Hin derdorên ku têkoşîna YBŞ’ê pêş xistî û hişyarbûyîna civakê derxistî holê hezm nakin û bi agahiyên nerast, ji dûr ve dixwazin YBŞ’ê reş bikin. Bi vê awayî dixwazin pêşketina YBŞ’ê û bandora wê ya li ser civakê re astengiya derxînin.
Duh di saetên sibehê de, du welatiyên me di qadekî tampon ya nêzî noqteya pêşmergeye ye ku dikeve di navbera Sînonê û Xanesor de hatin gulebaran kirin û ev yek jî bû mînakek qirêj a kiryarên antî-propagandaya li hemberî YBŞ’ê û xwestin vê bûyera qewimî biavêjin li ser stûya YBŞ’ê. Sûcdarê cînayeta Nazê Naîf yê ku sûcdarê wê eşkere ye ji aliyên pêşmergeyan nehatiye zelal kirin û ev propagandayên reş yê ku li hemberî YBŞ’ê tên kirin di aliyê gelê me û heqîqetê de ti wateyê xwe nîn e. Dîsa, di demên berê de welatiyekî bi navê Seîd Xwedêda Qasim ji aliyên pêşmergeyan ve li piştê Xanesorê hatibû qetilkirin û serê vê qetlîamê hatibû veşartin, niha jî heman tiştê dîsa dikin û ji niha de ketine helwesta panîk û telâşa ev tiştê. Divê ji aliyên herkesî ve ev tişt bê zanîn ku YBŞ bi van êrîşan ve wê ti carê nayê sekinandin, afirandina hişyarîbûyîna civakê û meşa azadiyê wê nayê asteng kirin û divê dest ji van tiştên bê exleqî û siyaseta rezîl a şerê taybet berdin.
Duh di saetên sibehê de du bazirgan yên bi navê Faris Newaf Mihemed û Xidir Eziz Hesen ji aliyên kesên nenas ve hatin girtin û rastî êrîşeke çekdarî hatin. Piştî êrîşê Xidir Ezîz bi birîndarê xwe gihandiye noqteyeke YBŞ’ê, hêzên me mudaxaleya bûyerê kirine. Di êrîşê de welatiyên bi navê Faris Newaf yê ji Zumarê ye ruxmî giştî mudaxaleyan jiyana xwe ji dest da. Xidir Ezîz rakirin nexwaşxaneyê û ji aliyên bijîşkên pispor ve tê derman kirin. Kesên ku navên wan derbas dibe ji êşîra Gergerî ne, taybet jî welatiya ku jiyana xwe ji dest daye di çepera Berxwedaniya Şengalê de wek pêşmergeyê YNK li gel me cih girtibû, ji windahiya wî em gelek xemgîn in û em ji malbata wî re sersaxî dixwazin.
Heya roja îro em her tim li hemberî van bûyerên êrîşa li ser gelê xwe bûn, me qet van tiştan qebûl nekir û em nebûne perçeyeke van tiştan. Li hemberî van êrîşan bi awayekî hessas ve emê berpirsiyarê vê bûyerê derxînin holê û heta dawî jî hesab pirs bikin. Wek YBŞ ti eleqe û têkîliyên me bi vê bûyerê re nîn e. Em vê êrîşê bi tund şermezar dikin.
Di çarçoveya lêpirsînê yê ji aliyên hêzên ewlekariyê me tê lidarxistin de, li gor îfadeyên destpêkê yên Xidir Ezîz daye, bûyer bi armanca dizî yê ye.
Em bang li hemû gelê xwe dikin ku li hemberî planên qirêj hessas û çav vekirî tevbigerin û divê di rewşeke guman de Asayîşa Êzîdxan û hêzên ewlekarî re peywendî deynin.
06.08.2017
FERMANDARIYA YBŞ