî hêza artêşeke têde jin jî difikire, nîqaş dike, rêve dibe, rêxistin dike, kontrol dike, di artêşbûna gerîla de ciyê xwe bigire zêdetir rastîparêz e. Bi taleba azadiyê ve girêdayî ye. Lazim e rewşên fizîkî weke asteng nebin hincet. Kes nikare bibêje “fizîka wê li ber xwe nade” an jî “karên zehmet nikare, li malê çawa bi karên metbexê re mijûl e, bila di artêşê de jî wisa bike”. Her leşkerê artêşê, jina di nav artêşê de jî bi metbexê re mijûl dibe, lê van karan bi piranî hewaleyî jinê kirin, aydî wê dîtin ne rastî ye. Dîsa karên din ên binesaziyê, yanê karên mîna yên civakê jî dîm bi jinê dana kirin jî ne rast e. Her wiha ev kar hemû jî tên kirin, lê karên şer jî, çalakî jî tên kirin. Mirov bibêje di vê mewdûê de herî kêm bi qasî mêr îdîaya jinê jî heye, helwest deyne, sazîbûnê li gor vê amade bike ya herî rast e.
Di pratîkê de artêşbûna jinê dibe ku çawa be? Mînak di Eyaleta Botanê de Fermandariya Giştî mewcûd e. Di nav Fermandariya Giştî û Konseya Leşkerî de bi qasî ku avahiya jinê temsîl bike wê endam hebin. Di vê derê de mêr jî, jin jî asta temsîlê wê bibîne. Li ser navê temsîliyeta eniyê jî mêr jî jin jî wê cî bigire. Ber bi jêr ve, pêkhatina yekîneyan; yekîneyên mêr, yekîneyên jinê hene. Dema pêwîstî bi yekîneyên di nav hev de were dîtin carna dikarin yekîneyên di nav hev de jî ava bikin. Di xebatên hinek yekîneyên mêr de jin, di yekîneyên jinan de jî mêr dikarin rol bigirin. Ev dibe ku demborî an jî dîm bin, lê bi tevahî di nav hev de bin, wê bibe zordayîna rastiyan. Weke me di serî de diyar kir; ev, wê rêxistinbûna li gorî azadî û rastiyê şêlû bike, taleban şêlû bike, heta ber bi valaderxistinê ve bibe.
Her wiha weke ku di navbera jin û mêr de tu cudahî tune bin, di nav heman yekîneyan de cî bigirin em divê zêde wiha esas negirin an jî bi tevahî wiha nekin. Derdikeve holê ku yekîne cuda werin rêxistinkirin, wê zêdetir encam bigirin. Yan jî dibe pêwîstiyeke rastiya dîrokî, civakî, yanê nêzikahiya şoreşger. Di vê derê de mûtleqkirin tune, lê xweseriya jinê piştguh kirin jî nabe. Ji mangeyek bigirin, mewcûd be heta alayek jî dikare rêxistinbûna jinê pêk were. Hinek şervan, hinek fermandar, hinek perwerdekar, hinek lojîstîkvan, yanê rêxistinbûna artêşekê çawa were pêşxistin, pêşxistina rêxistinkirina jinê jî wisa munasîp e. Divê bikaribin xwe bixwe perwerde bikin, bi rêxistinbûn û hêza cewherî bimeşin. Ji bo xusûsên tên diyarkirin derbasî çalakiyê bibin, divê yekser bi van yekîneyan werin meşandin.
Aşkera ye ku wê li ber serê gurûbên mêran bin an jî bi hev re bikevin hereketê jî. Rêxistineke, şereke pir cuda ya jinê tune ye, şer bi hev re ye. Weke mînak li herêmên şer hem yekîneyên mêr, hem ên jinan hene. Wê hevkariyê bikin, destekê bidin hev, piştgiriyê bidin hev, lê tevlî nav hev nebin, di nav hev de nehelin. Çêdibe ku çalakiyên hevpar hebin, lê hinek çalakiyan yekîneyên jinê bixwe dikarin bikin, divê ev jî biyanî neyên dîtin, hinek çalakiyan jî yekîneyên mêran dikarin bikin. Di şer de hem çalakiyên bi hev re bikaribin bikin, hem jî çalakiyên bi yekîneyên cihê werin lidarxistin hene. Ev terz carna dikare bêtir serkeftî be.
