Saturday, April 19, 2025

‘Li Dijî Lîstokên Qirêj yên PDK’ê Em Di Nava Refên  YBŞ’ê de Ne’

Date:

 

Ciwanên Êzidî yên di nava refên YBŞ’ê de anîn ziman ku ew tevlîbûna xwe ya ji bo YBŞ’ê  giring û birûmet dibînin û bang li ciwanên Êzidî kirin ku li dijî lîstokên qirêj yên PDK’ê tevlî nava refên berxwedanê bibin. 

Ji bo careke din komkujî pêk neyên û li pêşiya van komkujiyan bigirin tevlîbûna ciwanên Êzidî ya ji bo refên yekane  hêza parastina gelê Êzidî  YBŞ’ê berdewam dike.  Bi taybet li dijî polîtikayên hikûmeta Herêma Kurdistanê yên di demên dawî de ciwanên Şengalî tevlî nava refên  Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) dibin.

 

‘Divê ciwanên Êzidî refên YBŞ’ê bi hêz bikin’

Şervanê YBŞ’ê Amir Xanesor diyar kir ku heta ew xwe nekin Îrade dê bi van lîstok û komkujiyan re rû bi rû bimînin û têkildarî tevlîbûna xwe ji bo YBŞ’ê wiha got: “Ji ber ku gelê Êzidî bi salane her dem di komkujiyan re derbaz dibe nebûne xwedî îrade. Her dem serdestan li gor berjewendiyên xwe beralî kirine û ew birêve birine. Gelê Êzidî îro firsenda bûyîna îrade ditiye. Hêzên serdest yên weke PDK’ê dixwaze bi polîkayên xwe, vê îradeya ku derketî holê têk bibe. Dixwazin vê yekê bi reşkirina hêza parastina gelê me YBŞ’ê ya di nava gel de pêk bînin. Her wiha dixwazin bi kirina sîxor ya ciwanên Êzidî vê yekê pêk bînin. Ji bo ku ez van armanc û lîstokan vala derxînim tevlî refên YBŞ’ê bûn. Ji ber ku ancak em bi vî awayî dikarin li dijî hikûmeta PDK’ê ya ku di dema êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de em hiştin û reviyan bibin bersiv. Tişta dikeve ser milê me ciwanên Êzdî tevlîbûna nava refên YBŞ’ê û bilindikirina berxwedanê ye. Tenê bi vî awayî azadiya gelê Êzidî pêkane.”

 

‘Divê bi mezinkirina YBŞ’ê em ji bo komkujî û îxanetê bibin bersiv’

Şervanê YBŞ’ê Çiya Şengalî jî diyar kir ku pergal li ser ciwanên Êzidî polîtikayek taybet ya şer pêktîne û got: “Ji ber van polîkayan bi salan bû em ji rastiyên xwe hatibûn dûrxistin. Ji ber wê, me ji jiyana ku me jiyayî, tiştk fam nedikir.  Ji îradeyê bê par em bi hemû aliyên ku dixwestin me bibin ve diçûn. Me bi îradeya xwe tiştek nedikir. Li gel me tiştek bi navê îradeyê nehiştibû. Em bi YBŞ’ê re ketin ferqa rastiyên xwe. Heta ku em Şengala xweser ava bikin emê di nava refên YBŞ’ê li ber xwe bidin. Di vê oxirê de şehîdbûn ji bo me rûmeteke.  Em bi tevlîbûna YBŞ’ê tevlî rastiyên xwe bûn. Ji ber ku yekane hêza parastina gelê Êzidiye. Bi sedsalane gelê Êzidî her dem bi komkujî û sirgunkirinê re rû bi rû maye. Roj roja ku gelê Êzîdî hêza xwe bide dere. îro roja ji komkujî û bê îradebûnê re gotina bisekine ye. Gava herî pîroz ya bi navê Êzidîtiyê bê avêtin, mezinkirina yekane hêza parastina gelê Êzidî YBŞ’ê û rê li pêşiya ferman û îxanetê girtine.”

 

‘PDK sîxoriyê distpêre me ciwanên Êzidî’

Her wiha şervanê YBŞ’ê Bawer Dîgura jî têkildarî tevlîbûna xwe ya  ji refên YBŞ’ê re wiha got: ” Li dijî polîtîkayên qirêj yên sistem li ser me ferz dike ez tevlî nava refên YBŞ’ê bûm. Ji ber ku PDK li ser me ciwanên Êzidî gelek lîstokên qirêj dilîze. Me li gel gelê me û yekane hêza parastinê wê YBŞ’ê reş dike û dixwaze me ji rastiya me dur bixe. Sîxuriyê li ser ciwanên Êzidî ferz dike û li dijî gelê Êzidî bi kar tîne. Di van demên dawî ev ev lîstokên qirêj zêde dibin. Ez jî weke her ciwanek Êzidî ji bo xwe ji van lîstokên qirêj biparêzim tevlî refên YBŞ’ê bûm. Ji ber ku ancak bi vê riyê em dikarin lîstokên liser ciwanên Êzidî vala derxînin. Ji ber vê em hemû ciwanên Êzidî li dijî îxanet û lîstokên qirêj vedixwîn nava refên berxwedanê yên hêza parastina gelê Êzidî YBŞ’eya ji bo gelê me bedelan dide.”

 

 

 

Loading

Share post:

Popular

JI BO BÎRANÎNA MAM ZEKÎ

https://youtu.be/Y3bfDVpE0aU

JI BO ÇAPEMENI Û RAYA GIŞTî

  Wek tê zanîn hemû gel û tevger xwedî rojên...