Serkeftin û destkefiyên mezin ên di dîroka civakan de bi qehremanî, bi şehadet û berdêlên giran buha mumkûne. Her civakek a bi hesreta welatek azad û jiyanek birûmet, bi fedekarî, kedekî mezin, qehremanî û têkoşînekî mezin bi dest dixe. Di Êzdatiyê ya ku dîroka wê ji qetlîam, talan û xiyanetê tijî ye û di azadiya Şengalê de hê zêdetire. Şehîdên me yên ku bi xwîn xwe derfetên wiha didin afirandin û deriya azadî û jiyanek azad didin vekirin û bûne sembola qehremanî û bûne xeta berxwedêrên fedayî, bi keda wan jiyana azad hatiye afirandin. Li ser xeta têkoşîna şehîdên me ya ku li dijî mêtîngerî û dagirkeriyê ya ku hemû cîhanê çav û guhê xwe lê girt, êşa hezar salî ya trajedî, meşa ber bi azadiyê ya di kesayeta şehîdên me de derketiye holê, gihiştiye serkeftinê û serkeftin gengaz kiriye.
Yek ji şehîdên me yên ku bûye mîmarê azadiya Şengal û têkoşîna mezin a 4 salan li Şengalê hatiye birêvebirin Şehîd Şervan Botan (Cengiz Durak) e. Hevalê me Şervan di demê herî zêde zilim û qetlîma asta jor de dihat kirin, hemû bajarên Kurdistanê di nava şer û berxwedanê de bû hatiye dinê, di sala 2014’an de jî tevlî têkoşîna azadiyê bûye. Heval Şervan ê dema berxwedana û şiyarbûna ji xwa giran a li Kurdistanê rabûyî, bi ruhê asî û têkoşînê Botan a ku bûye vîna dilê berxwedanê awa girtî, berxwedana Botan û ruhê azadiyê veguhezand Şengalê û ev ruh hêla bibe bingehek ji bo bingehê azadiya Şengalê.
Heval Şervan di destpêka Pêngava Sîba de bi fedekarî û cesaretekî mezin di eniyên pêş ê berxwedanê de cihê xwe girt û şerê bi çeteyên DAIŞ’ê yên dagirker re bi giranî birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê. Heval Şervan demeke dirêj di beşa lezgîn de tedawiya wî hatiye kirin û li rexmê hemû mûdaxelayan di dîroka 05.09.2017’an de li nexweşxaneyê şehîd dikeve û tevlî karwanên nemirina dibe.
Heval Şervan yek ji wan hevalên ku piştî fermanê bi hewara gel ve hat û bêyî ku çavê xwe bigire, digihije Şengalê û bi hêrsekî mezin li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer dike. Heval Şervan her demê ku li cihekê zilm û zordarî hebûya, dest di avêt çêka xwe û berê xwe dabû Şengalê. Di pêşîgirtina qetlîamê de, şehîdên fermanê û dîl ketina jin û zarokên Şengalê, yek ji pêşengê tolhildanê bû. Heval Şervan di berxwedan mezin a Şengalê de li gelek cihan û gelek eniyan erk girti bû, li rexmê ku gelek caran birîndar bibû jî carekê tenê jî gav paşve ne avêtiye û her tim gavek pêş ve diavêt. Bi hêrsa xwe ya di şer de, li cem bêtirstî û sebra wî ya mezin a pirsyarkirina hesabê êşa gel û hewara dayikan, li derdora xwe ji sempatiyekî mezin bi xwe re çêkirîbû û bi sekna xwe ya kedkar têkoşînekî bi nirx li pey xwe hişt. Em ê al û mîrasê berxwedanê yê ku ji bo hevalên xwe hiştî, heta serkeftinê di têkoşîna azadiya gelê û welatê xwe de berdewam bikin. Em ê xwedî hêvî û hesretên wi derbikevin, em ê bîranên şehîdên xwe hertim bidin jiyîn û fermanên wan bi serketinê bidest bixin.
***
Navê Kod: Şervan Botan
Nav û Paşnav: Cengiz Durak
Cih û Dîroka ji Dayîkbûnê: 1996/Şırnex
Cih û Dîroka Şehadetê: 05.09.2017/Sîba
FERMANDARIYA YBŞ
08.09.2017