Yekîneyên jinê eger bi tevahî di hîmaya mêr de şer bikin, wexta hîmaya mêr ji holê rabe wê artêşbûna jinê jî biqede. Yan jî nêzikahiyên weke pêwîstiya me bi alîkariya mêr tune ye, heta dawî em ê bi serê xwe şer bikin, xalên li aliyekê ne û ne rast in. Piştgirî û bihevre, rastênhev dîm pêwîst e. Lê tevahiya xwesertiyan înkarkirin, weke gopalekî dîm ji xwe re li spartekê bigerin, bê gotin “hîmayeya mêran nebe yekîneyên jinan nikarin bimeşin, şer bikin”; tê maneya xwesertiya xwe, nasnameya xwe, şexsiyeta xwe înkarkirin e. Bi van mefhûman tu car azadbûn çênabe. Ji ber vê yekê lazim e nêzikahiyeke rast ji artêşbûnê re bê pêşxistin. Nêzikahiyeke wiha ji gerîla re bi qasî ku girîng û pêwîst e, em ê viya di rêxistinbûna siyasal de jî biteyisînin. Em ji bîr nekin ku, tevlîbûneke jinê ya hezaran derbas dike heye, ev jî objektîfî (bêalî) artêşbûn e. Ji vî alî ve ev pirsgirêk çareseriyeke lezgîn dixwaze û di dema paş me de yekîneyên jinê bi gaveke lez, bi terzekî xurt avakirin û hereketkirin a herî rast e.
Li ser artêşbûna siyasî; me diyar kiribû ku serhildan zêdetir cureyek çalakiyê ye ku bêtir jin dikarin pêk bînin. Heta ya rast ew e ku jin pêşengiyê jêre bike. Niha erkên cudatir derdikevin holê. Xwepêşandan, faliyetên siyasî û rêxistinî, ji firotina rojnameyan bigire, heta weşan û belavkirina wê, xwepêşandanên kolanan (şera), heta çalakvaniya van jî dikarin alîkariyê ji artêşbûna jinê hêvî bikin. Yan jî ev rêxistinbûn dikare rê li ber zêdetir pêşketinan vebike. Li bajaran beşên ku dijmin dikare kêmtir kontrol bike, jin in. Gerîlayên mêr ên ji çiya hatî dikarin zû tespît bikin, lê jineke xwe baş kamûfle (veşartibe) kiribe, wê herî kêm balê bikşîne. Her wiha di faliyetên bajaran de, xebatên siyasî de, di serhildanan de, heta di yekîneyên çalakiyan de rêxistinkirina jinê gelek girîng e. Di xebatên îlegal (li derveyî qanûnan) û legal (li gor qanûnan) de, di çalakiyên şîdetê de û di çalakiyên aştiyane de hêza jinê bi nîspeteke mezin dikarin bikin hereketê. Di vê mewdûê de kêmasiyên cidî hene. Ji bo ev werin derbaskirin lazim e zêde li ser bê sekinandin.
