Sunday, April 20, 2025

Bi girînê siyaset nayê çêkirin.

Date:

Xwe pêşnexistin hêrseke mezin dide çêkirin.

Xwe perwerdenekirin xirabiya herî mezin li me kirin e. Me hewl da ku pênaseya serokatiyê çêbikin. Hemû puxteya di rasteqîniya me de; ji bo asta jiyanekê xwe îknakirin e. Lê ez dibînim ku, di mijara jiyana azad de xwe îknakirin bila li virê bimîne, çiqas helwestên ku bi jiyanê eleqeya xwe nîn in, nexweş in û her cure koletiyê xweyî dikin têne pejirandin.

Êdî hun naxwazin rûyê koletiya ku pir erjeng e, êxistkar e û derfetê nade û her cure çespandina wê bibînin. Hun li virê hewldanên jiyandina helwestên xapînok ên mezin û xwe xapandinê nîşan didin. Helbet bi van helwestên xapînok xwe li ser jiyan û li ser me sipartin pir zor e, weke îşkenceyê ye.

Çiqas şêwaza nêzîkatiyê hebin ên ku gotin û pratîka wan nîn e û hema derdikevin her deriyê, hun hetanî dawiyê ji van re vekirî ne. Bingehîn sedemê ewqas êxistina kesayetiya jinê; ji ber ku xwe vekirî dihêle ji her cure bandora ku dikine kole. Rebentiya jinê, milîtaniya bêrêgez a jinê, bêsiyasetgeriya wê, bêhêziya wê, ji ber ku di vî bingehî de xwe tîne halê vekirî û jê re zemîn pêşkeş dike, bingeh digire.

Va; ji Amedê hetanî Mêrsînê, ji wirê hetanî Îzmîrê ji bo nanekî -ji masiyê ku li şewkê dieliqe metirsîdartir- xwe diavêjinê. Tê gotin “hemû jî Kurdistanî ne.” Wateya vê ev e; kolekirina gelekî ew tîne halê guncav, weke nêçîrkirina masiyê ku li şewkê dieliqe. Hun jî parçeyên herî li jêr ên vê rasteqînê ne. Ji ber vê yekê divê neyê gotin îdîaya jiyana azad û neyê borandin.

Bi girînê siyaset nayê çêkirin.

Qelsî û giliyan bi danîna holê jî, siyaset nayê çêkirin. Berevajî, ciyê ku ev helwest lê hene siyaset diqede. Jinê li derveyî polîtîkayê hiştinê de roleke diyarker a vê helwestê heye, ku nehatiye halê hêza desthilatdariyê, ev yek ji ber sepandina zêde ya polîtîkaya zilamê serdest pêş dikeve. Bersiva ku hun didine vê, nehatina kesayetiya polîtîk e. Baş e ev çi ye? Koletiyê weke jin pejirandin. Lê em dixwazin jinê weke hêzeke polîtîk a rastîn pêş bixînin. Esas hedefê hewldana hemû çemk, pratîk û rêxistinê ev e. Hemû nêzîkatiyên dîtir, berevajiyê daxwaza azadiyê dikevin.

Xwe polîtîk nekirin, bi raderbirîna azad, raderbirînê û zanebûnê negihandin weke ku ne girîng e, di şûna vê de rêxistinê weke malbatê, rêveber jî weke serekê malbatê ango xwîşk, mêr û bav dîtin û wê hembêzkirin; tê hizirkirin ku polîtîkagerî ye. Lê ev, ji polîtîkaya azadbûnê ti tiştek fêmnekirin e. Hun ewqas ji hêza xwe ya puxteyî pêmen in û heta ewqas jê ditirsin ku, hun tim pêdiviyê bi xwe sipartina hinekan radibihîsin. Tebî di bingehê stû tewandinê de.

Di nav binkeya partiya me de herî zêde pêdiviya jinê bi kesayetiyên polîtîk heye. Polîtîka, rêxistin û bîrdozî ji her kesî zêdetir ji bo jinê derbasdar e.

Bi wê nîvenga ku hun dibêjin sînorê herî paşketî yê hovebertiyê re, hun tenê ji ber ku zayend in, hun nikarin ji zilam re lazim bin. Hun nikarin xwe di vî bingehî de binirxînin. Va heqareta esas, hovebertiya esas û ketîbûna esas di virê de ye. Jina ku xwe tenê bi cudabûna zayendê, bi zayendîtiyê bi zilam weke pêdiviyekê dide hîskirin; tê wê wateyê ku dev ji bîrdoziyê, polîtîkayê û rêxistinbûnê berdaye. Bêyî ku hun pê bihesin, tişta ku hun ji xwe re layiq dibînin ev e. A ku zilamtî rojane bi we dide pejirandin jî ev e. Bi wateya azadiyê, di vê mijarê de nebûna bersivê sûc e. Ev nêzîkatî puxteya koletiyê ye. Lê hun ne di ferqa vê de ne.

Hun, dixwazin tenêtiyê bi xwe sipartina çemka zilamê serdest ve bitêperînin.

Va, ya ku em li dijê ne ev e. Lê em xwedî rêgez in. Heke ku em tawîzê bidin, emê bi temamî şensê azadiyê wenda bikin. Lê ne xema we ye. Kekên we, mêrên we, birayên we, evîndarên we ma gelo wisa ne? Piştî ku her tişt ji destên we diçin hun digirîn. Hun hîç lêkolîn nakin, ezmûneyekê jî najîn û xwe radest dikin. Ev radestbûn e. A herî girîng jî weke ku çarenûseke xwezayî ye, hun xwe wisa bêeleqe, bêçare dihêlin û li bendê dimînin ku hinek werin û li we xwedî derkevin. Di virê de êdî viyan û ramana kaşker disekine. Bi reha hinek tên û malê digirin, lê ev malekî xirab e. Divê çavkaniya pirsgirêka we di virê de bê gerandin. Ger em vê çareser nekin, em berdin qezenckirina welêt û azadiya gel, weke mirov jî nikarin rêzdariyê qezenc bikin. Dê jiyan ji derewekî peyda be. Dê bibe xewneke ku tim tê xeyalkirin, lê ti demê nehatî jiyandin û here.Ji ber ku rastina serokatiyê ewqas mezin şerê jiyanê dide, weke ku piraniya we dihizire ne wisa ye. Ev meşa gelekî ku ji mirovatiyê hatiye derxistin, hêvî ji dest hatine girtin, hemû şeref û rûmeta wê hatiye perçiqandin û ev di rêjeyeke girîng de hatiye pêkanîn, hatiye serdestkirin û ji radestbûnê wêdetir rasteqîna wê hatiye êxistin bin lingan û ji wê nîvenga her cure nexweşiyê derxistiye, şensê jiyanê bilind kiriye, ji rûmeta jiyanê, şerefa jiyanê û rastîna jiyanê re ku dikare wateyê bide û ji bo vê hemû hêza xwe datîne holê. Ji derveyî vê ti tiştekî dîtir nîn e. Çi namûs, şeref û çi têrbûyîna daringî jî nabe.

Serok APO

Loading

Share post:

Popular

JI BO BÎRANÎNA MAM ZEKÎ

https://youtu.be/Y3bfDVpE0aU

JI BO ÇAPEMENI Û RAYA GIŞTî

  Wek tê zanîn hemû gel û tevger xwedî rojên...