Ji ber êrîş û dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê ya 2014’an heya niha jî hinek herêmên Şengalê mayînkirîne û gelek bermahahiyên şer û teqemeniyan lê mane.
Şervanên YBŞ’ê hinek herêm paqijkiribe jî lê hîn bi temamî paqij nebûye. Ji ber vegera gel a Şengalên her diçe zêde dibe, yekîneya rakirina mayînan a YBŞ’ê bi hevkariya artêşa Iraqê pêngaveke nû ya paqijkirina mayîn û teqemeniyan kir.
Di vê çarçoveyê de yekîneyên paqijkirina mayîn û bermahiyên şer, xebatên xwe li Gundê Girzêrik, Tilezêr û Sîba Şêx Xidir a girêdayî Şengalê dan destpêkirin.
Heya niha gelek mayîn, guleyên hawanan û bermahiyên teqemeniyan hatine rakirin.Wê xebatên paqijkirina ji teqemeniyan li herêmên din ên Şengalê jî pêk bê.