Heta Artêşbûna Jinê Nebe Jin Nikare Xwe Bi Azadî Îfade Bike
Ya derketî holê; van nîqaşan ne tenê di asta teorî de pêşxistin, yek jî teyîsandina viya ya nav partiyê çêbû. Bi peyveke herî berbiçav, di serî de refên gerîla, weke divêtiya artêşbûna jinê, eger jin bi îradeya xwe ya azad tevlî faliyetên siyasî û leşkerî, bi taybetî bi her aliyî ve bi parçekirina têkiliyên koletiyê na, li ser esasê girêdana hev bûbe; ya rastî ev, tevlîbûneke azadiyê nîne, tevlîbûneke bi terzê koletiyê ye. Hatiye fêmkirin ku ji bilî rê li ber pirsgirêkan û serneketinan veke wê encameke viya ya din nebe. Bi aşkerayî derket holê ku tevlîbûn bi îradeya azad a kes, bi qasî fikra wê ya azad, fedakariya wê, wêrekî û hewldanê wê çêbibe. Yanê ne bi elimandinek, ne bi sedema girêdanbûna bi hinekan re, derket holê ku bi qasî azweriyên azadiyê yên kes, wekheviya mûtleq, bi îrade û fikra xwe bawer be, di vî warî de xwedî meşrûeke jiyanê be û divê wisa tevlî bibe.
Tenê bi pêşketina îradeya azad a jinê pêşketin dikare were bidestxistin. Hat fêmkirin ku dikare di jiyanê de bersiva pirsa divê çawa were jiyankirin bide. Di pratîkê de artêşbûneke jinê, tenê pirsgirêkeke leşkerî û siyasî nîne, amûreke gelek girîng a pêkhatina şexsiyet û nasnameyê ye. Dîsa derket holê ku heta ku jin artêşbûneke berfireh nejî, wê li hember tevahî ferzkirinên civaka bi sûltaya mêr bêçek bimîne. Wê nikaribe xwe bi azadî îfade bike, ji bo rizgarkirina cinsê xwe, bi her awayî bixebite û bibe bersiv. Ji bo artêşbûna jinê, ji îfadeya rêxistinbûna wê ya di her astê de, ne tenê li ser navê wekheviyeke kabe û çors nêzikahî tê dayîn. Derbarê divê jiyan çawa be de xisûsên heta bibêjî divê xweser û azad bibin hene. Lê ev di nav rêxistinbûnekê de bin wê baş werin fêmkirin. Wê bikaribin bi armanc û bernameyê ve girêdayî bimînin û wê ev jî di pratîkê de serkeftina gavên tên avêtin bîne. Bêguman jin û mêrên elimîne têkiliyên gelek besît, wê ji viya acis bibin. Weke mînak kesên bi têkiliyên gelek besît tên refên me mewcûd in, dibe ku artêşbûneke wiha bîleksî talebên xwe bibînin. Dîsa gelek jin, elimîne weke dûvik û pêvekeke mêr bijîn. Zêde naynin aqlê xwe ku bi hêza xwe ya azad şer bikin û bijîn. Dibe ku ev jî bêhtir acis bibin.
Mêr elimiye dîm jinê di hakimiyeta xwe de, di bin tesîra xwe de bibîne. Mefhûmeke wê ya wiha exlaqî heye. Jina ji viya rizgar bûyî, dibe ku ji wî re weke derbeke mezin, mîna çavkaniya acisiyekê bixuyê. Jineke wiha ji wî qut bûyî, heta bibêjî dikare azad bijî zêde li gorî wî nîne. Wê ew jî acis bibin. Lê bi awayekî din mirov nikare azad bibe, bersiva jiyana azad nayê dayîn. Zehmet e, ji bo ku wê zehmetiyan derxîne, mirov nikare ji mefhûmên çareseriya rast dest berde. Lazim e mirov bi kûrahî ji viya bawer be; rastiya jinê, her çiqas di tehlîlên partiyê de hatibin îfadekirin jî, meriv nikare bibêje ku ev bi heman nîspetê nebûye aydî her kesî. Dibe ku bi hejmareke gelek kêm kadroyên jin bi zanabûna tehlîlan hereket dikin. Dibe ku di têkiliyên wan de azadî hebin, lê beşeke berfireh jê, heta beşeke bi giranî, ji nêzikahiya azadiyê dûr e.
