Saturday, April 19, 2025

RÊZİKNAMA YBŞ’Ê

Date:

 

A) HUKMÊN GIŞTÎ

  1. Navê Rêxistinê: Yekineyên Berxwedana Şengalê. Navê wê yê kurt YBŞ’e ye.
  2. Amblema YBŞ’ê: Li ser zemîna sor û kesk di hundirê wê de Qubeya Laleş heye, teyrê tawus ku derdora wê tirêjên rojê dixuye. Di binde “YBŞ” dinivise.
  3.  Armanca YBŞ’ê: Li hemberî hemû êrîşên hundirîn û derve parastina civaka Êzîdî, axa ku li ser jiyan dikin, nirxê bawerî û çandî armanc dike û xwe li ser vî esasî rêxistin dike. YBŞ’e li ser bingehê azadiya jin û civaka Demokratîk esas digire. YBŞ’e civaka exlaqî-polîtîk û yekîtiya netewî a Kurdistanê esas digire û wekî hêzên parastin berpirsyariya ku li ser dikeve bi cih tîne. YBŞ’e hemû olên çandî, ziman û netewan re bi xweşbinî û rêzdarî nêzdibe, li ser vê esasê alîgirê yekîtiya di nava gelan de ye û ji bo pêşxitina wê û parastina wê xwe berpirsyar dibîne.

B) PÊKHATEYA RÊXISTINÊ

  1. Pênaseya Giştî: YBŞ ji bo pêwîstiya parastina civaka Êzîdî, nirxên wê yê bingehîn û parastina axa kê lê jiyan dike avabûye û hêza parastina cewherî ye. YBŞ’e îradeya civaka Êzidî ya siyasî û cewherî nas dike û li gorî biryarê wê îradeyê tevdigere.
  2. Konferansa YBŞ’ê: Organê biryarê ya herî bilinde. Salê carekê bi delegesyona nûnerên hemû xebata kom dibe, pratîka di navbera her dû konferansan dinirxîne, ji bo merheleya xebatê ya nû biryara digire, rêgeha taktîkî diyar dike. Konferans meclîsa YBŞ’ê hildibijêre, ger pêwîst bibîne di rêziknamê de guhertin çêdike.
  3. Meclîsa YBŞ’ê: Meclîs ji 15 eslî, 6 endamê yedek ji qadroyên profesyonel pêktê û ji aliyê Konferansê tên hilbijartin. Di navbera her dû konferansan de organa herî bilind a biryar û rêvebirinê Meclîs e. Endamê meclîsê wekî delegeyên xwezayî beşdarî konferansê dibin. 2 mehan carekê civîna xwe pêktînin. Di çarçoveya xebatê xwe yê bingehîn de kar parve dike. Meclîs di nava xwe de Fermandariya biryargehê ya ji 5 kesan pêktê diyar dike. Di nava wan de jî Fermandarê Giştî tê bijartin.
  4. Fermandariya Biryargeha Navendî a YBŞ’ê: Ji hemû sewq û îdareya YBŞ’ê beripirsyar e. Terfî-tayîn dike û Meclîsa YBŞ’ê jê agahdar dike. Di hundirê xwe de bi disîplîn civîn û tekmîlê rojane dixebite. 15 rojan carekê civîna xwe ya kû hemû xebatan dinirxîne pêktîne. Ji hemû qadên xebatê rapor digire, talîmatên pêwîst ji rêveberya jêrin re radigîhîne. Ji kombûn û amadekariya konferansa din berpirsyar e.                                                                                                                                                  

Rêxistinbûnên girêdayî Fermandariya Biryargehê ev in:                                                                                               

a. Fermandariya YJŞ: Girêdayî Fermandariya YBŞ’ê rêxistinbûna xweser a jin e. YJŞ îradeya jinên di nava refên YBŞ’ê de temsîl dike. Di çarçoveya rêziknama giştî a YBŞ’ê rêzîknama xwe ya xweser avadike, xebatê xwe rêxistin dike û dimeşîne.

b. Fermandariya Akademiyan: Polîtîkaya perwerdeya di hundirê YBŞ’ê de tê dayîn diyar dike. Bernameya akademiyan diyar dike, li ser esasê vê bernameyê faliyetên perwerdê rêxistin dike û dimeşîne. Tekmîlê akademiyan digire, perspektîf û talîmatê pêwîst pêşkeş dike. Akademiyên di bin binesaziya Fermandariya Akademiyan de ev in:

         1. Akademiya Derweşê Evdî: Şervanên nû yê tevlî YBŞ’ê bûne perwerdeya xwe ya bingehîn dibîne, akademiya şervanên nû ye û li               ser vê bingehê dewrê tên rêxistinkirin.

