Em wek gel di nav pevajoyekî dîrokî de derbas dibin. Bi tekoşîna me ya dîrokî ya ku bi bedelên mezin û bi kedên mezin gelê me lê bû xwedî û mezin kirin, xiyanet û radestî êdî ji qederbûnê derketiye. Nasname, çand û baweriya xwe ya ku bi wê hat nasîn, parastina xwe pêşxistiye û hatiye asta xwe birêvebirinê. Yekîneyên Berxwedaniya Şengalê yên bi rênasîna pêşengê jiyanê, Rêber APO û bi xeta tekoşîna şehîdên me yên qehreman ber bi serkeftinê ve dimeşe, ji herkesekî re daye nîşndan ku li Şengalê bi tekoşîn û berxwedanê wê encam bê girtin, bi qehremantiyên mezin yên ku hatine avakirin ber bi serkeftinê ve dimeşin. Dîsa bi awayekî zelal hatiye îspatkirin ku bi berxwedaniya li hemberî tirsonekî û xiyanetê, nirxên civakî wê bên parastin û jiyana azad wê bê bidestxistin.
Fermana ku dawiye hat jiyîn yê ku bu sedema êşên komaleyetî û trajediyên mezin buye eyneya lewazî, perçebûn, bê rexistinbun. Lê pêşdîtinên hêzdar yên Rêber APO û mudaxele yên wê, hevkêşeyên dîrokî bê encam hişt û ev yek rê da ku gelê me bi xwedî derketina pêşerojên xwe li ser esasê berxwedaniyê xwe bigihîne serkeftinê. Lewma Rêber APO qasî ku buye pêşengê pêşketinên pratik yên dawiye, bi şikandina kelha koletî, tirsonekî û teslîmîyetê; buye afirîner û pêşengê jiyana me ya azad û birûmet. Di serdemek dîrokî ya bi vî rengî yê ku em tê de derbasdibin de, pêşwazî kirina 4’ê Nîsanê ji bo rêhevalên me yên di demên herî zihmet di çeperên berxwedanê de şer dikin û ji bo gelê me yê ku li hemberî her êriş û planên qirêj dest ji azadî û berxwedaniya xwe bernedaye hîn zêdetir bi wate û girîng e.
Li ser vê esasê bi ked û hewldanên pir mezin yê ku rêya nasîna cewhera xwe û nirxên baweriyê vekir, û dîsa li hemberî nîjadkujî û zordestî ya dagirkeriyê ye ku rêya meşa azadî û berxwedaniyê vekir Rêber APO ye. Li ser ve bingehê rojbûna Serokatî ya 68’emîn di serî de di şexsê Rêber APO de li gelê me yê welatparêz yên li hemberî her cure zordestî, astengî û êrişan hebun û azadiya xwe gihandiye watebunê; li hemu gelên cîhanê yên berxwedêr re pîroz dikin.
Di dîroka her gelî de demên herî tarî yê bi kûrbuyîna koletî, zordestî û kedxwarî de bi şikestinên dîrokî pêvajoyên ku vê poçûnê berovajî kirine hene. 4’ê Nîsanê ji bo gelê me roja perçekirina kedxwarî, zordestî û xiyanetê; bi rabûna ser niga roja vejîna nû û berxwedanê ye. Lewma 4’ê Nîsanê ne tenê rojbûnekî biyolojik temsîl dike; ji bo gelên bindest, jin, ciwan û nasnameyên ku bi destê rejîmên faşist yên desthilatdar hebuna wan di bin talûke de ne, roja serî rakirin û buye navêisrarkirina jiyanek azad û berxwedanê.
Li ser esasa felsefeya jiyanek azad yê ku Rêber APO diyarî mirovahî kiriye xwedî berpirsiyariyên xwe ye berxwedanî û avakirinê derkevin û pewîste 4’ê Avrelê bi wî awayî be fem kırın u jiyan kırın. Wateya 4’ê Nîsanê hêvî û daxwazên ku Rêber APO bi awayekî guncav nêzikatiyên ji me bendeware xwedî derkevin. Li ser vê bingehê em tev bigerin, ji bo azadiya fizikî ya Rêber APO hemû herêman bê navber vegerînên cihê berxwedanê. Em di ferqa wê de bin Azadiya Rêber APO azadiya tevahî gelên bindeste û her kêliyê di nava tekoşînê de bin, em bang dikin tevahî gelê me di sala 2017’an derdora Rêber APO bidin xelek, îsal bikin sala azadiya Rêber APO û gelê xwe.
FERMANDARIYA YBŞ
04.04.2017