Pîvanên feodal û gelek kabe, çors hakim in. Pîvanên gelek li pêş yên bûrjûwa jî hene. Heta ev neyên derbaskirin, ne tenê li gor PKK’ê partîbûyîn, artêşbûyîn, rêxistinbûneke ji rêzê jî nikare were pêşxistin. Wisa be, ji bo halkirina pirsgirêkê, pêwîstî bi xebateke berfireh, bi amûrên pêkhatinê heye. Ji ber vê sedemê bi qasî mistewa teorîk, lazim e amûrên pratîk jî kêm neyên girtin. Tehlîlat, tehlîlatên teorîk in, ronîkirinê pêk tînin. Lê ev, wê çawa di pratîkê de bixuyê? Jinên dixwazin pêl bi pêl tevlî gerîla, tevlî serhildanan (mudahareyan) bibin hene. Em ê vê hêzê çawa derxînin holê, çawa perwerde bikin, li dijî nêzikahiyên bi sûltaya mêr em ê çawa zana bikin, rêxistin bikin? Ev pirsên girîng in. Heta têkoşînek bi vana re neyê dayîn, mirov dikare behsa kîjan azadiyê bike, em dikarin çawa behsa bersiva dayîna pirsa jiyanek çawa bidin? Bi vî aliyî ve jî, yanê bi aliyên pratîk jî, derdikeve holê ku pirsgirêk çiqas girîng e.
Ji bo ji sûltaya mêr, ji hemû ferzkirinên wî yên dikşîne newekheviyê dûr, heta derfeta pêre têkoşîneke watedar dide, li ba wî xwe, nasnameya xwe bibîne, hêza xwe derxe holê divê bibêje “ez çi me, ji ku derê têm, kî me, divê ez çawa bim, pêwîstiya min bi jiyaneke çawa heye, ez ewil xwe nas bikim, xwe bikim xwedî îradeyeke azad, zanîneke azad, bibim hêzeke azad, rêxistin bikim?”. Ji bo ev jî mimkun be, artêşbûna jinê amûreke jêneger e. Hinek heval dikarin bibêjin “ez dikarim pîvanên azadî û wekheviyê pêk bînim”. Bi hejmareke bisînor kadroyên partiyê dibe ku viya pêk bînin, lê pirsgirêk ne tenê çend kes, çend fermandar an rêveber in, pirsgirêk girseyî ye. Pirsgirêk, pirsgirêka şoreşgerbûna bi hezaran jinên ciwan e ku hê ji niha ve tevlî gerîla dibin. Em ji bîr nekin ku fermandarek, rêveberek, dikare pir rihet nêzikahiyeke feodal, kabe li ser keçeke ciwan a nû tevlî bûye ferz bike. Gelek kesên ji zankoyan hatine, jin û mêr, bi têkiliyên şexsî girêdayî hev in hene. Dikarin cemaetê sist bikin û çiqas hereketên bîleksê artêşbûnê hebin, heta dawî wan bikin. Heta bi objektîfî dikarin awayê herî xetere ya sîxurtiyê; tesfiyekariyê ferz bikin. Mirov van têkiliyan meşrû bibîne; tê maneya ku em di nav xwe de bidin jiyankirin. Ev jî rê li ber xisara ku wê kontrayê herî xurt jî nikaribe bide vekirin e.
