Saturday, April 19, 2025

Ji Bo Raya Giştî ya Demoratîk û Çapemeniyê

Date:

Di dîroka mirovahiyê di nava tekoşîna azadî û wekhevî gelan de komployên mezin û entrikala yên ku teslîmê reşahiyê bûne hene. Li hemberî xwestekên avakirinê reşahî,  bûne hedefa komployê ku teslîm bigirin, nirxên gelan yê aste jor de îfade dike Rêbertiya wan gel derdora wan berxwedaniyek kolektif û zanebûna jiyanek azad re bi tekoşînê xet çêkirine. Li ser vê esasê li hemberî komployên dîrokî û xiyanetkaran mirovên bi lehengane berxwe didin, ji bo jiyanek bi rûmet û azad pêşerojê ku diparêze destênên bi berxwedanî çêbûne. Kompoya herî bêşeref û bêrûmet a ku komplogeran ku dixwestin diyalektîka ronhiyê û tarîtiyê, jiyana azad û koletiyê ku li Rojhilata Navîn bixin meryetê; komploya 15’ê Sibata sala 1999’an a li dijî Rêber Apo ye ku bûye hêviya berxwedanan herî mezin û azadiya gelê hejar, hatiye lidarxistine. Hêzên deshilatdar yên navnetewî, xeta hevkariyê di dîrokê de mirov kêm rastî wan tên, bi leyîstok û komployan hêzên kapitalistê yên ku ji nû ve dixwazin Rojhilatê navîn sererast bikin  Rêber APO hemberî xwe astengî dîtin û di şexsê Rêbertî de pêşeroja azad a gelan hedef girtin.

Komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê dikeve sala 18’emîn kesên ku di vê komployê de rol leyîstin, piştgiri kirin, bingehê wê ava kirin em bi tûndî şermezar dikin. Bi vê komployê pêşeroja gelan hedef girtin. Ji bo ku ev komplo vale derkeve di destpêkê de Rêber APO berxwedaniyek bê hempa raber dike û jiyana xwe fedayê azadiya gelan kiriye, berxwedaniya Îmraliyê silav dikin. Li çiya, zindanan, li her çar aliyê cihanê bi diruşmeya “Hûn nikarin roja me tarî bikin” hemberî êrîş û komploya dijî Rêber APO gel bedena xwe kirin topek ji agir şehîdên me yên qehreman bi rêzgarî û minetdarî bîr tinin.

Komplo dikeve sala xwe ya 18’emîn, bingehê komployê bi berxweyanik mezin û bi derketina paradigmayek nû, Rêber APO di şexsê xwe de hêzên dixwestin komployê bigihinin hedefê beşek mezîn vale derxist. Sistema kapitalist û sistema netewdewlet ya ku bûye belaya serê gelên Rojhilata navin li herêmê xwîn, şer û herêm vegerandin cehnemê, Rêber APO ev tehlîl kir û paradigmaya netewa demokratîk pêşxist û vegerand bingehek saxlem yê kirdeya demokrasiyê. Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê li herêmê  asta ku gihiştiyê, bûye hêviya herî mezin a gelan, Şoreşa Rojava, Şengala mezin û berxwedaniya Kobanê re Rêber APO bûye aktorê herî bingehîn ku hedefa komplogeran berevajî vegerand, ev îspatek şênbere. Ji her demî zêdetir mezintir dibe, li tevahî cîhanê rastî eleqeyek mezin û dixwazin fam bikin, li her çar aliyê cîhanê yên hatine perçiqandin û şoreşger anîn gel hev û yekbûna wan avakirin, yê ku xewn û xeyalê mirovahiyê ji bo pêşerojek azad ji her demê zêdetir nêz kiriye Rêber APO ye.  Pêşbiniyek mezin û bi tekoşîna Şengalê pêşiya qîrkirinê hat girtin, Şengal bi dîroka xwe re û çanda xwe re ji nûve radike, yên ku dixwazin êzidiyatê tûne bikin û Şengal cihê herî pîroz û kevin ê Rojhilata navîne, Şengal Rêveberiya Xweser maf dike û yê ku deriyê jiyanek azad digere disan Rêber APO ye. Şengal di dorka xwe de cara yekemîne hêza xwe ya parastin û xwe bi xwe rêvebirinê çêdike, pêşeroja xwe diyar dike, ji bo jiyanek azad gelê Êzidî qehremanên mezin ava kirin û di nava çar diwaran de tecrîta heya niha ne hatiye ditin û bi rêbazên izilayonê dîl tê girtinê, Rêberê gelekî ku li ser dîka dîrokê de ne berhemên wê tûne hatiye ava kirin. Di vê wateyê de xiyalê herî mezin yê şehidên me û Rêber me avakirina hêza parastinê YBŞ bû, li ser bingehê jiyanek azadî û xwesertiyê, Şengal û rastiya êzidiyatiyê xwe avakirin bûye delîla herî mezin a komployê.

Carek din kesên hemberî komployê bedena xwe vegerandin topek agir, xeta fedaitî û şehidên me yên qehreman carek din bi bîr tinin, li xeyalên wan xwedî derketin, em soza azadiya Şengalek xweser didin wan. Li ser vê bingehê em bang li gel dikin li hemberî vê dîl girtinê berxwedaniya xwe mezin bikin û heya azadiya Rêber APO bê navber di nava tekoşînê de bin.

SLAV Û RÊZÊN ŞOREŞGERÎ

FERMANDARÎYA YBŞ

Loading

Share post:

Popular

JI BO BÎRANÎNA MAM ZEKÎ

https://youtu.be/Y3bfDVpE0aU

JI BO ÇAPEMENI Û RAYA GIŞTî

  Wek tê zanîn hemû gel û tevger xwedî rojên...