Sunday, April 20, 2025

JI BO ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ

Date:

Rêheval Rojhilat Siba di dîroka 21.06.2017’an de li gundê Mehdîbanê dema erka xwe pêk dianî di qazeyekî de gihîşt karwanên şehîdan.

Rêheval Rojhilat yek ji hevalan bû ku ji bo bersiv bibe ferman û êş ên gelê Êzidî di sala 2015’an de tevlî nava refê YBŞ bû. Ew jî yek ji qehremanê gelê Êzidî bû. Ji bo ku bibe bersiva fermana û xwedî derketina nirxên Êzidî, hevalê Rojhilat her erkê ku dikeve li ser milê wî bi awayekî serkeftî pêk anî. Bi vê awayî ew xwe bi êrîşên hovane ên Daîşê re xwe pêş xistibû û heta roja dawî ya şehadetê jî bi awayekî fedakarî erkê xwe yê şoreşgerî bibiryarî bi cîh anî.

Ji sala 2015’an heya niha rêheval Rojhilat xwediyê berpirsiyartiyeke mezin, fedekar û wêrek bû. Heya roja xwe ya dawî jî di nav YBŞ’ê de roleke aktîf leyist. Rêheval Rojhilat ê ku di nav hevalên xwe de pir dihat hezkirin, bi tevlîbûna xwe ya aktîf ji bo hemû hevalên xwe bû ronahîyek. Heval Rojhilat hemû êş ên gelê Êzidî di nav mêjî û dilê xwe de hîs dikir û ji bo ku fermaneke din ney jiyan kirin di nava zanebûna erk û berpirsiyartiya xwe de bû.

Em di şexsê rêheval Rojhilat yek ji nirxekî girîng a gelê me yê Êzidî ê ku gelek qehreman û wêrekan derxistiye di serî de hemû pakrewanên qehreman ên ku Şengalê şehîd ketin bi bîr tînin û ji bo malbata wî ya bi nirx û tevahî gelê Kurdistanê re sersaxî dixwazin. Nirxên tekoşînê yê ku ji me re wek mîras hiştine, wek alê xûlikariya paşerojên azad û tekoşînê em ê heya serkeftinê hilgirin.

***

Navê Kod: Rojhilat Siba

Nav û Paşnav: Qasim Hisen Reso Xelef

Cih û Dîroka Ji Dayîkbûnê: 1991/Til Kasap

Cih û Dîroka Tevlîbûnê: 12.06.2015/Şengal

Cih û Dîroka Şehadetê: 21.06.2017/Mehdiban

FERMANDARIYA YBŞ

22.06.2017

 

 

Loading

Share post:

Popular

JI BO BÎRANÎNA MAM ZEKÎ

https://youtu.be/Y3bfDVpE0aU

JI BO ÇAPEMENI Û RAYA GIŞTî

  Wek tê zanîn hemû gel û tevger xwedî rojên...