Her wiha, yek jî bi vî aliyê xwe, ji bo li hember tesîrên pergalê safî û zelal bike, pêwîstî bi artêşbûneke xweser, yanê artêşbûna jinê heye. Ne mimkun e mirov nêzikahiyên mêr ên feodal ên li refan, dîsa nêzikahiyên mêrê bûrjûwa yê ji pergalê derketiye hatiye bi awayekî din bisînor bike. Jixwe me viya jî diyar kir: Eger kadroyên bikaribin pîvanên wekhevî û azadiyê bidin peyivandin hebin; ew dikarin di komîteyên wekhevî û azadiyê de bi hev re bixebitin, têkiliyên xwe binirxînin. Dikarin viya di her astê de, yanê ji pêkhatina exlaqê bigire heta pirsgirêkên şer, heta hêza jinê ya herî berhemdar, hêza mêr di nav hev de bimeşînin nîqaş bikin û bi encam bikin. Û dikarin bi aşkerayî diyar bikin ku ya herî rast jî ev e. Lê li gel viya, mêrê hê negihaye, kamil nebûye jî, jina azad nebûye jî, heta kesên bi pirsgirêkên şexsiyetê yên mirov diqedînin, bi şaşî ne, kole dikin, dijîn bêguman em ê bigirin bin kontrolê. Em ê hem bidin şerkirin, hem jî perwerde bikin. Em ê vana, bi qasî rastiya şer, bi qasî rastiya artêşê, em ê bi wan bixwe jî bidin nasandin. Em ê ji pirsên tu kî yî, bi çi armancî hatiyî, divê armanceke te ya çawa hebe, jiyaneke te ya çawa hebe jî bi zanebûn û îrade li hêviya bersivê bin. Ji bo vê em ê demek diyar bikin. Di vê mewdûê de aşkera ye ku jinên pêşeng berpirsiyar in.
Eger bixwazin hemcinsên xwe rizgar bikin, wê bizanibin ewil xwe perwerde bikin, rêxistin bikin, bidin şerkirin. Mirov keçeke hê nû hatiye, ji bilî amûreke cinsî ya kabe wêdetir xwe tiştek din nabîne, ji awayê jiyaneke bi hinekan ve girêdayî, di bin çengê hinekan de jiyînê wêdetir tu jiyanek nizane, li derveyî ku mûtleq xwe bispêre mêrekî û bijî difikire jiyaneke din mimkun nîne; wekhevî û azadiyê ferzkirin li derekê, her hereketa wê weke terzekî dide girêdan hatiye mezinkirin, mirov deyne nav cemaeteke wiha, ev xerabiyeke herî mezin e ku lê bê kirin. Heta mêrekî jî di vê cemaetê de li hember jinê serbest hiştin, bêpîvan hiştin xerabiya herî mezin e ku li wî mêrî bê kirin. Jin bêperwerde ye, nezan e, ji bersiva pirsa divê çawa bijî hê dûr e. Wisa be cihêbûna artêşeke wiha li cî ye, pêwîst e; di vê merhaleyê de jî amûreke azadbûnê ya gelek pêwîst e. Hinek jî dikarin bibêjin “ev ji me re zehmet e, em têkiliyên li gor dilê xwe dixwazin”, lê pergala ku ev dixwazin ne tenê serdema navîn, ji dema klanê ve têkiliyên bi nêzikahiya heta bibêjî kole dike bin, wê berpirsiyariya viya kî bigire ser xwe? Hin têkiliyên neyînî ku çêbibin, bi qasî têkiliyên îxanetê xetere ne. Heta mirov li ber çav bigire ku li ser vî esasî ber bi îxanetê ve diçin, derdikeve holê ku pêkhatina pratîk çiqas girîng e. Heta ku di gerîla de yekîneyên jinê neyên avakirin, dîsa di serhildanan de rêxistinbûna jinê, temsîliyeta jinê ya demdirêjî neyê pêşxistin, -ez nabêjim em weke femînîstan bin, ku ev jî nayê paşguhkirin- heta têkoşîn li dijî tesîrên mêr neyê dayîn, wekhevî û azadî nayê bidestxistin. Ji pirsa divê çawa bijîn re bersiv nayê dayîn. Ji bo vê hinek serbestî divê. Jin divê xwe bi xurtî di ber çav re derbas bike û bersiv ji pirsa nasname û divê çawa bijîn re amade bike. Bi qasî ev fersend were pêşkêşkirin, divê hem pêvajo hem jî qad, sahe destdayî be.
