Saturday, April 19, 2025

Serdanên Êzidiyên Rojava li Şengalê didomin

Date:

 

Êzidiyên herêma Hesekê ku bi armanca piştgiriya gelê Şengelê û berxwedana YBŞ/YJŞ‘ê hatin Şengalê, çûn serdana Goristana Şehîdan.

Êzidiyên herêma Hesekê ku duh ji bo piştgiriya welatiyên Şengalê û şervanên YPŞ/YJŞʹê hatibûn herêma Şengalê, îro jî serdanên xwe didomînin.

Girseya gel serê sibehê çû serdana Goristana Pakrewanan a Şehîd Berxwedan/Şehîd Dilgeş a li Çiyayê Şengalê. Di serdanê de bênavber dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo”, “Jiyan jiyan azadî” hatin berzkirin.

Li goristanê li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê Serhildan Serketin û li ser navê malbatên şehîdan ên Hesekê dayika bi navê Şaha Sîno axivîn. Di axaftinan de şehîdên berxwedan û şoreşê hatin bibîr anîn û soza şopandina rêya wan hat dayîn.

Qisekeran 8’ê Adarê jî li hemû jinên têkoşer û yên cîhanê pîroz kir û têkoşerên jin bibîr anîn. Qisekeran li ser êrîşên dawî yên li ser Xanesorê jî rawestiyan û bal kişandin ser xiyaneta li hemberî gelê Şengalê. Her wiha gotin ku ew naxwazin şer çêbibe û ji bo ku alozî ji holê rabibe, divê yekîtî bê mezinkirin. Qisekeran destnîşan kirin, ku heta ji destê wan were ew ê nehêlin di nava Kurdan de şer çêbibe.

Girseya gel piştî serdana goristanê berê xwe dan “Baxçeyê Rêbertiyê” yê li daketina Çiyayê Şengalê. Girse wê piştre jî biçe serdana şervanên di çeperan de û li Xanesorê daxuyaniyekê bide çapemeniyê.

 

Loading

Share post:

Popular

JI BO BÎRANÎNA MAM ZEKÎ

https://youtu.be/Y3bfDVpE0aU

JI BO ÇAPEMENI Û RAYA GIŞTî

  Wek tê zanîn hemû gel û tevger xwedî rojên...