Tolhildana me wê di welatek azad de bibe jiyaneke azad
Di dîroka 3’ê Tebaxa sala 2014’an bi destê çeteyên DAİŞ’ê ku dibe dijminê mirovahiyê li dijî gelê me pêkaniye em îro 9 mîn salvegera wê jiyan dikin. Di vê watê de yên ku ji her aliyê welatê me û ji her aliyê cîhanê hatine ji bo vê axa pîroz canê xwe feda kirine tevahiya wan şehîdên xwe ê fedaî bi hemû mînetdarî û hûrmetên xwe ve bibîrtînîn, soza jiyana azada ya ku me daye wan ya pêkanîna xeyalên şehîdên xwe pêkanînê dûbare dikin. Bi vê soza xwe ve em ê tokoşîna pêşengên xwe Şehîd Mam Zekî, Şehîd Berxwedan, Şehîd Zerdeşt, Şehîd Saît, Şehîd Dijwar, Şehîd Nazê, Şehîd Berîvan û Şehîd Çekoyan mezin bikin.
Di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an ku ser me de pêkanîne ji bo parastina axa xwe ya pîroz me bi hemû îradeya xwe, keda xwe û berdêlên ku daye ve me têkoşîna xwe ya azadiyê destpêkir û me YBŞ-YJŞ avakir-rêxistinkir. Di pêşengtiya Fermandarên me yên mezin û nemir Şehîd Mam Zekî, Şehîd Egît Cîvyan, Şehîd Dilşêr Herekol, Şehîd Berxwedan, Şehîd Zerdeşt, Şehîd Dijwar û Şehît Saît de li ser axa pîroz me şitlên destpêkê yên têkoşîna azadiyê çand. Di wan rojên ku me têkoşîneke herî zor, zehmet û şert û mercên bê emande dida yên ku xwe gîhandine me tenê mîlîtanên fedaî yên Rêber Apo bûn.
Di wan rojan de me fêmkir ku tişta rê daye ev êşên mezin em bikşînin bê rêxistiniya me bû. Bi gotina Rêber Apo ji ya ‘’gelê ku xwe nespêre hêza xwe ya parastina cewherî bi tûnebûyînê re rû bi rûye’’ rewşa me şênber dike. Ev diyarde herî zede ji bona me civaka Êzidî dibe heyatî. Ser vî esasî em heta heta deyndarên wan fedaiyên ku canê xwe ji bona me feda kirine ne. Eger em îro li ser vê axa pîroz jiyandikin bi saya wan fedaiyên ku bi fikre Rêber Apo xwe arastekirine ji bona jiyanek azad canê xwe fedakirine ne. Di vê watê de em hêzên YBŞ ku ser esasê fikir û ramanên Rêber Apo xwe bi rêxistinkiriye, tevahiya şehîdên qehreman ê HPG-YJA STAR, YPG û YPJ’ê bi hemû hûrmet û mînettariyên xwe ve bibîrtînîn, keda ku ji bona têkoşîna me ya azadiyê dane ew keda wan wê bibe hêza têkoşîna me ya zaferê.
Tê zanîn fermana sala 3’ê Tebaxa 2014’an de bi ser me de anîne armanca wan ew bû ku civaka me bi hemû bawerî, ol, pîrozî, îrade û rûmeta me tûnekirin bû. Xwasteka me ya jiyaneke azad tûnekirin bû. Her wûha ji heft heya heftê saliyê însanên me bi rêbazên dijî exlakê însanetiyê ve qetilkirin, revandin û bi hezaran keçên me di bazarande firotin. Heyanî niha ji akibeta bi hezaran însanên me nayê zanîn. Yên ku berpirsayrê vê fermanê dewleta Tirk ya falîşîst, dagirker û qirker û hefkarê wê PDK ye. Ev jî bi destê çeteyên DAİŞ’ê pêkanîn. Yên ku qaşo xwe weke parazvanên civaka me nişan didan civaka me bi qirkirinekê mezin re rû bir û hiştin û reviyan. Yên ku wê rojê bune sedem em wan êş û brînên nayên dermankirin jiyanbikin îro ji dixwazin nirxin ku bi ked û xwîna bi hezaran şehîdan me afirandine û îradeya me ya azad tûnebikin. Ser wê rojê re 9 sal derbasbûn. Hîna ji bi leyîstok û planên qirêj dixwazin van projeyên xwe pêk bînin. Tifaqa 9’ê Cotmehê ya Dewlata Tirk, PDK û Kazimî ya peymana Hewlêr û Baxdayê nimûneyeke herî şênber a van planên qirêje. Bi vê helwestên xwe ve êrîşê îradeya azad ya civaka me dikin. Komkujiyên nû pêktînin. PDK ya ku rureşıya herî mezin kire û reviyaye îro herî zêde ew di nava van plan û leyîstokan de cîh digire. Lê belê ya PDK îro bike a rûreşiya wî bide bihûrandin tenê ew e lêborînê ji civaka me xwastine. Di heman demî de dest ji vê hevkariya qirêj ya dewleta Tirk pêş têxe dest jê berdane.