Di demên dawî de bi aliyên pratîk jî nêzikahî ji pirsgirêkê re tê dayîn. Çi di refên gerîla de, çi di saheyên tevlîbûnê yên din de, hatiye fêmkirin ku pêşketin derdikevin holê. Ev jî pêşketineke jirêzê nîne, ji bo serkeftina şoreşê xebateke jêneger, rastiyeke têkoşînê ye. Bêguman tevahiya van tehlîlatan û pêşketinên pratîk destpêka kar îfade dike. Bi qasî ji çi re nêzikahiya çawa, derfet û pêwîstiya ji ku derê, bi kîjan hewldanê dest pê bikin û bimeşin, derdixe holê. Pirsgirêkên dîrokî, bi yek carê, ji bo dilê we xwestî nayên halkirin. Bi qasî ku teoriyên ilmî, zanistî deynin holê, bi planeke dirêj amadehî, di pratîkê de gav bi gav, xebateke bi sebir û înad divê. Ev, ji bo pirsgirêka jinê bêtir balkêş e. Her wiha bila tu kes çareseriyên hêsan hêvî neke. Me somût, berbiçav ji we re got; “di bûyera hezkirin û eşqê de hûn nikarin pêşketin û jiyaneke hêsan, rihet bi dest bixin” Piştî ku me dît hinek ji nav me hest û azweriyên wan ên besît rê li ber encamên çiqas talûke vedike, bila tu kes têkiliya besît, sivik, hezkirina besît, cinseltiya besît û eşqa sivik hêvî neke. Em cinseltiyê, hezkirin û eşqê red nakin. Lê ev bi zemîna têkoşîneke saxlem, bi pîvanên têkiliyê, bi taybetî bi şer re girêdana wê, bi hesta welatparêziyê, bi rêxistinbûna partiyê çêdibe. Bi mûtleqî û xwe nexapîne, di peyvê de nebêje “ez wiha me” xwe deyne holê şert e. Li derveyî viya mirov nikare serî li pratîka hezkirin û eşqekê bide, bîlekîs ev wê bide windakirin. Me viya bi zelaliyeke mezin danî holê. Me nîşan da ku jiyaneke wiha wê şexs qehir bike, heta dikare bi tevahî jiyana xwe winda bike.
Jiyaneke wiha bêarmanc û bi rihetî ji têkçûnan re vekirî, bila çima bibe jiyaneke tê qebûlkirin? Têkiliyeke bingeha wê, cidiyeta wê, jidilbûna wê tune be çend pere dike, çiqas qîmeta wê heye? Mirov tenê li xerîzeyên cinsî binhêre, li têkiliyên dostikî binihêre û xwe berde, xwe bifroşe çi maneya wê heye? Kîjan têkiliya cidî, hezkirin dikare pêş bikeve? Pirsgirêk, asta têkiliya civakî ye, pêkanîna jiyana civakî, îdeala civakî ye, hezkirin û eşqa civakî bidestxistin e. Partî ji bo vê heye. Kadroyên partiyê ji bo vê îhtimamê didin têkiliyan û hewl didin bibin modêlên mînak. Ji bo vana hemûyan jî, bi vî aliyî ve me xwest em zelaliyek bînin. Bi baweriya min her milîtana aqlê wê li serê wê fêm kiriye ku pirsgirêk çiqas dijwar û girîng e. Çareseriya rast çiqas jêneger e. Tevahiya partiyê, girseya me ya artêşê fêm neke jî, yên asta wan a berpirsiyariyê pêşketî, dikarin bi qasî nêzikahiyê, îfadeyên xwe yên pratîkî jî êdî bixin rojevê û di vê mewdûê de xwedî li erkên xwe yên şoreşger derkevin. Bi jiyan û nêzikahiyên xwe dikarin ji bo vê bibin mînak. Divê viya weke peyveke jirêzê nebînin. Weke erkeke jiyanî ya pir mayînde ya şoreşê, ku divê pir îhtimamê bidinê bibînin, di her şert û mercî de hal bikin. Pirsgirêk çareseriya şexsî, îfadekirina hestên şexsî nîne. Bi qasî bidestxistina cemaeta partiyê, rastiya artêşbûnê, ev pêl bi pêl li civakê belav bibe û derxe holê ku hê ji niha ve şoreşa civakî di nav refên me de dikare çawa pêş bikeve. Her şoreşa civakî ya girîng jî, tenê bi tehlîlkirina jiyana pêşengên wê û bi pêkhatina serfiraziya di vê jiyanê de tê pîvandin û wisa dikare ber bi serkeftinê ve biçe.