        2. Akademiya Ş. Xane: Şervanên nû yê tevlî YJŞ bûne perwerdeya xwe ya bingehîn dibîne, akademiya şervanên nû ye û li ser vê                         bingehê dewrê tên rêxistinkirin.

        3. Akademiya Ş.Berxwedan: Akademiya fermande û kadroyên xwe di felsefeya azadiyê de kûr dike, li ser felsefeya Êzidî serwext                 dibe û xwe di hûnera şer de pêşdixîne ye.

c.Fermandariya Saziyan: Fermandariya saziyên hemû pêwîstiyê xebatê YBŞ’ê bibersivîne ye. Saziyên di bin binesaziya wê de ev in:

      i) Cebilxane: Di hûndirê YBŞ’ê de ji parastina hemû cebilxaneyê, ji depokirin û belavkirina wê berpirsyar e. Pêwîstiyan diyar dike û li             ser bingehê saziya eleqedar peyda dike.

     ii) Lojîstîk: Ji parastina malzemeyên lojîstîk, ji depokirin û belavkirina wê berpirsyar e. Pêwîstiyan diyar dike û li ser bingehê saziya                eleqedar peyda dike.

     iii) Arşîv-Sîcîl: Ji qeyd kirina hemû şervanan, ji arşîvkirina xebatan û ji tedbîr girtina pêwîst berpirsyar e.

     iv) Çapemenî: Li ser esasê propaganda-ajîtasyon û ji meşandina xebatên weşanê berpirsyar e.

     v) Muxabere: Ji ragihandina bi tendirûst û ewle ya di navbera yekîne û fermandariyê de berpirsyar e.

    vi) Maliye: Ji bo butçeya heyî bi awayekî rast di xebatan de bê nirxandin dixebite û jê berpirsyar e.

    vii) Tendirustî: Di hûndirê YBŞ’ê de bi pirsgirêkên tenduristî eleqedar dibe û bi qasî quweta xwe di mijara tendirustiyê de piştevanî dide      gel û jê berpirsyar e.

    viii) İstixbarat: Li ser esasê parastina cewherî agahiyên pêwîst berhev dike, toreya wê rêxistin dike û jê berpirsyar e. ix) Dad:                     Rêziknameya sûc û ceza ya YBŞ’ê bi xwe xweser avakiriye sûcên hatiye kirin dadgeh dike û jê berpirsyar e.

d. Komitaya Têkiliyên Gel: Xebatê YBŞ’ê yê di nava gel de dimeşîne. Di nava gel de li ser esasê parastina cewherî perwerdê rêxistin dike. Di hûndirê xwe de yekîneyên tevlîkirina şervanan rêxistin dike. YBŞ’ê, bi vê komîtê di nav meclisa Êzidiyan de xwe temsil dike.

C) DI YBŞ’Ê DE XEBITÎNA HUNDIRÎN

YBŞ hemû xebatê xwe li ser esasê xebitîna hundirîn dimeşîne.

i)Disîplîna Emir Talîmata: Di YBŞ’ê de navendparêziya demokratîk esas e. Navendîparêzî bi talîmatan tê pêkanîn. Aliyê demokratîk pêkanîn bi rêya konferans, civîn, tekmîl, rapor pêşkêşkirin, pêşniyar û nêrîn girtin û bi rêya di cihên pêwîst de bi dengdayinê pêktê. Di her astê de fermande bi rêya emir û talîmatan hêzên girêdayî xwe rêvedibe û erka xwe ya fermandetî bi cih tîne.

         Emir: Ji bo bi cih anîna erkekê fermana kûrt û cewherî ye.

         Talîmat: Ji bo bi cih anîna erkekê berfireh û mezin, wê erk çawa pêk bê fermana perspektîf di nava xwe de dihewîne ye.

ii) Disîplîna Tekmîl-Rapor: Derheqê xebatan de bi disîplîn agahdarkirina fermandariya jorîn e.

         Tekmîl: Derheqê faliyet an jî erkekê de agahiya kûrt û cewherî ya ji qedemeya fermande ya berpirsyar re tê dayîn.

