Saturday, April 19, 2025

JI BO ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ

Date:

Wekî ku tê zanîn ji sala 3’ê tebaxa 2014’an ji fermana 73.emîn ê ku li ser gelê me yê Êzîdî pêk hat ve 4 sal derbas bû. Bi deste çeteyên daîşê ji aliyên hin kesên xaîn û îxanetkar gelê me yê Şengalê bi qirqirîneke ve filitî. Hêzên çete yên ku nikarîbûn îrade û vîna gelê me yê Êzidi bidest bixin, bi planên qirqirina fîzîkî re xwestin gelê me bidin derbas kirin.

YBŞ û YJŞ hêzeke ku di dema fermanê de hatiye avakirin û ji ber vê sedemê di dîrokê de xwedî ciheke girîng e. YBŞ û YJŞ hem ji bo xweseriya Şengalê û hem jî bingehê azadiya Iraqeke demokratîk li xwe digre û ji bo vê armancê tişta pêwîst çibe wê di demê xwe de bike. Gelê Êzidî êdî xwedî wê îrade û hêzêye ku xwe biparêze. Vî gelî qirkirineke ku ji bo dîroka mirovahiyê şermeke mezine jiya û em weke YBŞ û YJŞ ji bo ku carek din ev qirkirin çênebe di xeta fedayiyê de heta dilopa dawiya xwîna xwe li dijî hemû zihniyeta paşverû şer bikin. Ji bo ku carek din ev êş dubare nebin weke YBŞ û YJŞ ji bo avakirina yekîtiya gelê Êzidî em ê pêşengtiyê bikin.

Xwepêşandan û serhildanên gel yên li dijî rewşa aborî û nelirêtiyan li Iraqê didomin, di heman demî de gefa DAIŞ’ê ya li herêmê jî didome. Di rewşeke wiha kaos û bêîstikrarsiziyê de weke YBŞ û YJŞ em amadene ku heta dawiyê gelê xwe biparêzin. Em soz didin ku weke YBŞ û YJŞ’ê, heta dawiyê em ê gelê xwe biparêzin. Lı Iraqê tenê rêyek ya rizgariyê heye ew jî xeta demokratîk e. Em weke YBŞ û YJŞ ji bo avakirina Iraqeke federal-demokratîk tişta ji destê me were em ê bikin. Em di vê mijarê de banga piştgirîdayinê li hemû hêzên jiderve dikin.

Niha pirsgirêka ewlehiya gelê me bi temamî bi dawî jî bibe, divê destpêkê hêzên navnetewî fermana li dijî gelê Şengalê weke jenosîdê nas bikin û em di demekê de ne ku divê gavên siyasî bêne avêtin. Ji bo vê jî ji bo ewlehiya herêmê û berjewendiyên gelê me, em banga diyalogê li hezên derve re dikin.

Di serî de em Şehîd Berxwedanan, Şehîd Nûjiyanan û bi sedan ciwanên me yên fedekar û qehreman yên şehîd bûne bi rêzdarî bibîrtînin û em soz didin ji bo li Iraqeke demokratîk jiyaneke azad pêkbînin. Em ê têkoşîna xwe bi serkeftinê tacîdar bikin. Weke hêza parastinê ya gelê Êzidî em carek din fermanê bi tundî şermezar dikin.

FERMANDARIYA YBŞ

02.08.2018

Loading

Share post:

Popular

JI BO BÎRANÎNA MAM ZEKÎ

https://youtu.be/Y3bfDVpE0aU

JI BO ÇAPEMENI Û RAYA GIŞTî

  Wek tê zanîn hemû gel û tevger xwedî rojên...