Di bûyera şoreşa civakeke weke me de, ku bi serê xwe nakeve rêya pêşketinê, nabe xwedî çareserî, erka milîtanan heye ku hêza çareseriyê ya mînak a di jiyana xwe de, li tevahiya cemaeta partiyê, li tevahiya civakê belav bikin. Ev gelek girîng e. Divê jirêzê nêzî têkiliyan nebin. Terzekî ku asta civakî, netewî, heta însanî tesîr bike tim bînin ber çav û wisa nêzikahî nîşan bidin. Xuliqkar bin, ji bo qenciyê, rastiyê, sipehîtiyê bi dest bixin, bi qezenckirinên rojane qîma xwe neynin, qezenckirinan daîmî bikin. Bi zanebûna vê pêwîstiyê, bersivên pirsa divê çawa bijîn wê bidin.
Weke di her şoreşê de, di şoreşa me de jî her tişt mîna ji berê ve hatiye pêşdîtin pêş nakeve. Nêzikahî bi xetên sereke tên danîn, pêşketina pratîkî jî ya mayî temam dike. Jixwe kêmasî, şaşî hebin pratîk xwe ferz dike û halkirina wî jî dîsa ew bixwe bi xwe re tîne. Ya em li vê derê dikin; bi qasî ku bi xetên giştî pirsgirêkê deynin holê, nêzikî rê û amûrên halkirinê yên bingehîn bibin, îhtimamê nîşanî viya bidin. Di jiyana xwe de, bi hewldana xwe, heta ji dest me hatî tevkariyê bidinê. Şoreşa me, hê ji niha ve daniye holê ku mirov dikare bersiveke xurt ji pirsa divê çawa bijîn re bide. Xeyala jiyana tê pêşdîtin jî ji jiyana derbas bûyî hêja û binirxtir e.
Bêguman ev nirxandinên min, wê li ser jiyana we hemûyan tesîrên mayînde bihêle, heta hê ji niha ve taybetiyên şoreşger ên xurt ku nayên biçûkdîtin daye qezenckirin. Tehlîlkirina mezin dibe, çawa ku ji bo hemû xebatkarên partiyê taybetiyên xurt dide qezenckirin, di pêşketinên pratîkî de jî bi balkêşî xuya dibe. Pêşketin, ji bo her pirsgirêka ewil nedihat bîra mirov re jî baweriya hal çareserî dîtinê, ji wê jî wêdetir zanebûna me pêş xistiye. Ev cesaret, wêrekiyek, destpêka nûbûnekê ye. Weke her tim tê gotin, tevahî gavên şoreşger, hinek jî wiha dest pê dikin. Ewil wêrekiyê divê, bawerî divê û ev bi hewldanê re derbasî jiyanê dibin. Pirsgirêk, her ku diçe zêdetir vedibin, lê ji ber ku ketiye rêya halkirinê, gihîştiye lezeke xebatê ya diyar, terzê jiyana wê jî, bi înadeke mezin ber bi çareserkirinê ve dibe. Ev, serkeftineke dawî be jî, wê hêz bidinê. Her xusûsa ku pratîka PKK’ê îspat kiriye, ji bo pirsgirêkên rizgariya jinê jî derbas dibe. Keçeke gundî ya ewil nikarî gavekî azad jî bavêje, niha li çiyayên azadiyê, difikire ku dikare bi zanebûn û çeka xwe, ji her cure pirsgirêkê re çareseriyê bibîne. Dikare bibe xwedî wê hêzê, bigihê wê. Jineke di civakê de nikarî du peyvan bibêje, di tevahî pirsgirêkên dinyayê de, di mewdûên dîrokê de, di zanîna paşerojê de xwedî nêrînek e. Bi dilê xwe dikare bipeyîve, bibe hêza qirardayînê. Bixwaze dikare xwe bike artêş, bikşîne çalakî û şer. Ev, pêşktinên ji rêzê nînin. Çêdibe ku zorî û zehmetiyên wê hebin. Ku ev, di her şoreşê de, di çareseriya her pirsgirêka dîrokî de wiha ye. Wê trajîk bibe, bi êşê têkoşîn dibe. Lê baweriya serkeftinê ya jinê, serdestiya wê ya li hemberî jiyana divê were redkirin, heyecana ev dide, têr dike ku her zehmetiyê jî hê ji niha ve pêşwazî bike, zêde jî dibe.
