Saturday, April 19, 2025

Şervanê YBŞ: Ji ber YBŞ’ê PDK’ê ez 4 caran  girtim

Date:

 

 

Şervanê YBŞ’ê bi navê Baran Ajrîn ku 3 sale di nava refên YBŞ’ê de tekoşîn dike diyar kir hevalên me yên di nava YBŞ û YJŞ’ê de dema diçin Başûr ji aliyê PDK’ê ve tên girtin û wan tehdît dikin.”

Şervanê bi navê Baran Arjînê yê ji bajarokê Xanesorê yê girêdayî Şengalê ji 2014’an ve di nava refên YBŞ’ê de ye û diyar kir ku ew kêfxweşe ku  nava vê hêzê de cihê xwe digire û got: “Ji 2014’an ve ez di nava refên YBŞ’ê de me. Piştî ku ez  demekê tevlî nava refên YBŞ’ê bûm hevalan got min biçe malbata xwe bibîne. Ez çend caran çûm Dohûkê. Dema ez çûm rastî xiyanetekî mezin hatim.

‘Dema em hemberî dijminê Kudistanê şer dikin PDK’e me digire’

Arjîn destnîşan kir ku ji bo namus, şeref, gelê êzidî yên hatin kuştin û revandin tevlî berxwedanê bûye û wiha pêde çû: “Min xwest ji bo namus, şeref û gelê me yê hatin revandin û kuştin tekoşîn bikim. Lê hinek hêzên ku her dem berxwedana me dixwazin asteng bikin û xwestin min ji Êziditiya min dûr bixin. Xwesteka wan her dem em dibin kontrola dijmin de bin. PDK’ê hem hemberî min û hem hemberî gelê Êzidî zilmekî mezin dimeşîne û hina jî dimeşîne.”

Arjîn axaftina xwe wiha berdewam kir: “Dema destûra xwe em diçin Başûr gel malbata xwe em tên girtin. Ma qet ji xwe napirsin ka em çima van ciwanan digirin? Çiqasî bi edalete ciwanên ji bo namus û şerefa xwe û hemberî dijminê kurd û Kurdistanê şer dike bê girtin? Dema ku em hemberî dijmin şer dikin, qaşo kesên dibêjin em rêxsitina Kurdistanê ne  me digirin? Çima wisan dikin.”

‘Êzidiyên me yên kampên PDK’ê de jiyan dikin rastî qirkirina spî tên’

Arjîn diyar kir ku di 2014’an de Şengal rastî qirkirina sor hat û wiha domand: “ Niha jî êzidiyên me yên kampên Başûr de dimînin rastî sistema kapitalist û qirkirina spî tên. Bi kar anîna ol, ziman û  çandê dixwazin qirkirina spî pêk bînin. Çima her tim gelê me yê Êzidî tên perçiqandin, pêwiste gelê me vê pirsê ji xwe bike. PDK’ê sahên mezin yê footbollê vekirine ji sibehê heya şev bi van leyîstokan ciwanên em dixapînun. Tiştek ne raste û nêzikatiye çewte, bi van leyîstokan ciwanên me ji dibistanan, xwe perwerde kirin û çandê dûr dixin. Pêwiste ciwanên me baş zanibe, PDK’e wan dixapîne.”

 ‘YBŞ şeref û namûsa min e ez terka wê nakim’

Arjîn axaftina xwe wiha domand: “Ez ji bo xwe bêjim, dema çûm Başûr mablata xwe bibinim 4 caran PD’ê ez girtin. Ez vê vekirî bêjim kesên ji bo şeref, namus û axa xwe şer dike, hemberî çeteyan tekoşîn dike, ciwanên nava YBŞ’ê û YJŞ’ê de ne ji aliyê PDK’ê ve tên digirin. Dema ez hatim girtin PDK’ê got min em ê te berdin lê carek din neçe tevlî YBŞ’ê nebe. Ne 4 caran hezar caran min bigirin, ez ê disan werim tevlî YBŞ’ê bibim, yanî ez dev ji namus û şerefa xwe bernadim. Bavê min û bavên hevalên min jî dema dibûn kefîl dihat berdan, dema ne dibûn kefîl bernadin. Zarokên ku malbat bûne kefil hatine berdan dema carek tên tevlî YBŞ’ê dibin ziyan didin malbatên wan. Nimûne bavê min bû kefîl û ez hatim, ji ber ku  bavê min bûye kefîl wê were girtin, bila were girtin. Ka mirovahî kûdera wê de heye?

 

‘Yên ji bo Şengalê xwin didin û şehîd didin YBŞ’e ye’

Arjîn bal kişand ser deshilatdariya PDK’ê û diyar kir ku êdi nikarin deshilatdariya xwe ser gelê me bide meşandin û got: “PDK’ê her tişt anî ser gelê me, tişta ku ne kirî ne ma. Bila gelê me baş zanibe êdi PDK’e nikare ser gelê me deshilatariya xwe bide meşandin. Heya ku em hene, em ê destûra vê nedin. Êdi YBŞ û YJŞ heye. Yên ji bon Şengalê xwîn dirêjînin, hemberî çeteyên DAIş’ê şer dikin, berxwe didin û şehîdan dide YBŞ’e ye. Heya niha ji bo Êzidxanê hêzek wisan dirust û berxwedanê raber bike ne hatibû ava kirin. Tenê yê axa Şengalê biparêze û gelê Êzidî biparêze YBŞ û YJŞ’e ye. Êdi bese bila ciwanên Êzidî xwe nas bikin. Êdi wan kampên sistema kapitalist yên Başûr jiyan nekin û ser xwe qebûl nekin. Çavê xwe vekin bi dilek wêrek û dirust tirsa xwe bişkînin. Werin rastiya bibînin ka wê dostê we ye û kê dijminê we ye. Werin temaşe bikin ji bo gelê êzidî û axa pîroz ciwanên me di temenê biçûk de şehîd dikevin. Werin em bibin yek û tola gelê me yê hatîn revadin û qetil kirin rakin.”

 

Loading

Share post:

Popular

JI BO BÎRANÎNA MAM ZEKÎ

https://youtu.be/Y3bfDVpE0aU

JI BO ÇAPEMENI Û RAYA GIŞTî

  Wek tê zanîn hemû gel û tevger xwedî rojên...