Bi teybetî ev êrîşên bi îxanetî li ser civaka me bi destê dewleta Tirk ya faşist-qirker û hefkarê wê PDK’ê pêk tên armanç ne tenê civaka me ye, pir şênber xûya dike ku armanç dagirkirina tevahiya axa Irak û Kurdistanê ye. Sînorên Mîsak-î Mîllî carekedinê bi jiyanî kirine. Dixwazin hemû pêkhateyên herêmê bi van êrîşên xwe ve ser axa wan bidin koçberkirin û xeyalên xwe yên dagirkirina herêmê di demeke herî nez de pêk bînin. Ji bona vê jî lazime tevahiya netew û civakên herêmê di ferqa vê yekê de bin. Bi zanistî bi şêwazekê hevgirtî ve li hemberî van êrîşan bisekinin. Eger pêkhate û civakên herêmê di nava îttîfaqekê xurt de cîh negirin wê her roj komkujiyên mezin werin jiyîn.
Li hemberî van êrîş û komkujiyan heyanî niha me YBŞ û civaka xwe ji bona Şengalek bi ewle û jiyaneke azad bi hezaran berdelên giranbûha daye. Têkoşîna van şehîdên me yên mezin îro pir eşkere dide nîşandayîn ku ji bona parastina axa şengal Irakê û hemû pêkhateyên herêmê ji herdemî em amadetirin. Di vê oxirêde jî çî berdêl û têkoşîn pêwîst bike di her astê de ji bo dayînê em ê xwe nedin paş. Çawa ku şehîdên me canê xwe bi fedaiyane kirin sîper û têkoşiyan, berxwedan û rê nedan dagirkirina axa herêmê em jî îro bi heman fedaîtî û têkoşeriyê ve bi fedekariyek mezin dayînê ve rê nedin tû dagirkeriyê. Em YBŞ ku dibin hêza parastina civaka xwe bi civaka xwe ve em ê hemû proje û leyîstokên qirêj yên hêzên dagirkeriyê vale derxînîn, xeyalên dijmin di paxila wan de bihêlin. Yên difikirin ku em ê li hemberî van êrîşên qirêj de gav paj de biavêjin pêwîste vê yekê baş bizanibin; hêrsa me ya tolhildanê her roja derbas bibe wê mezintir bibe û têkoşîna şehîdên me dewrî me kirine em ê bi zaferê ve tacîdar bikin. Yên ku dest dirêjiyê li nirxên me ê ku bi xwîna sedan şehîdên me hatine afirandin bike lazime hertiştî jî hesap bikin. Ji berku em ewên soz dane şehîdên xwe ne, em ewên xwe spartine hêza xwe ya cewherî ne û em hêzekê parêzvanên civaka xwe ne. Em xwedî wê hêzê ne ku wan dest dirêjiyan qût bikin. Em fedaiyên ax, pîrozî, bawerî, çand, dîrok û hemû nirxên xwe ne. Em YBŞ xwediyê wê hêzêne ku civaka xwe ji hemû êrîşan biparêzin û em di serdema wê hêza xwe de ne.
Ji bona wê jî lazime hemû civaka me bi mezintir xwedî li nirxên xwe derbikevin, tifaqa xwe mezintir bikin li kêleka hêza xwe ya parastinê bi îradeyeke mezintir cîh bigirin. Ser vî esasî lazime têkoşîna xwe bi mezintir berdewam bikin, di nava her qadê têkoşîna xwe ya parastina cewherî de cîhê bigirin. Ser vî esasî xweseriya demokratik a Şengalê xurt bikin. Kes û malbatên me yên ku di wan zîndanên dorpêçkirîde dijin lazime êdî werin ser axa xwe ya pîroz di avakirina nûde avakirina Şengalê de cîhê bigirin ser axa pîroz jiyaneke azad bi hevra em bi afirînin.
Di vê wate û bingehî de em tevahiya paqrewanên xwe yên azadiyê bi hemû minnet û rêzdariyên xwe ve bibîrtînîn bejna xwe li beramberî bîranînên wan ditewînin. Em ê heyanî dilopa xwîna xwe ya dawiyê bibin şopdarê şehîdên xwe, xeyal û armancên wan em ê dimildest pêk bînin. Soza me ya ji bo şehîdên me ev e; serkeftin, azadî, zafer û mezinkirina iradeya gelê me ye.
Fermandarîya Gişti a YBŞ
02.08.2023