        Rapor: Derheqê encamê xebatên demdirêj û fireh de tevî şîrove ji qedemeya fermandariya jorîn re wekî agahî tê pêşkêşkirin. Rapor                 wekî ku periyodan tê pêşkêşkirin, her wiha dema pêwîst hat dîtin her şervan an jî rêveber dikare ji qedemeya fermandariya jorîn re, ji               Fermandariya Biryargeha YBŞ’ê re rapor binivîsîne. Di dema hat diyar kirin de rêxistinbûna jêrîn bi awayekî disîplîn tekmîl nede, rapor           amade neke û negêjîne cihê pêwîst wekî ku erka xwe ya bingehîn ne aniye cih tê hesibîn.

iii) Civîn: Civîn, platforuma rêveberiya YBŞ’ê û yekîneyên wê di demên diyar de û gava pêwîst hat dîtin xebatê xwe dinirxîne, pirsgirêkên xwe yê rêxistinî çareser dike, rexne û rexnedan dide pêşniyar û biryaran digire. Civîn ji aliya dîvana hatiye erêkirin di vê çarçoveya madeyên rojevê tê meşandin. Di civînê de mafê her kesî heye ku di çarçoveya rojevan de nêrînên xwe û fikrên xwe bîne ziman. Encama civînê ji rêveberiya xwe ya jorîn re tê pêşkêşkirin. Bêyî hincet bê nîşandayin ne tevlîbûna civînê îxlalkirina xebitînê ye.

iv) Rexne – Rexnedan: Di nava xebatê de kêmaniyên derketine derdixîne holê û mekanîzma bihûrandina kêmaniyan e. Di YBŞ’ê de, ferd, sazî û di rêxistinan de li hemberî kêmaniyên tê jiyankirin di fermiyetê de rexneyên pêşdikevin wekî têkoşîna rêxistinî tê dest girtin. Ji aliyê din her şervan û fermandarê YBŞ’ê li hemberî kêmaniyên derdikevin xwe berpirsiyar dibîne û nêzîkatiya rexnedanê wekî nêzîkbûneke exlaqî qebûl dike.

v) Dîsîplîn: YBŞ’e wekî her rêxistinbûna leşkerî dîsîplîn wekî rêgez û prensîba bingehîn digre dest. Dîsîplîn daneheva hemû quralên leşkerî ye. Berpirsyariya fermandar û şervanan heye ku quralên dîsîplînê û rêzîknameyê bê kêmanî bi cih bîne. Ji bo xwemalîkirina dîsîplînê destpêke dîsîplîna cewherî tê hedefkirin.

vi) Tayîn-Terfî: Ji bo pêwîstiya fermandariya YBŞ’ê bê bersivandin xebata vesazkirin, rotasyon û cih guhertinê ye. Ji bo ev xebat encamgir be divê kes di armanca YBŞ’ê de kilîtbûyî be, tecrûbe û performansa xwe ya leşkerî hebe, azweriya xwe ya têkoşînê hebe, dirûst be û têkiliyên xwe bi şervanan xurt be. Van taybetmendiyana referans tê girtin û dîsa tayîn û terfî li ser van esasan tê meşandin:

(a)  Tayîn û terfiyên giştî ji aliyê Meclisa YBŞ’ê tê kirin.

(b) Li gorî pêwîstiyan tayîn û terfiyên taxim û li ser taximan bi erêkirina Fermandariya biryargehê tê kirin. Fermandarê tîmê di                    nava yekîneyê de tê diyar kirin û pêşkeşî fermandariya jorîn tê kirin.

(c)  Ji erkê girtin wekî rêbaza herî dawî tê dîtin. Hê bêhtir hêz dayin, tecrûbe dayin û li ser esasê rexnedanê dîsa teşwîq kirin esas tê              girtin. Di rewşên ku rêgez tên binpêkirin û hewldana xwe sererastkirinê nayê nîşandayîn de ji erk girtin pêktê. Ji erk girtin bi erêkrina              Fermandariya biryargehê tê kirin.

(d) Fermandarê ku avahî ew naxwaze ji erk tê girtin û ji aliyê Fermandariya biryargehê rewş wî/wê tê nirxandin.

D) DI YBŞ’Ê DE DİSÎPLÎNA YEKÎNEYAN

Hemû yekîne di çarçoveya esasên hatiye diyarkirin de tê rêxistinkirin.

        i) Disîplîna Tîm: Ji fermandarek tîmê û ji 2-4 şervanan pêktê.

        ii) Disîplîna Taxim: Ji fermandarek û ji 2 tîman pêktê. Fermandarê tîma yekemîn alîkarê fermandarê taximê ye.

        iii) Disîplîna Boluk: Ji fermandarek boluk û ji 2 taximan pêktê. Fermandarê taxima yekemîn alîkarê fermandarê bolukê ye.

        iv) Disîplîna Tabûr: Ji fermandarek tabûr û ji 2 bolukan pêktê. Fermandarê boluka yekemîn alîkarê fermandarê tabûrê ye.

        v) Yekîneyên Sînor: Ji bo ewleyariya sînor yekîneyên taybet in. Ji yekîneyê li gorî pêwîstiyan tê diyarkirin.

        vi) Yekîneyên Asayîşê: Ji bo kontrol kirina ketin û derketina cihûwaran yekîneyên taybet in. Disîplîn yekîneyê li gorî pêwîstiyan tê                   diyarkirin.

