Saturday, April 19, 2025

JI BO ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ

Date:

Di vê pêvajoya ku em wekî gelê Êzidî tê de derbas dibin, bi gelê me êş û fermanên herî kûr didin jiyandin de, em pêkanîna êrîşek bi vî rengî wekî tesaduf na nirxînin. Hîna êşa gelê me birîna wê baş nebûye, hîna gelek gundên me di destê çeteyên hov de ne, hîna bi hezaran dayîk û jinên êzidî dîl girtî plana êrîş kirinek bi vî rengî pêwîst hîn zêdetir were lêpirsîn kirin. Plana êrîşek berfireh, bi berxwedaniya  gelê êzidî û şervanên qehreman ne gihiştin armanca xwe, ji bo ev êrîş bigihije armanca xwe hemû dijminê êzidiyan hatin gel hev û ev ji bi itifak a qirêj a Tirkiyê pêkhat. Li her çar aliyên Kurdistanê plana êrîş kirinek berfireh û hemwext di bingehê konseptek hevpar de xwestin bixin jiyanê. Di pêvajoyek bi vî rengî de pevçûnek ku derkeve ji gelê êzidî re xizmet nake, berevajî wê berxwedanî û destkeftiyên ku hatine destxistin dikeve bin metirsiyekî mezin de, di seri de dewleta dagirker a Tirk û dijminên gelê Êzidî ji derveyî yax li nan bixe tû wateyek din tûne. Bi tekoşîna mezin a  gelê me û firsetên dîrokî yên hatine qezenç kirin, ji bo ku van destkeftî ji dest biçin di serî de ENKS û hevkarên wê yên xiyanetkar wê şansê wan ê encam girtinê ne be. Dijminên gelê kurd çiqasî bi hêz be û ew komên bi navê kurdbûnê bi wan re nava tevgerek mezin de be jî ev hêzên di nava êrîşê de ne wê bi tekoşîna mezîn a gelê me di nava xiyanetê de bifetisin.

Bajarokê Xanesorê bi bedelên mezîn û şahadeta rêhevalên me yên qehreman di saa 2014’an de ji destê çeteyên tecawuzkar ên DAIŞ’ê hate rizgar kirin. Her hêzek ku ne êrîşkar û dagirker be, li hemberî îradeya gel bi rêzdar be zemînê wê yê xwe îfade bike heye. Li ser vê bingehê bi pêşmergeyan re bi tu awayî nêzikatiyên me yên asteng kirin û şer kirinê ne bûne. Lê belê ne li ser bingehê demokrasî û xwe îfade kirinê, bi zorê îradeya gel tûne hesabandin û hewildanên dagirkirinê ne. Kesên nava êrîş û dagirkirin de ne pêşmerge ne, çeteyên derveyî Şengalê hatine cihê xwe vê êrîşê girtine. Di dîroka gelê Êzidî de ya ku di êrîşa Xanesorê de hat xwestin bê tûne kirin cara yekem yê ku pêş xistiye jiyana wê ya girêdayî hêza xwesere. Xaka ku bi xwîna şehîdan hat rizgar kirin  û ji bo pêşeroja gelê Êzidî parastinê çi bikeve ser milê em ê bikin. Ji bo pêwîstiya parastina gelê me û ji bo bersivdayina banga wan hemû tedbirên pêwîst bigirin. Sibeha  3’ê adarê de rexme hemû hewldanê me ên bi diyalogê çareserkirina vê pirsgirêkê çek ne hatiye rakirin, tenê ji bo rêhevalên me bi bedena xwe tirimpêlên çekên giran û zirxî ji bo bidin sekinadin bi şêwazekî nemerdane hîna di tû exlaqê şer de ne hatiye dîtin qetil kirin. Pêwîste baş were zanîn kesên di vê qetliamê de rol leyîstîne eleqeya wan bi pêşmergeyan re nîne. Tişta dibe behsa mijarê ew e ku hemû hêzên tarî yên di fermana 73’yan de rol girtine ji bo ku jenosîda Êzidî bi encam bikin hatine cem hev û dest bi êrîşan kirine. Ev êrîş wekî fermanekî nû û planek a dagirkirinê tê xwestin bixin pratîkê. Lewma ev êrîş ji nêz û dûr ve eleqeya xwe bi Pêşmergetî, Kurdîtî, Êzidiyatiyê ve nîne. Kesên ku ev êrîş rêxistin kirine û dixwazin bixin jiyanê, ji derveyî hêzên ku di fermanê de cihê xwe girtine tû kesên din nîne.

