Saturday, April 19, 2025

JI BO ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ

Date:

Cejna ji nû ve vejîn, raperîn û azadiyê Cejna Newrozê, di serî de li mîmarê azadbûn û berxwedaniya Şengalê li Rêber APO, li hemû rêhevalên xwe yên ku niha di çeperên berxwedaniyê de şerekê behempa dimeşînin û nûnertiya kevneşopiya berxwedana Newrozê dikin, li gelê xwe yê ku di demên herî dijwar de bi fedakariyek mezin li gel me bû, li berxwe da û şehît dane pîroz dikin. Di vê roja ku banga jiyana nû û berxwedanêye de, di serî de Kawayê Hemdem Mazlum Dogan û hemû şehîdên Newrozê ku bi jiyan û berxwedana xwe wate dane Newrozê û bûne sembol bi rêzdarî û minet bibîr tînin, soz didin ku em ê xeyala wan a jiyanek azad û adîl pêk bînin.

Gelê me yê ku yek ji gelen qedîm ên Rojhilata Navîn e, xwe bi agirê pîroz  afirandiye û hebûna xwe heta roja îro aniye, wek gelê agir û rojê li hemberî her cure êrîşên dagirker û metêngeriyê hebuna xwe parastiye, dest ji nirxên xwe yên civakî û baweriya xwe bernedaye. Agirê Newrozê ku ji bo gelê me watebûn û nasname ye, di heman demê de ji bo hemû bindestên ku bi hezaran salan de tên pêpeskirin, zulm li wan tê kirin û xaka wan tê dagirkirin jî bûye sembola azadiyê û li herêma me heta roja îroyîn veguheriye ruhê berxwedan û raperînê. Newroz li hemberî zulma Dehaq bûye rojeke ku hemû gelen Rojhilata Navîn li dora agirê raperînê yê Kawayê Hesinkar xwe birêxistin kirine, teslîmiyet qebûl nekiriye û têkoşîn bilind kirine. Her serdemeke dîroka şaristaniyê, dîroka hewldanên êrîş û dagirkeriya li ser gelê me yê ku koledarî û mêtingerî qebûl nekiriye. Gelê me her carê sînor, koledarî û mêtingeriya ku şaristaniyê ava kiriye perçe kir, teslîm nebû û bi berxwedan û îsrara jiyana azad re, bûye gelê agir û Newrozê.

Gelê me ku di rênasîya ruh û berxwedana Newrozê de her roj hinek din nêzî jiyana azad dibe, bi berxwedana me ya bihişmet a  Şengalê re ji bo hemû gelen Rojhilata Navîn ên bindest û hemû nasnameyên tune tên hesibandin bûye pêşeng û wê bibe mîsogeriya azadiya wan. Meşa azadiyê ku Rêber APO di Newroza 1973’yan de daye destpêkirin, li çiyayên Şengalê yên pîroz hîn geştir bû û di serî de gelê me yê Êzidî ji bo tevahiya gelên bindest veguheriye meşaleyek jayana azad. Di bin ronîkirina van meşaleyan de gelê me li hemberî her cure dagirkerî û xiyanetê, li hemberî êrîşên dagirkeriyê ku di dîrokê de mînakên wan kêm tên dîtin, bi biryardariyek mezin jiyanek nû û azad ava dike.

Gelê me yê Êzidî li ser xeta berxwedan û raperînê ya Newrozê ku Rêber APO mezin û bilind kiriye, ber bi jiyana azad ve dimeşe. Di vê meşa xwe de li ser şopa şehîdên Newrozê Mazlum Dogan, Rahşanan, Zekiye û Ronahiya lehengên mezin afirandin û li hemberî her cure nemerdî û xiyanetê bûye rûmet, serbilindiya Êzdayetî û sembola berxwedana Şengalê. Gelê me di xeta mezin a berxwedanê ku Rêper APO pêşengiya wê dike û bi rênasiya şehîdên me yên mezin, hebûna xwe ji nû ve çêkiriye. Bi vê yek ê jî li hemberî hewldanên dagirkerî û xiyanetê bi têkoşîna xwe bersiva herî rast daye.

Di van rojên kut ê xwestin lîstokên qirêj ên li dijî gelê me ji nû ve bên plankirin, her wiha tê xwestin ku hewldanên ferman-qirkirinê ji nû ve bên jiyanîkirin de, pêdivî heye ku gelê me ji her demekê zêdetir  yekîtiya xwe bihêz bike û têkoşîna xwe mezin bike. Çawa ku gelê me li welat, bi taybetî li Şengalê û li çar aliyê cîhanê li hemberî hewldanên xiyanet û nokeriyê helwestek rast nişan daye û bi berxwedana xwe nehiştiye ku hewldanên fermanê encam bigirin, bi heman rengî destur nade ku hewldanên dagirkeriya xiyanetê jî encam bigirin. Li ser vê bingehê, em berxwedana rêhevalên xwe yên ku li hemberî êrîşên qirkirinê yên li Kurdistanê di zindanan de di greva birçîbunê ya bê dem û bê dorveger de ne silav dikin, û dibejin ku ev berxwedan wê bi rihê Newroza ku sembola azdiye ye bi serkeftinê tacîdar be.

Di vê wateyê de em careke din Newroza gelê xwe ku di her şert û mercan de li gel me ye û din ava berxwedanê de ye, her wiha Newroza rêhevalên xwe yên di kozikên berxwedanê de ne pîroz dikin. Ji bo ku sala 2017’an bibe sala rizgarkirina tevahiya Şengalê, azadkirina hemû dîlên me, ji holê rakirina tehdîda ferman û xiyanetê, em bang li gelê xwe dikin ku destek û têkoşîna xwe mezin bike û bang li ciwanan jî dikin ku tevlî refên YBŞ-YJŞ’ê bibin.

Bijî cejna raperîn û azadiyê!

Bijî tekoşîna Ezidxanê!

Bijî Serok APO!

Bimre her cure hewldanên ferman, dagirkerî û xiyanetê!

FERMANDARIYA YBŞ Û YJŞ

20.03.2017

Loading

Share post:

Popular

JI BO BÎRANÎNA MAM ZEKÎ

https://youtu.be/Y3bfDVpE0aU

JI BO ÇAPEMENI Û RAYA GIŞTî

  Wek tê zanîn hemû gel û tevger xwedî rojên...