 

E) ESASÊ BÛYÎNA ŞERVANÊN YBŞ’Ê

        1. Êzidî û kesên ji ol û gelên din ku amadene xwe ji bo civaka Êzîdî feda bikin di YBŞ’ê de wekî şervan tên

2. Kadroyên Profesyonel: Pêkhateya kadroyê bingehîn ê YBŞ’ê ye. Di esasê armanca YBŞ’ê de ji her cure vesazkirin û erk girtinê re amade ye. Her cihekî Êzidî lê jiyan dike xebatên parastinê dimeşine.

3.Kadroyên Herêmî: Pêkhateya şervanên giştî yê YBŞ’ê ye. Di esasê armanca YBŞ’de, li Şengalê xebatên parastinê dimeşine.

F) TAYBETMENDIYÊ ŞERVANÊN YBŞ’Ê:

i) Li ser bingeha azadiya jin civaka demokratîk esas digire.

ii) Girêdanî û dilsoziya xwe bi ol, çand, dîrok û hemû nirxên civaka Êzidî heye.

iii)  Welatparêzê Kurdistan e û li hemberî geşedanên Kurdistan hestyar e.

iv) Pêwîstiyê civaka exlaqî û polîtîk bi cih tîne.

vi) Di şerê parastinê yê pêşdikeve de wêrek, bêtirs û berxwedêr e.

vii) Ji bo gelê xwe û hevalên xwe amadeye ku xwe feda bike.

viii) Hemberî hemû gelan, olên çandî û zimanan bir rêzdar û xweşbîniye.

ix) Girîngî nade madiyatê manewiyata xwe xurt e.

x) Hişmendiya xwe ya dîroka Êzidî û Kurdistanê heye, sedem û encama 73 fermanên hatiye jiyîn derxistiye zanebûnê.

G) MAFÊN ŞERVANÊN YBŞ

  1. Mafê xwe yê/ya perwerde heye.
  2. Mafe xwe yê/ya tevlibuna civîna yekiniya xwe heye.
  3. Mafê xwe yê/ya rexne û rexnedayine heye.
  4. Mafê xwe yê/ya rapor nivîsandinê heye.
  5. Derhaqê xwe, yekiniye xwe, xebatên YBŞ’ê de mafê xwe yê peşniyarê heye.
  6. Mafê xwe yê desturê a mehê 3-5 rojan heye.
  7. Di çarçoveya derfetan de mafe xwe ya fon girtinê heye.

H) DI YBŞ’Ê ÎTIFAQ:

YBŞ’e li gorî armanca xwe, li ser esasê rêgez û prensîban bi cemaet û hêzên parastina cewherî yê din re îtifaq dike. Gava şert guncav bê dîtin cemaet nasname, cil û berg û ala YBŞ’ê digre.

I) SOZA ENDAMTİYA YBŞ’Ê:

Ezê hemû baweriya xwe ya Tawusê Melek û rastiya Êzidayetiyê, Laleşa Nuranî, wargeha muqaddes Şengalê û hemû axên Êzidiyan biparêzim. Di bingeha azadiya jin, ez ê civaka demokratik esas bigirim; hemberî hemû ol, ziman û netew bir rêzdarbim. Li dijî hemû êrîşên ji derve û hundir parastina rewa esas bigrim. Di vê çarçovê de li hemberî Rêbertî, li hemberî şehîdên Kurdistanê û şehîdên 73 fermana, li hemberî hevalên xwe yên têkoşînê sond dixwim.

I) ESASÊN JI YBŞ’Ê BÊN DERXISTIN:

– Kesên ku berovajî exlaq û nirxên civaka Êzidî ye ji YBŞ’ê tên derxistin.

– Kesên ku dixwazin derbikevin, piştî ku erka xwe temam dikin bi pejirandin û erêkirina Fermandariya Biryargehê tên derxistin.

– Di rewşa şer de pêşniyarên derketinê nayê qebûl kirin.

 

SILAV Û RÊZÊN ŞOREŞGERÎ

FERMANDARİYA YBŞ’Ê

Loading

Previous article
Next article

Share post:

Popular

JI BO BÎRANÎNA MAM ZEKÎ

https://youtu.be/Y3bfDVpE0aU

JI BO ÇAPEMENI Û RAYA GIŞTî

  Wek tê zanîn hemû gel û tevger xwedî rojên...