Bêguman gelek tiştên mirov dikare bike hene. Kilîta halkirinê di dest de ye, bi taybetî jî ji destê milîtanan re hatiye dayîn. Eger durust bin û hewldana ji dil a pêwîst texsîr nekin, dikarin ji bo her pirsgirêka ji wan derdikeve bi vê kilîta çareseriyê bersiv bibînin. Milîtan, bi nêzikahiyên besît, seranser, demkurt qîma xwe naynin. Her gava davêjin, bi qasî ku bi armanca giştî re girêdayî be, li ser esasê ji bo pirsgirêkên rojane çareseriyan bibîne, bi taybetî ji pirsgirêkên hîn dijwar in ên şer û artêşê re di serî de cî bidin. Pêşengiya viya ya partiyê, bi taybetiyên wê yên bingehîn re di nav hev de birin, pêwîstiya viya di ser her tiştî de digirin. Rast partîbûyîn, artêşbûyîn, awayê herî bingehîn ê jêneger ê jiyanê ye. Helwdan û azweriya di vê mewdûê de, divê di ser tevahî hewldan û azweriyan de were girtin. Partîbûyîna me, şerê me, bi qasî welatparêziyeke mezin, qefaltina mirovbûnê jî bi xwe re tîne. Bi qasî taleba rêxistinbûneke pir hişk, aşkera ye ku bi gelek çalakiyên dewlemend tê meşandin.
Em milîtan, ji ber ku pêşengiya viya dikin, em hem bi şans û hem jî bi rûmet xwe hîs dikin. Hem jî bi asta zanebûn û rêxistinbûna derbarê serkeftina me ya her ku diçe zêde dibe de, em dibin bersiv. Eger em wiha bin, em milîtan in û şerekî em ê bi ser nexin tune ye. Weke encama têkoşîneke gelek zehmet û bi qehir, bi taybetî jî weke divêtiyeke bîranîna şehîdan a zindî û emir dike em vê milîtanbûna xwe rast fêm bikin, bigihên terza wê ya rast! Eger soza hatî dayîn li ser vî esasî be wê maneyek îfade bike û bigihê encamên serkeftî. Di vî şerê ku hûn bi wêrekî û fedakarî tevlî bûnê de, niha di terzekî hê bêtir bi mane û wekî ku we nû dest pê kiribe tevlî dibin em nirxeke mezin didinê. Ji bo hûn serkeftî bin, hûn ji her demê zêdetir bi çek bûne û bi qasî azweriya wê, hûn xwedî hewldaneke têr in. Yên li ser vî esasî dimeşin jî, yên şer dikin jî serkeftina wan misoger e. Em hêvî dikin ku dema paş me ji bo we, tevahî bi serkeftinên girîng tije derbas bibe.
Abdullah OCALAN