‘EW PEŞMERGEYÊN KÛ DIXWAZIN XAKA ME DAGIR BIKIN JINÊN ME DESTÊ WANA DE NE’
Bave Şehîd Ednan, Reşo Qulo dîbêje hatina pêşmergayan li Xanesorê dixwazin fermanekî din rakin û em nahêlin axa me dagir bikin. Qulo, “Eger ji bona biratî tên, em tevahî yekin û em qebûl dikin. Lê belê ji bona fermanekê din hatîne û em wana qebûl nakin. Heta damleyek xwîname hebe em nahêlin kes bê çîyayê Şengalê û xaka me dagir bike. Em hevî dikin kû Êzidî gîştî bibin yêk û em dijmîn bişkênin. Ev ne biratîye herû fermaneki tînin serê me. Ev peşmerge ji Tirka û yên kû keç û jînên me destê wande ye pêktên. Em xûştina kesekê naxwazin. Yên kû tên bila bizanin em çîyaye Şengalê bernadin. Dile wan dizanê ger kû dixwazin biratî ger kû dixwazin dijminatî. Em erde xwe yêk ê re bernadin.
‘ARMANCA WAN FERMANEKÊ DIN BU’
Birayê Şehîd Ednan Qehtan got kû, ev hemû xîyanet bû li ser Êzîdîya da hat.Qehtan berdewama axaftina xwede da dîyarkirin kû, armanca wan fermanekîdin bû. Qehtan, “Birayê min şehîd kirin. Yên kû seride berhemberî me disa ev bûn. Heya xwîn canê me de heye em ê berxwebidin”.