Saturday, April 19, 2025

JI BO ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ

Date:

7’ê meha sibatê di encame qezayeke de hevalame Arîn Şengal gîhîşt şahadetê. em tevahî şehîdên vê axê û tevahî şehîdên me yên Têkoşîna Azadiyê dı şexsê kêça berxwedêrde bi rêz û mînet bibîr tînin. Em ser saxî jî malbatê şehîd û gelê xwe re dixwazin.Di sala zafer û berxwedanê de wek hêza YJŞ di xeta Serokatî de û di şopa şehîdên qehreman de em ê bi biryardarî û bi ezma zaferê bimeşin, bîranînên şehîdên xwe bidin jiyankirin, soza tolhilhildan û serxistina armancên wan em ê pêk bînin .
Heval arin keçek peşeng a vê axê ku her kêlîya jîyana xwe bi fedakarî û tekoşerî neqişand. Heval arîn yek keçek ezîdxan a ku jî faşîzma daîşe nesîbe xwe girtibu û dîl ketîbu destê daîşê. Dema ku dîl dikeve dest, bi zîrekîya xwe, xwe jî destê daîşe xilas dike û derbasî nav refê berxwedanîye dibe. Di serîde tevlî nav tevahî hemle û berxwedanê dibe herî dawî jî di berxwedana reqqa de jî cihe xwe digre pîştî vê tevlîbuna leheng û tolhildêr bere xwe dide warê berxwedane şengal û dinav YJŞ de di asta peşeng û reveberîde cihe xwe digre. Dil arînê vî welatî di sekna meyan xatuna, zerîfa ose û sîtya ez da ,di şope xwedevenda xatuna ferxa de xwe kirin şop û ruhê berxwedanîyê jîna ezdî . li ser şopê vî ruhî îro jî berîvan û arîna xwe di hîş û bedena xwe ya dîrokîdê li hemberî fermana xwe sipartin berxwedanê. Navê arîna jî wekî ku dinave xwedê jî rastîya xwe hilgirtînê de jî dîyar dibe, keçe ku dile xwe bi agir û roje werivendî bun rupelê kevneşopîya azadiya keç û jînê ezîdxanê, heval arîn bi sekna xwe ya dilpak hemî hebuna xwe kiribu fedaye tolhildana fermanan. Em jî di şexsê arînan de cardin di bejîn, wê arîne vî welatî di sekna YJŞ da xwe bikin pêşeroja azadiya jînê ezîdxanê. Bi tolhildan û têkoşînê wê azadiyê di taca zerîndê deynîn ser kezîyê dayîkê vî welatî. Cardin em di şexsê heval û pêşanga YJŞ rêheval Arîn Şengal de tevahî şehîda bi bîr tînîn û soza serxistina xeyalê tevahî şehîda nû dikîn.

Nasnameya hevala me ya şehîd wihaye;

Navê Kod-Arîn Şengal
Nav û Paşnav-Hediye Xwedêda
Dîroka Ji Dayikbunê-1998/Şengal
Dîroka Şehadetê-7-2-2019/Şengal

FERMANDARIYA YJŞ

08-2-2019

Loading

Previous article
Next article

Share post:

Popular

JI BO BÎRANÎNA MAM ZEKÎ

https://youtu.be/Y3bfDVpE0aU

JI BO ÇAPEMENI Û RAYA GIŞTî

  Wek tê zanîn hemû gel û tevger xwedî rojên...