Saturday, April 19, 2025

JI BO ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ

Date:

 

Di 2’yê Adarê de komek çeteyan ku navê “pêşmergeyên roj” li xwe dike û girêdayî ENKS’ê ne, ji aliyê Sihêlan û Duhokê  ber bi Şengalê ve birê ketin. Koma çeteyan saet di 13.30’an de jî hatin Xanesorê. Hêzên me ji bo ku sedema hatina wan fêr bibin, bi vê komê re danustendin çêkirin. Di hevdîtinê de hat fêmbûn ku niyeta van koman dagirkirina Şengal û herêmên dibin kontorola hêzên me de ye.

Dema ku gelê me yê herêmê hatina vê koma çete bihîst, bi nerazîbûnek mezin derket pêşiya wan û zarok, jin, kal hemû kesî hêrsa xwe anî ziman. Di vê navberê de hêzên me ji bo ku ev kom pêş nekeve, her wiha nebin sedema aloziyek din, tedbîr girtin.

Li aliyê din jî, bi armanca ku ev kom paşve biçin hewldanên me dom kirin. Lê tevî hemû hewldanan jî di sibeha 3’yê Adarê de van komên çeteyan ji gelek aliyan ve bi awayekî hemwext bi 30 Hammer û tirimpêlên zirxî, her wiha bi hemû cureyên din ên çekan êrîşî hêzên me kirin. Li ser vê yekê hêzên me, di çarçoveya parastinê de bersiv dan û şer derket.

Şer nêzî 3 saetan dom kir. Di vî şerî de 7 hevalên me gihîştin şehadetê û 20 hevalên me jî birîndar bûne.  Ji hevalên me yên şehîd 2 heval endamên HPG’ê ne û dema dixwestin bibin navbeynkar û nexwestine şer dekevin, hatine şehîdxistin.

Gelekî balkêş û watedar e ku ev êrîş piştî  hevdîtinên li Enqereyê pêk hatine.  Eşkere dibe ku di van hevdîtinan de planên van êrîşan hatine çêkirin. Ev komên çete yên êrîşkar raste rast ji aliyê Teşkîlata Îstîxbarata Netewî (MÎT) a Tirkiyeyê ve hatine perwerde û fînansekirin. Di vê çarçoveyê de ev çete ji bo berjewendiyên Tirkiyeyê li herderê tên bikaranîn.

Di nava van çeteyan de komên ji beşek Mislimanên Sunî ku di dema fermanê de li gel çeteyên DAIŞ’ê êrîşê gelê me kiribûn jî hene.

Gelê me yê Êzidî hebûna komeke bi vî rengî li ser axa xwe bi tu awayî qebûl nake û wekî hêzeke dagirker dibîne.

Em li dijî hatine pêşmergeyên Herêma Kurdistanê ku werin Şengalê nîn in. Jixwe pêşmerge li herêma Şengalê hene.

Ev komên çete niha li tevahiya Şengalê amadekariyên êrîşek nû ya li ser hêzên me dikin. Heta ku rewşek bi vî rengî hebe, wê bibe zemîna aloziyan. Em ê di her şert û mercan de parastina herêmê bikin. Ew hêza me heye ku em bersiv bidin her êrîşeke li ser axa me pêk were. Ev 2 sal û nîv in me erka parastina vê xakê girtiye ser mile xwe û ji bo wê me gelek bedel dane.

Di serî de gelê Êzidî em bang li tevahî gelên Kurdistanê dikin ku li hemberî van êrîşên hovane bêdeng nemînin û bi ruhekî yekpare û netewî nerazîbûna xwe nîşan bidin. Ev êrîşek berdewama fermana 73’yan e, lewma pêwîst e ku gelê Êzidî bi vê zanebû tevbigere û têkoşîna xwe li Kurdistan û derveyî welat mezin bike.

Em bi taybet bang li hêzên pêşmergeyên Êzidî ên girêdayî PDK’ê û tevahî pêşmergeyan dikin ku neyên van lîstokan. Ev komên çete li dijî hemû nirxên Êzdayetî û Kurdistanî ne.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ)

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ)

 

 

 

Loading

Share post:

Popular

JI BO BÎRANÎNA MAM ZEKÎ

https://youtu.be/Y3bfDVpE0aU

JI BO ÇAPEMENI Û RAYA GIŞTî

  Wek tê zanîn hemû gel û tevger xwedî rojên...