Serdema şaristaniya demokratîk, li qasî bûyîna gelan a jinûve ye û
belkî jî hê diyarkertir serdema bûyîna jinan e.
Jina ku hêza xwedawenda zayoker a civaka neolîtîkê, di pêvajoya dîroka civaka bi çîn de timî bi windakirnê re rûbirû maye. Dîrok bûye dîroka mêrê serdest ê ku bi civaka bi çîn re hêzdar bûye. Rewîşta (karakter)çîî ya serdest, bi rewişta mêrê seredest re pêktê. Li vira jî rêzika derbasdar derewên mîtolojîk û cizakirinên xwedayî ne. Di bin vê de jî, rastiya zora bêteşe û mijokatî heye. Rewişta civakê ya mêrê serdest, heta roja îro fersend nedaye nirxandina hebûna jinê ya zanistî jî. Ji ol bêhtir qdeke tabûyan tê berdan. Di bin navê namûsê de, maf û rastiyên jinê yên ku ji aliyê mêr ve bi xayîntî û zorê hatin xespkirin veşartîne. Jina ku di pêvajoya dîrokê de ji kesatî û nasnameya wê bêpar hatî hiştin, timî bûye dîlê destê mêr, rewşeke ku encamên wê ji yên çînîbûnê xerabtir derdixe holê. Dîlîtiya jinê pîvana koletiya giştî û ketinêye, pîvana derew, dizî û zordestiya ku di nava civakê de berfireh dibe ye, pîvana her şêwe lewitîn û xulamtiyê ye. Berovajîkirina vê dîrokê jênereve ku yê encamên civakî yên herî kûr bixwe re bîne. Bûyîna jinê ya ji nû ve û bi azadî, yê di nava hemû saziyên civakê yên ser û bin de azadîbûneke giştî, ronahî û dadmendiyê ferz bike. Yê îqna bike ku ji dêvla şer aştî nirxdar e û pêwîste were bilindkirin. Jina ku qezenc bike, di her astê de yê bibe qezenca takekes û civakê. Ev çarçoveya kin jî diyar dike ku demokratîkbûna di qada maf û azadiyên jinê de, gelekî dîrokî ne. Di vê wateyê de destpêkirina sedsala 21an a ku serdema jina hişyar û azad bide destpêkirin, di rizgariya çînî û neteweyî de bûyereke girîng e. Dema şaristaniya demokratîk, yê bibe serdemeke ku jin ji her demê bêhtir bilind bibe û qezenc bike. Mijareke ku çanda bi serdestiya mêr mişemir dihêle jî, helwesta bi nezanî ya li hember ixtiyar û zarokan e. Evan daxistine rewşa jina duyem û sêyemîn. Li hember zarokan cîhaneke zalim û hisneker hatiye ferzkirin. Sîstema bi serdestiya mêr psîkolojî û cîhana wan li ber çavan nagire, herî hovane, ji nirxên wekhevî û azadî dûr, kesatiya xwe ya qediyayî ku xiyanetê li xeyalên xwe yên bilind dikin û cîhana xwe bişev û ro berdidin hiş û mêjiyên zarokan. Şayîşa wan ji vê yekê tine, êşê nakişîn in. Nêzîkya wan a li zarokan, ji çewtî û xeteriyan tije ye. Ev rastî ji malbatê heta bi dibistanê, ji kolanan heta bi cîhên leyîstikê serdest e û bisazî bûye. Gabûs serdestî cîhana zarokan kirine. Cîhana ixtiyaran jî bi tênegihîştineke bi vî rengî hatiye dorpêçkirin. Di navbera wan û zarokên wan de dîwarekî ji pola hatiye bilindkirin. Ev nehiskirina ku civaka biçîn pêşêxistî jî di vê qadê de ye. Dîrok di vê qadê de jî hikmê xwe yê giran didomîne. Bê wijdanî û nehiskirina giştî, êşa pêvajoya ixtiyariyê zêde dike. Jiyan tenê ne ji ciwanitiya hovane û nezan tê holê. Cîhaneke zarokan a resen heye ku ti deman xiyanet lê neyê kirin û rêz jê re were girtin heye.
Xiyaneta li vê cîhanê, gelek nirxên civakê dane windakirin. Cîhaneke ixtiyaran a ku di moxila ezmûnan re derbasbûyî ya zanist heye. Civakeke ku dersên vê cîhanê negire, ne gengaz e ku bijî. Ji ber vê yekê ne cîhanên ku zaroktiyê û ixtiyartiyê biqedînin, cîhanên ku dewlemend dikin û hildiberînine. Ev peywireke şaristaniya hemdem e ku ev her du cîhan jî di mercên civaka demokratîk de, ji nû ve werin bisazîkirin û qezenckirin.
Şaristaniya demokratîk, serdemeke ku di heman demê de zarok û ixtiyar hezkirin û giramgiriyê bibînin, civak bi vê zanînê û bi sexbêriyeke sincî re bibe yek.
RÊBER APO