Piştî fermana 73’an berxwedana gel a pêşketî bi armanca piştigirî dayina vê berxwedanê di qada navnetewî de hewildanekî pêk hat. Li ser vê bingehê di aliyê leşkerî de gelekî piştirî çêbûn. Taybet jî dewletên Ewrûpa çekên ji bo li dijî çeteyên DAIŞ’ê bên bi kar anîn hatiye şandin tê dîtin ku li hemberî gelê Êzidî hatiye bi kar anîn. Çekên ku pêwîst dikir li hemberî çeteyên tecawuzkar ên DAIŞ’ê bi hatiban bi kar anîn, lê li hemberî gelê Êzidî hate bi kar anîn, ev jî di qada navnetewî de sûce. Em bang li Saziyên navnetewî dikin li hemberî vê sucê ku çekên rêkirin û ji bo bi kar anîna wê kontrol li ser were kirin.

Pirsgirêka Şengalê pirsgirêka Kurdistanê ye, lewma hemû gelê Kurd eleqeder dike. Wekî hemû pirsgirêkên li Kurdistanê tên jiyan kirin, pirsgirkên li Şengalê jî tên jiyan kirin bawer dikin tenê bi rêya diyalogê were çareser kirin. Li ser vê bingehê hemû hêz bi hestyarî û hesas nêzî çareser kirina pirsgirêkê bibin û li gorî wê tev bigerin. Di serî de Fermandariya Pêşmergeyan û saziyên pêve girêdayî, êrîş û dagirkirina ku li Xanesorê hatiye jiyan kirin lêpirsîn were destpêkirin û hesab bê xwestin. Ji bo hemû pirsgirêkên hatiye jiyan kirin di serî de em, li ser bingehê diyalog û lihev hatinê dî nav hewldanan de bun. Li vir şunde jî,  li ser bingehê berjewendiyê gelê xwe bi rêya diyalogê û zeminê çareserkirinê bigirin dest. Dijminê gelê me yê êzidî û pêşeroja azadiya gelê Êzidî dike hedef  emê dest nedin planên wan bigijin hedefên xwe. Lê pêwîste ev jî were zanîn dijî êrîşek bê jiyan kirin de em ê heya dawî gelê xwe biparêzin, ji bo wê çi pêwîst be em ê bikin. Em ê destûr nedin êrîş û dagirkeriyên ku îradeya gelê me yê Êzidî tûne dihesibîn e.

Ji bo aloziyên ku hatine jiyan kirin bê daw kirin em bang li hemû hêza dikin ku vegerin pozisyona xwe ya 2’ê adarê û dest ji israra xwe ya îrade gelê Êzidî tûne hesabindinê berdin. Pêwîste baş were zanîn; ji bo gelê me yekbûyîn û bi hevre tekoşîn kirin tû rêyên din nînin. Hemû nêzikatiyên ne xêrxwazê yekbûn û jiyana hevpar a gelê me, kesên şerê hindirîn û dagir kirinê de israr dike wê mehkumê binketinê be. Em wekî YBŞ/YJŞ’ê her wextî me yekîtî û tekoşîna hevpar an gel esas girtiye, li ser vê bingehê li hemberî hemû hêz rêzdarî û hesasyet nêz bûne.

Li ser vê bingehê gelê me yên li welat û her çar aliyê cîhanê li hemberî êrîşên dagirkeran bi fedekariyek mezin berxwe didin, daketin kolan û peyama piştgiriyê dan em tekoşîna wan a bi rûmet silav dikin. Ev leyîstokên qirêj yên dixwazin bileyîzin ancaq bi tekoşîna bi rûmet û berxwedaniya gelê me dikare vale derkeve. Li ser vê bingehê em bang li  tevahî gelê Kurd dikin li hemberî çeteyên dagirker berxwedana xwe bilind û mezin bikin.

 

FERMANDARIYA YBŞ/YJŞ’Ê

12.03.2017

 

Loading

Share post:

Popular

JI BO BÎRANÎNA MAM ZEKÎ

https://youtu.be/Y3bfDVpE0aU

JI BO ÇAPEMENI Û RAYA GIŞTî

  Wek tê zanîn hemû gel û tevger xwedî rojên...