Di 5’emîn Salvegera ferman û berxwedaniya li dijî fermanê de di destpêke de em di kesayeta Mam Zekî Şêngalî de tevahî şehide axa berxwedêr şehîdê 73 ê fermana û tevahî şehîdên têkoşîna azadiyê bibîr tînîn. Di sala 6’emîn de jî em ê di şopa şehîdan de bi meşin û xwesteka şehidên xwe pêk bînîn.
Wekî tê zanîn bi plansaziyeke dagirkerî, bi navê DAÎŞ’ê sisêyê meha heşt xwastin fermanekê li serê gelême de bînîn koka me ji holê rakin lê belê bi berxwedaniye kê bêhempa ev planên dagirkeriyê di tekoşîna van sala de hate vala derxistin. Di serî de bi hezaran keç, dayîk û miletê me berxwedan û teslîmî dagirkerîyê nebûn û xwîna xwe li ser vê axê ji me re kirin dîrok û çanda tekoşîne. Bi saya berxwedan û pakrewanên azadiyê re ne tenê me ev êrîşa hovane şikand, di heman demê de bi rêxistinekê parastinê yê bi hêz me bersiva vê fermanê da. Dagirkerê ku bi vê berxwedanê planê wan vala derketin û xêrnexwazê vê xakê dev jî hesûdiye xwe yê qirêj berne dan. Di sisê adara 2017 da ev erîş bi navê çeteyên roj ên ku dagirkeriya tirka ew demek bû amadekarî dikirin û bi hewldanekî provakator êrîşekî dan dest pê kirin. Di nîsana heman salê û dîsa bi êrîşa hewayî êrîşek li ser vîna me hat peşxistin. Di 15 tebaxa 2018’an de bi planekî xwînxwar li ser mame civaka me Zekî Şengalî pêk hat xwestin bi vê erîşe vîna gele me yê berxwêdêr bişkînîn lê wekî her êrîşî ev eriş jî vala hat derxistin. Di adara 2019’an de dîsa êrîşekî hewayî bi fermana dagirkeran pek hat. Di van salên tekoşîne de me berxwedana mayîn û nemayîne da . Di sala 5. temam kirine de hemû êrîşê dagirkêra hat şikandin.
Li ser vê esasê di salvegera 5. a fermanê de em ji tevahî gelê xwe û tevahî cîhanê re dibêjin wê her dilopek xwîna şehîdên me bibe heza tekoşîna YBŞ û YJŞ wê bibê ezma zaferê. Em cardin di huzura hemû şehîdên xwe de soz didin ku wê bi tekoşîn û bi berxwedaniyê li ser vê axê paşerojek azad wê were avakirin wê tu dagirkerî nikaribin li ser vê axê xeyalê azadiyê bi çewisînin. Wê tolhildana me ya şehîdan di sala 6’emîn jî wê her dilopêk xwîna şehîdan wê xwe mezin bike, bibe hêz, rêxistin û pêşeroja civaka Êzîdî. Di tekoşîna me ya sala 2019 wê bibe sala berwedaniyek û serkeftinek mezin. Heman demê wê bibe sala şikandina faşîzmê û azadiya gelê Êzîdxanê. Di roja îro de êdî cihê ku em hîştin revîyan di Şengalê de nînê. Ti mafê wan ê ku li ser me bipeyîve jî nîne. Di tekoşîna 5 salan de YBŞ Û YJŞ li ser hîmê xweseriya demokratîk avakirin de hêzekî dîrokî yê. Êdî ne têne hêza parastina Şengalê di heman demê de bûye hêzekî serekê ê aramiya Iraqê. Xwedî mîsyonekî parastin û aramîya Iraqê û herêmê yê.
Tekoşîna sala 5 ê jî bo tekoşîna mê wek mîladekê yê. Ji ber di tekoşîna îsal de çeteyên daîşê hate bi dawî kirin. Bi dawîkirina daîş di dîrokê de rûpelekî nû ji bo gelê azadîxwaz vekir, ev mîladekî nû yê . Ev pêngava rizgariye bi bedelê giran bûha pek hat. Ev kerasete bi nave daîşê pek hat, planekî qirej û şerêkî bi wekalet bû. Di kêliyê ku herkes bê hêvî bû û digot hat ket wê bikeve Kobanê ev erîş hat sekinandin, li Şengal hat paqijkirin, li Minbîç û Reqqa starta bi dawikirine hat dest pê kirin. Îro jî ev gûruh bi bahoza firate jî ket nav sorgihê dîrokê de. Di keliye ku teknîka serdemê li hember vê dagirkerîye bê çare ma, zarokên vê axê bi bawerî, vîn û fedakariyekî pir mezîn xwe kirin mertalê azadîye, bûn tîrêjê siberojê, hêviya azadiyê. Rastiya berxwedanê zaferî nîşanî herkesî da. Ev ked û berxwedaniya pîroz serdemekî nû bi xwe re avakir û bû nirxê hevpar a tevahî gelan.
Disa em di şexsê tevahî şehîdên têkoşîna azadiye û 73 fermana bi bîrtînin û soza xwe ya têkoşînê nû dikin.
Fermandariya YBŞ û YJŞ
02-08-2019