Saturday, April 19, 2025

Fermandariya YBŞ: Em ê heya dawî Êzidxanê biparêzin

Date:

 

Yek ji Fermandarên YBŞ’ê Tirêj Şengalî diyar kir ku hatina van çeteyên PDK-AKP’ê ya Şengalê hemû bihaneya û dixwazin carek din fermanek din bînin ser gelê me û em ê rê nedin vêya û heya dawiyê axa Êzidxanê biparêzin.”

Yek ji Fermandarên YBŞ Tirêj Şengalî êrîşên çeteyên PDK’ê li ser bajarokê Xanesorê nirxand.

Tîrêj Şengalî êrîşa ku di 3’ê adar û aloziya ku derketî wiha vegot: “Dema ku çeteyên girêdayî PDK- AKP’ê di 2’yê adarê de hatin herêma Xanesorê da ku êrîş bikin, me ne dixwest em bi wan re bikevin nava şer. Me xwest bi wan re bi axivin ka armanca wan ji hatine vir çiye. Ev herêm di sala 2015’an de ji aliyê hêzên me ve ji çeteyên DAIŞ’ê hatibû rizgarkirin. Ne tenê Xanesor, her wiha gundên Medîban, Heyal , Sikênî jî hatibûn rizgarkirin.”

Şengalî diyar kir ku hatina çeteyên PDK’ê û AKP’ê li herêma Şengalê nayê qebûl kirin û got: “Lewma dema hêzek were û bixwaze herêmên wiha bi xwînê hatine rizgarkirin dagir bike, ev nayê qebûlkirin. Ji ber ku me sozek daye gelê xwe em ê axa xwe ji hemû cureyên terorê bi parêzin. Armanca hatina dagirkera ne parastina axa Êzidxanê bû, berevajî wê dagirkirin bû dixwaze vî gelê parçe bikin.”

Şengalî sedem û armanca hatina çeteyên PDK-AKP’ê wiha şirove kir: “Ev komên çeteyên PDK-AKP’ê dema hatîn gotin em ji bo parastina sinorê Rojava hatine û carna jî di gotin em ji bo derbasî Rojava bibin hatin vê derê. Lê ev hemû ne rastin. Ji ber ku cihên têre derbas bûne ji deriyê Sêmalka heta ber deriyê bajarokê Tilkoçer di bin kontrola wan de. Yanî armanca wan ne yek ji van hemûya bû, armanca wan tûnekirina miletê Êzidî ye. Çawa di fermana 2014’an de pêşmergeyên PDk dev ji miletê me berdan û reviyan. Ev jî bû sedema ku bi hezaran keç û dayikên me ketin destê DAIŞ’ê. Miletê me penaber bû îro jî dixwazin rêbazên bi vî şeklî fermanê dûbara bikin.”

Di dawiyê de Tirêj Şengalî bang li pêşmergeyên êzidî yên nava PDKû YNK’ê kirin û got: “Bangewaziya me ji tevahî pêşmergeryên Êzidî û pêşmergên din jî heye ji nava wan derkevin. Ji ber ku van çeteyan navê pêşmerge xirab kirine, em nikarin jêre bêjin ku ew pêşmerge ne. Ji ber ku berê jî navê Pêşmerge navekî pîroz bû. Niha jî gelek ji miletê Êzdî jî Pêşmerge ne .Em bangewaziyê ji tevahî miletê Êzidî dikin ku nebin şirîkê vê xiyanetê û li hemberî miletê xwe, li hemberî xwuş û dayîkên xwe sileh nerakin. Ji ber ku duh jî me dît çawa çeteyan li hemberî xwu û dayîkên me sileh rakirin. Sedemên ku hatine nişandan em ê  parastina sînor bikin.”

 

 

 

 

Loading

Share post:

Popular

JI BO BÎRANÎNA MAM ZEKÎ

https://youtu.be/Y3bfDVpE0aU

JI BO ÇAPEMENI Û RAYA GIŞTî

  Wek tê zanîn hemû gel û tevger xwedî rojên...