Saturday, April 19, 2025

JI BO ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ

Date:

Li ser navê hemû hevalên xwe, Cejna Çarşema Sor a kevin gelê xwe, di kesayetiya Şehîd Mam Zekî de tevahiya hevalên xwe yên şehîd bûne, malbatên şehîdan û gelê Êzidî pîroz dikin.

Di nava gelên Rojhilata Navîn de Cejna Çarşema Sor bi hezaran salane tê pîroz kirin. Cejna Çarşema Sor a ku tê bawerkirin ku rastî afirandina cîhanê tê, ji bo gelê me yê Êzidî xwedî wateyekî cudaye. Ev roja pîroz a ku gelê me Êzidî tên li gel hev vê cejnê pîroz dikin, ji bo gelên Rojhilata Navîn roja aşitî, biratî û hêviyê ye.

Meha Nîsanê ku li gel Êzidiyan cihê wê cuda heye,, dîlên ku ji aliyê tevgera azadiyê ve bi fedekariyek mezin ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin, bi kêfxweşiyek mezin hatin pêşwazî kirin. Em vê cejnê pêşkêşî dîlên hatine rizgarkirin û tevgera azadiyê dikin. Çarşema Sor ku di dîrokê de xwedî cihekî gelek girînge û gelê me tevî hemû êrîşan û hewildanên îmhayê bi kelecanekî mezin gihandine vê rojê, em gelê xwe vedixwînin  bi ruhê yekîtî û berxwedanê pîroz bikin.

Bi hêviya ku jiyane azad, demokratîk, aşitî û edalet ji bo hemû gelê me û mirovên bindest bê afirandin, Cejna Çarşema Sor li hemû gelê xwe, hevalên xwe yên li sîperan pîroz dikin. Em bang dikin ku gelê me beşdarî nava refên YBŞ’ê bibin û bi hev re ber xwe bidin û gel bi parêzin.

FERMANDARİYA YBŞ

17-04-2019

Loading

Share post:

Popular

JI BO BÎRANÎNA MAM ZEKÎ

https://youtu.be/Y3bfDVpE0aU

JI BO ÇAPEMENI Û RAYA GIŞTî

  Wek tê zanîn hemû gel û tevger xwedî rojên...