Nûjiyan Erhan ji bo karibe rastiya Şengalê û Êzidiyê ji raya giştî ya cîhanê re ragihîne, bi fedakarî xebitiye. Şehid Nûjiyan bi jiyan û têkoşîna xwe, mîrateyeke gelekî mezin hem ji hevalên xwe yên rojnamevan, hem jî ji civaka Êzidî re hişt. Di pêvajoyekê de ku hewl dihat dayîn rastiya ferman û xiyanetê bê nixumandin, Şengal û Êzidîtî di nava tarîtiyê de bên fetisandin, ew bi erka şoreşgerî rabû û di her kêliya jiyana xwe de hewl da rastiya ku dihat nixumanin eşkere bike û bigihîne civake.
Ji aliyekî ve rastiya xiyanet û barbariya qirker û dagirker eşkere dikir, li aliyê din jî weke mînaka çapemeniya bi rêbaza şoreşgerî, di avakirina Şengala nû û azad de, di afirandina rastiya civakî de bi roleke hêja rabû. Ji ber vê yekê, hê ji destpêkê ve bû hedefa hemû astengî û êrîşkariya faşîst. Vê êrîşkariyê di heman demê de tirsa xeta xiyanetê ya ji rastî û nasnameya azad a jinê radixist pêş çavan. Xeta nokeriyê û şebekeya xiyanetê ya xwedî hezar maskeyî, ji eşkerebûna rola wan a ajantiyê gelekî aciz dibû û ditirsiya. Naxwe wê rola xwe ya tasfiyekirina hêzen şoreşger ên Kurdistanê ku bi vî rengî hatibûn wezîfedarkirin, nekarîbûna bilîsta. Di dema hewldaneke nû ya qirêj a dagirkerî û xiyanetê de, weke gava destpêkê ya konsepta êrîşeke nû ya ji bo biserxistina fermana 2014’an, rojnamevan Nûjiyan Erhan bi zanebûn qetil kirin. Di êrîşên 3’ê Adarê de ku weke mînakeke mezin a îxanet û namerdiyê cihê xwe di nava dîrokê de girt, ji ber êrîşa çeteyên PDK’ê rojnamevan Nûjiyan Erhan di dema şopandina nûçeyê de bi giranî birîndar bû. Em bi şehadeta Nûjiyan Erhan gelekî êşiyan.
Bila serê malbata wê ya hêja, hevalên wê sax be. Em soz didin, ku em ê rastî û hesreta wê bi cih bînin.
FERMANDARIYA YBŞ
24.03.2017