Îro di navbera saet 15.30’an de balafirê bê mirov a bi çek ya dewleta dagirker a tirk êrîş birin li ser nahiye Til Ezer ya girêdayî Şingalê. Di encama vê êrîşê de ti zirar negihişt hewreyên me.
Wek tê zanîn dema çeteyên girêdayî dewleta faşîst a tirk daişê di sala 2014’an de êrîş li ser Şingalê birin, yek ji deverên ku li hember van êrîşan berxwedabûn gelê me yê Tilezer bûn. Li vir bi dehan şehadet û birîndarî çêbû. Lê dîsa jî gelê me di berxwedaniya xwe de ti cara tewîz neda. Ji ber vê yekê dewleta dagirker a tirk xwest ev rihê berxwedaniyê têk bibe, bi van êrîşên hewayî deskeftiyên gelê me bin bixe. Di pêvajoyek wiha de gelê me yên ku koçber bûne û li konan jiyan dikin, dixwazin vegerin li ser xaka xwe ya pîroz bûyerek bi vî rengî armanca dewleta dagirker a tirk û hevkariya wî ya KDP nîşan dide. Gelê me yê ku bi fermanan re rû bi rû maye lê ti carî axa xwe bernedane her tim bi van êrîşan re hatiye hedef girtin. Ev êrîşên dijmin him bi şerê taybet him jî şerê qirkirinê fîzîkî tunekirina gelê me ferz dike. Çawa ku li hemberî fermanan gelê me yê Êzidî xwe parastin û nehiştin ku çeteyên daîşê li ser Şingalê xwe hikûm bike, niha jî li hemberî dagirkeriya tirk û hevkariya wî KDP’ê re têkoşîn didin meşandin.
Em li vir car din bang li gelê me dikin ku li hemberî her cûre êrîşên dijmin bertekê xwe nîşan bidin û rê nedin ku dagirkerî li ser van axên pîroz xwe serwer bike. Ji bo wî divê gelê me yê Êzidî di serî de li hember van êrîşan rabin ser piyan û dij van polîtîqayên qirêj bisekinin.
Navenda Ragihandina YBŞ
23.09.2022