Cumartesi, Nisan 19, 2025

ŞEHÎDÊN ME BI MERASÎMEKÊ HATIN VEŞARTIN

Date:

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Newroz Guvercîn (Çekdar Sinan), şervanên YBŞ’ê Elyas Xelef Îsa Xidir (Çiya Zerdeşt), Zuleyha Sarialtun (Tekoşîn Serhed), Xidir Meto Quto (Şoreş Sîba) û Feysel Xelef Nepsa Dirbo (Arif Tilqesep) ku di êrîşa 3’ê Adarê li ser Şengalê şehîd bibûn ji gundê Xelef ê Xanesorê bi karwanekî sedan wesayîtan hat girtin û birin Serdestê a Çiyayê Şengalê. Piştî cenaze birin Serdestê ji aliyê sedan kesî ve  bi diruşmeyên “Şehîd namirin” û tilîliyên dayikan ve hatin pêşwazî kirin.

Di merasîmê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, alên YBŞ û YJŞ’ê, wêneyên şehîdan hatin vekirin. Bi sedan ciwan, zarok, jin kal û pîrên bajarokê Xanesorê tevlî merasîma cenazeyên şehîdan bûn. Welatiyên ku beşdarî merasîmê bûyîn li dijî çeteyên PDK’ê bi hêrsbûn.

Ji aliyê Şervanên YBŞ û YJŞ’ê ve merasîmekî leşkerî li Goristana Şehîd Delîl û Dilgeş hat lidarxistin. Piştre Fermandarê Civaka Êzidî Zekî Şengalî axivî û diyarkir ku îro 7 şehîdên xwe oxir dikin û wiha got; “Ji bo azadiya vê xakê me gelek şehîdan dan, lê ev şehîdên me bi destên hêzên ku li ser navê kurditiyê tevdigerin hatine qetilkirin. Îro çima êrîşî vê derê dikin, beriya niha gelê Êzidî gelek komkujî û ferman re hatin derbas kirin, lê êdî Êzîdî wekî berê nezan û bê parastin nînin.

Piştî fermana 73’an ev yek li paş ma, êdî em dikarin bêjin ji bo Êzidiyan beriya fermana 73’an, piştî fermana 73’an heye. Êdî wê gelê Êzidî ji bo îrade û azadiya xwe  dijîn. Dagirker ji ber vê yekê ditirsin, dixwazin desthilatdariya xwe bidominîn. Wê Êzidî bi bawerî û olê xwe azad bijîn. Li vir êdî her alî de sazî û rêxistinên xwe ava kirine.”

‘7 ŞEHÎD BI AWAYEKÎ BÊBEXT HATIN QETILKIRIN’

Zekî Şengalî diyar kir ku 7 şehîd bi aweyekî bêbext hatine qetilkirin û wiha got; “Van hevalên me ji bo azadiya Êzidxanê şehît bûn. Niha dibêjîn van hevalan şer kiriye, ev ne rast e, van hevalên me hewil dane tenê herêmê biparêzin, li wir komkujî pêk hatiye. Yên ku hatibûn wê derê ne hemwelatiyên vir in, ji aliyê Tirkan ve hatine perwerdekirin ew dagirker in. Ma çi li Xanesorê hebû êrîş dikin, ji ber ku deshiltdariya wan ji destê wan neçe, ji bo wê êrîş dikin. Ger ew çekên hemberî Xanesorê hatin bi karanin dijî çeteyên DAIŞ’ê bi kar anîbana, wê gelê Êzidî bi  komkujiyê re hevrû nebûya.

Ev çek ji aliyê koalisyonê hatibûn dayin. Lê niha jî bo komkujiyek din tên bi kar anîn.”
Di dawiyê de Şengalî ev tişt gotin: “Em dibêjin wê ev gel xwe biparêze, tu kes nikare îradeye wê bişkîne, YBŞ çawa hat avakirin, ev bi xwîna şehîdn hatiye avakirn, êdî tu kes nikare pêşiya vê herikandinê bisekîne. Bila gelê Êzidî bi xwe bawer be çiqasî çekên giran werin jî ew ê nekarin ser bikevin.”

YBŞ:EM Ê ŞENGALÊ BIPARÊZIN

Li ser navê Fermandariya YBŞ’ê Fermandar Zerdeşt  Şengalî jî axivî û got; “Armanca van êrîşan têkbirîna îrade gelê me bû, li wir berxwedanek mezin çêbû. Hevalên me şehîd ketin û ew şehîdên Êzidxanê ne. Hêza me ya bersivdana her êrîşî heye.”

‘EM Ê HESABÊN ŞEHÎDAN BIPIRSÎN’

Li ser navê Fermandariya HPG a li Şengalê Ferhat Kantus jî axivî û got; “Me nexwest guh bidin siyasetên qirêj. Lê bila her kes zanibe em ê hesabê şehîdên xwe bipirsin. Em ê hesabê şehîd Çekdar yê dan ber tangan şehît xistin bipirsin û neyên leyîstokan. Em ê xeta netewa demokratîk biparêzin.”
Li ser navê Malbatên Şehîdan axaftin hat kirin û soza şopandina rêya şehîdan hat dayîn.
Di merasîmê  daxwaza Şehîd Şoreş ku beriya şehîd bikeve gotibû ger ez şehîd bikevin li ser wesiyeta min Çerxa Şoreşê di merasîma min de bixwîn. Daxwaza Şehîd Şoreş ji aliyê gel ve hat pêkanîn û Çerxa Şoreşê hat xwendin.

Piştre cenazeyên 5 şehîdan bi diruşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok APO” hatin veşartin.
Cenazeyê Endamê Asayîşa Êzdîxanê Selam Elî Mixebir (Amed Şengalî) jî bi merasîmekê li gundê Boruk ê Şengalê hate oxir kirin.

Cenazeyên şervanê din ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest da îro li Qamişlo wê bê veşartin.

Loading

Share post:

Popular

JI BO BÎRANÎNA MAM ZEKÎ

https://youtu.be/Y3bfDVpE0aU

JI BO ÇAPEMENI Û RAYA GIŞTî

  Wek tê zanîn hemû gel û tevger xwedî rojên...