Rêheval Amed Kawyan û Bawer Şengal di dîroka 21.07.2017’an de li gundê Sikiniyê dema ku erka xwe pêk dianîn bi teqîna mayîna çeteyên dagirker-faşîst a daîşê yê ku berê de hatibû bicihkirin ve gihîştin karwanên şehîdan.
Şehîdên me bi xûlîkarina berdelên mezin ve em gihandine heya roja me ya îro. Her şehîd bûye ronahiya jiyana me ya dê çawa bijîn û rêya têkoşîna azadiyê ji me re nîşan daye. Ji bo ku gelê me di jiyaneke azad de bijîn û ev xeyala azadiyê pêk bînin, şehîdên me yên qehreman ev têkoşîna me çiqas bi heq e car din ji me re nîşan dan. Her şehîdeke di vê rêka pîroz de me dayî ji me re di jiyaneke azad de çawa divê bijîn nîşan daye.
Rêheval Amed yek ji qehremanên mezin afirîner a Kurdistanê bû. Rêheval Amed di dema ku qetlîam û fermana Şengalê de bê tereddût tevlî nava refên YBŞ bû û ji fermanê heya roja xwe şehadetê jî her erka şoreşgerî ya ku diket ser milê wî pêk anî. Heval Amed yek ji fermandarên bi nirx di nav YBŞ de bû. Ew hemû hêz û enerjiya xwe ji bo gelê me yê azadîxwaz re serf dikir. Heval Amed di jiyana xwe de bi aliyê xwe yê pratîkî, fedakartî û mutevazîbûyînê xwe ve dihat nasîn û bi van taybetmendiyên xwe ve ji hevalê xwe re bûbû mînak. Heval Amed bi kenê xwe yê germ û heyecana xwe ya jiyanê ve her tim ji bo hevalên xwe re bûbû çavkaniya moralê. Rêheval Amed êş û elemên gelê me yê Êzidî di dilê xwe de hîs dikir. Nefreta xwe ya li hember dijmin zindî digirt û ji fermanê heya roja dawî jî her roleke diket ser milê wî bi awayekî aktif pêk dianî û roleke pêşengtî dileyst. Rêheval Amed şewaz û uslubê şoreşgertî di kesayetê xwe de ava kiribû. Heval Amed bi girtina berpirsiyartiyên mezin ve hêviya nîşana qehremaneke mezin ji bo paşerojê dida.
Rêheval Bawer jî dema ku ferman û komkûjiya Şengalê pêk hat tevlî nava refên YBŞ bû. Heval Bawer ji malbateke welatparêz bû û ji malbata wî gelek kes jî di nav têkoşîna azadiyê de cihê xwe digrin. Ji bona fermaneke din neyê ser gelê me yê Êzidî heval Bawer bi awayekî aktîf di nav têkoşînê de cihê xwe girt. Rêheval Bawer ji bo ku bibe bersiva mezin a fermana Şengalê bi xwesteka xwe ya dildarî tevlî karê xwe dibû. Ew bi xwe bûye şahîdê fermana Şengalê û weke ciwaneke Ezidî jî her erkê ku dikeve ser milê wî pêk dianî. Di jiyana xwe de parve kirin esas bû û hezkirina wî ya hevaltî di nav hevalên wî de bûbû minakek.
Di şexsê her du rêhevalên me yên qehreman Amed û Bawer de em car din hemû şehîdên Kurdistanê û şehîdên azadiyê bi bîr tînin û soza girêdaniya şehîdan didin. Şehîdên me ji bo têkoşîna azadiyê bê tereddût çawa divê bê jiyîn car din nîşanê me dan. Bersiva herî mezin a ji bo layiqê şehîdên xwe bibin avakirina jiyanek azad û demokratik e.
***
Navê Kod: Amed Kawyan
Nav û Paşnav: Mehmet Mendanlıoğlu
Cih û Dîroka ji Dayîkbûnê: 1994/Urfa-Viranşehir
Cih û Dîroka Şehadetê: 21.07.2017/Sikiniyê
***
Navê Kod: Bawer Şengal
Nav û Paşnav: Enver Xêro Xidir Mirza
Cih û Dîroka ji Dayîkbûnê: 1997/Gohbel
Cih û Dîroka Tevlîbûnê: 08.11.2015/Gohbel
Cih û Dîroka Şehadetê: 21.07.2017/Sikiniyê
FERMANDARIYA YBŞ
22.07.2017