Saturday, April 19, 2025

NIRXANDINÊN FERMANDARÊ YBŞ’Ê LI SER 15’Ê SIBATÊ

Date:

‘Bingehê fermanê dema komployê de hat danîn’

ŞENGAL – Fermandarê Giştî yê YBŞ’ê Mazlûm Şengalî komploya 15’ê Sibatê şermezar kir û diyar kir ku vala derxistina komloyê xwe rêxistin kirin û xwe ji nûve avakirine e û got: “ Bingehê fermana 2014’an bi komloyê re hate danîn.”

Fermandarê Giştî yê YBŞ’ê Mazlûm Şengalî bi boneya salvegera komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê ê li dijî Rêber APO, daxuyaniyek da û diyar kir ku bingehê fermanê di 99’an de hatiye danîn û vala derxistina komployê bi rêxistinkirinê pêkane.

Şengalî li ser navê YBŞ’ê komploya 15’ê Sibatê şermezar kir û şehîdên  ji bo komployê bedena xwe kirin topek ji agir û hemberî komployê sekînin bîr anî û got: “Em wekî parastina civaka Êzidî YBŞ, hêvî û daxwaza van şehîdan bi cih bînin. Kompoloya ku 15’ê Sibatê li dijî Rêber APO pêk anîn, hedefa wan di şexsê Rêbertî de tevahî gelê kurd, gelê cihanê, mirovahiyê, deskeftiyên gelan, baweriyên heyî girtin bû. Ji bo ku gelên heyî, baweriyên heyî qîr bikin, şexsê Serokatî de ev komplo pêk anîn. Şerê ku îro li Rojhilata Navîn tê meşandin bingehê xwe ji komploya navnetewî digire. Ger îro li Rojhilata navîn de kaosek heye, şerê hebûn û tûnebûnê tê meşandin, bingehê wê dema komployê hate amade kirin.”

Şengalî bal kişand ser paradigma ku Rêber APO danî û got: “Rêbertî bi sistema netewa demokratîk danî û ev jî bi hevre jiyankirina gelan, baweriyan û çanda bû. Ger îro Serokatî ne hatiba girtin wê evqasî şer ne hatiba meşandin. Ji ber ku felsefe, fikir û paradigma Rêber APO, dijî kuştina gelan û şer kirina gelan e. Bi dîl girtina Rêber APO îro evqasî şerekî mezin di cîhanê de tê meşandin.”

Şengalî wiha berdewam kir: “Pêwiste gelê me yê Êzidî zanibe ferman ne di 2014’an de pêk hat, bingehê vê komployê di 99’an bi dîl girtina Rêber APO destpêkir. Ji ber ku Rêber APO nirxek mezin dida civaka êzidî, cûda nêzî gelê êzidî dibû, digot gelê herî kevîn, baweriya kevnar û çanda kevnar a êzidiye didît. Rêbertî di şexsê Derwêş û Edûlê de civaka  êzidî dest digirt û ew tehlîl dikir û berxwedaniya wan di anî ziman. Ji bo parastina gelê êzidî çi diket ser milê Serokatî pêk di anî.”

Şengalî daxuyakirin ku bi girtina Rêbertî beriya 18 salan bingehê fermana 3’ê Tebaxê ku çeteyan DAIŞ’ê êrîşê gelê me kir û ferman pêk anî û wiha pêde çû: “Dewleta Tirk û gelên hêzên deshilatdar, dewlata Qatar û Suudî piştigiriya van çeteyan kir. Disan yên ku bi fikir û felsefeya Rêber APO xwe rêxistin dikin û dimeşin hati pêşiya fermanê bûn asteng. Pêwîste yê herî zêde li Rêber APO derkeve civaka me ya Êzidî be. Xwedî li Rêbertî derketin, xwedî li hebûna xwe derketine. Rêbertî ne şexseke ji ber ku ew temsîlê civakan, mirovahiyê û hemû baweriyan dike. Pêwîste gelê herêm hemû baş zanibin, Rêber APO ne serokê miletekê ye, ew Serokê mirovahiyê ye.Hêzên deshilatdar û hêzên komploger dixwestin encam bigire, lê Rêber APO bi sekna xwe, kesayeta xwe yê  berxwedaniyek bê hempaye û wekî wê dîrokê ne hatiye dîtin vala derxist. Dewlata Tirk dixwazin vê komployê bigihînin serî û armanca xwe pêk bînin.  Paradigma û felsefeya Rêber APO danî bi milyonan gel pê dimeşe û xwe li gorî wê rêxistin dikin.”

