Saturday, April 19, 2025

JI BO ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ

Date:

Doh şev di navbera saet 20:30-21:00’an de balafirê bê mirov a bi çek ya dewleta dagirker a Tirk êrîş birin derdora kampa Serdeştê. Di encama vê êrîşê de ti zirar negihişt hêzên me. Dewleta Tirk a faşîst dîsa bi SÎHA’yan ve kampa Serdeştê ya ku gelê me piştî komkujiya 2014’an li Çiyayê Şengalê lê mabû, kir hedef. Di vê êrîşê de ti zirar negihiştiye hêzên me. Rez û baxçeyê gelê me zirar dîtin e. Ev êrîş jî nîşan dide ku; dewleta Tirk a faşîst dixwaze bi van êrîşan qirkirina ku çeteyên daîşê nîvçe hiştibû temam bike. Lê belê dewleta Tirk a faşîst û hêzên hevkar divê baş bizanibin ku; Çawa ku gelê me li hemberî fermanan xwe parast û azad kir, li hemberî van êrîşan jî wê dev ji berxwedana xwe bernede û têkoşîna xwe bidomîne. Weke ku tê zanîn çeteyên DAIŞ’ê yên girêdayî dewleta Tirk a faşîst di 3’ê Tebaxa 2014’an de êrîşî Şengalê kirin; Gelê me yê li hemberî van êrîşan li ber xwe da, axa xwe neterikand, ji bo parastina xwe li derdora YBŞ, YJŞ’ê ku ji aliyê zarokên xwe ve hatibû avakirin kom bûn, li Çiyayê Şengalê man û beşdarî Pêngava Rizgarkirina Şengalê bûn. Gelê me yê li vê kampê di Pêngava Azadkirina Şengalê û berxwedana Şengalê de bi dehan şehîd û birîndar dane. Gelê me li hemberî her cure êrîşên çeteyên DAIŞ’ê bêyî ku tawîz bide berxwedana xwe, xaka xwe terk nekir. Êrîşên bi vî rengî yên dewleta Tirk a faşîst û hevkarê wê yên herêmî PDK’ê, ji bo têkbirina aramî û ewlekariya Şengalê, di pêvajoyeke wiha de ku gelê me vegeriyaye ser axa xwe, armancên xwe yên sereke derdixe holê. Di vê çarçoveyê de gelê me; Li hemberî hemû êrîş û meylên dijmin rabin ser piyan, bertekên xwe nîşan bidin û nehêlin dagirker li ser axa me ya pîroz serdest bin. Divê gelê me li dijî van êrîşan li ber xwe bide û Şengalê biparêze.
Navenda Ragihandina YBŞ
07.10.2022

Loading

Share post:

Popular

JI BO BÎRANÎNA MAM ZEKÎ

https://youtu.be/Y3bfDVpE0aU

JI BO ÇAPEMENI Û RAYA GIŞTî

  Wek tê zanîn hemû gel û tevger xwedî rojên...