Şengalî daxuyakirin ku fermana li Şengalê jî parçeyek ji vê komployê bû û wiha got: “Li Şengalê jî ev komplo ne gihişt armana xwe. Gel xwe ji nûve rêxistin kir û ketin ferqa hebûna xwe de. Sedemê fermanê bê rêxistin, bê parastin û bê felsefebûn bû. Îro hêza civaka me ya Êzidî çêbûye, xwe bi xwe rêxistin dikin, bûne xwedî biryar û îrade. Ev jî bi felsefeya Rêber APO çêbû. Di sedsala 21’an de hêzên hegemon dixwazin gelên bindest bê maf bimînin.  Ev sistema serokatî ku îro AKP’e dixwaze li Tirkiyê bidin rûnişkandin, dixwazin komployê temam bikin. îro gelê ku di Rojhilata Navîn de dijîn ketine ferqa vê komployê dixwazi gel bê maf bikin û îrada heyî bişkînin.”

Şengalî rê û rêbazên hemberî vala derxistin komployê wiha rêz kir: “Hemberî van hêzan û komployê sekînandin xwe rêxistinkirin, parastin û bûna xwedî îrade ye. Êdî komplo vala derdikevin, pêwîste hêzên navnetewî jî êdi nebin şirîkê vê komployê. Pêwîste ku hêzên navnetewî cihê xwe êdî gel van miletan bigire û bi vî rengî aramî û xweşî wê were Rojhilata Navîn. Bi xeta sêyemîn a Rêber APO Rojahilat navîn çareser dibe û bi wê paradigmayê wê hezaran sal bidome. Cihê ku paradigma Rêber APO têde hakime û tê meşandin, li wir aramî, azadî, aşitî û jiyanek wekhev heye.”

Fermandarê Giştî yê YBŞ’ê Mazlûm Şengalî bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Pêwîste gelê me yê êzidî yê li Ewrûpa, Ermenistan, Rûsya, Rojava, Bakûr heyî bizanibin serokatî, Rêberê mirovahiyê ye. Bi serokatî re em dikarin ser bikevin û azad bibin. Ji bir şûnde wê parastina me jî bi vê felsefeyê be. Gelê me xwe bi rêxistinkirinê, çalakiyan, bûna xwedî îrade dikare xwe biparêze. Yek ji hedefên komployê ew bû gel xwe rêxistin neke û nebe xwedî îrade bû. Herî zêde jî Rêber APO xwest ji bo gelê Êzidî hêzek parastinê ava bike û wan rêxistin bike. Ji bo hêviyên Serokatî cih anîn xwe rêxistin kirin e. Bi vî rengî civaka êzidî dikare xwedî li Rêber APO derkeve. Êdî gelê me di sala 2017’an dawî li dîl girtina Rêbertî bînin. Ev jî bi xwe rêxistinkirin û xwe ji nûve avakirinê pêkane. Heya ku hêzek mirova ya cehwerî nebe û xwe ne parêzin, kesek nayê me na parêze.”

 

 

 

Loading

Share post:

Popular

JI BO BÎRANÎNA MAM ZEKÎ

https://youtu.be/Y3bfDVpE0aU

JI BO ÇAPEMENI Û RAYA GIŞTî

  Wek tê zanîn hemû gel û tevger xwedî rojên...